Deryaya Navîn yan jî Deryaya Spî deryayek e ku bi Okyanûsa Atlantîkê ve girêdayî ye ku bi tevahî bi bejahiyê ve girêdayî ye. Deryaya Navîn li bakur û başûrê deryayê ji aliyê Ewropa û Anatolyayê ve, li başûr ji aliyê Bakurê Afrîkayê ve, li aliyê rojhilat jî ji aliyê Levantê û Rojavayê Asyayê ve hatiye dorpêçkirin. Deryaya Navîn di dîroka şaristaniya rojava de roleke bingehîn lîstiye. Delîlên jeolojîk destnîşan dikin ku li dora 5,9 milyon sal berê Derya Navîn ji Atlantîkê qut dibe û di heyameke 600 hezar salan de bi temamî yan jî bi qismî zuha bûye. Ji nû ve tijekirina Deryaya Navîn di dema krîza şoriyê ya Messînyayê de li dor 5,3 milyon sal berê ji aliyê Lehiya Zanklîyê ve hatiye tijekirin.
Deryaya Navîn qadeke bi qasî 2.500.000 km² rûav werdigire ku derya ji %0,7 ji rûyê okyanûsa gerdûnî werdigire. Girêdana deryayê bi Atlantîkê re bi rêya Tengava Cîbraltarê ya teng a ku Okyanûsa Atlantîkê girê dide û ber bi Deryaya Navîn ve diçe û nîvgirava Îberyayê ya li Ewropayê ji Fasê li Afrîkayê vediqetîne. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1943 – Keştiyeke bin–avê, keştiyeke nexweşexaneyê da ber torpîlê, di encamê de 299 kes mirin.
1948 – Dewleta Îsraelê hate damezirandin. Yekser piştî îlankirina dewleta Îsraelê ango di heman şevê de di navbêra artêşên Ereb û hêzên siyonîst de şer derket. şer heta 13ê kanûna paşîn a sala 1949an dom kir.
1997 – Artêşa Tirk tevî bi dehan hezar leşker, 2 hezar koricî û 250 tang û her wiha bi piştgiriya asîmanî êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Di vê êrîşê de ku di heman salvegera damezirandina dewleta Îsraîlê de hate lidarxistin, armanc ji holê rakirina hêzên gerîllayên Kurd yên girêdayî PKKê bû.