Rûsya
Ji Wîkîpediya
Ala Rûsyayê |
Arma Rûsyayê |
| Zimanên fermî | Rûsî |
| Paytext | Moskova |
| Sîstema Sîyasî | Federasyona Nîvserokkomarî |
| Serokkomar | Wladimir Putin |
| Serokê hikûmetê | Wiktor Subkow |
| Serxwebûn | 12'ê pûşperê 1990 ji pê belavbÛna YKSS re |
| Srûda netewî: | Srûda Netewî ya Federasyona Rûsyayê |
| Rûerd | 17.075.400 km², 3.952.550 km² li ewropa, 13.122.850 km² li asya |
| Nifûs | 142.400.000(104.000.000 kes li ewropa, 38.400.000 kes li asya ) 2006 |
| Berbilavî | 8,3 kes/km² |
| Dirav | Rubel |
| navçeya demjimêrî | ji UTC+1 heta UTC+11 |
| Nîşana înternetê | .ru û .su |
| Koda telefonê | +33 |
Rûsya (Rusî:Россия:Rûsiya; fermî Российская Федерация:Rûssiyskaya Federatsiya, bi kurdî Federasyona Rûsyayê ) dewleteke li bakura Ewrasyayê dikeve û gorî parzemîna xwe welata herî mezina dinê ye. Rûsya pê belav bûna YKSS hat saz kirin û yek ji endamên UNê daîmî ye. Ew yek ji endamên G8 (Grûba Heştan) e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Erdnîgarî
[biguherîne] Sînorên wêyê bi dewlet û deryayan re
Sînorên Rûsyayê bi dewletên Norweç (196 km) û Fînlandiya (1.340km), Deryaya Sîbiryaya Rojhelat, dewletên Baltîkên Estonya (294 km) û Letonya (217 km), li başûr Rûsyaya Sipî (959 km) û Ukraynayê (1.576 km) re hene.
Deryaya Reş sînorên Rûsyayê Asya û Ewropa ji hev vediqtîne. Li Qafqasyayê sînorên xwe bi Gurcîstan (723 km) û Azerbaycan (284 km) re hene. Sînorê xwe bi Deryaya Mazenderan û Qazakistanê re didom in. (6.846 km).
Li rojhelat sînorê wê bi (nêzî 40 km) Çîn û Mongolyaê (3.485km) re hene. Pê Moxolîstanê re sînorê dorî (3.605 km) bi ÇÎnê re hene. Li Rojhelata Dûr jî sînorê xwe bi Koreya Başûr (19 km) re hene. Li wê wêde jî sînorê xwe bi beravên Deryaya Japon, Deryaya Oxotsk , Okyanûsa Pasîfîk û Tengava Berîng re hene. Ew bi tengiyekê dorê 85 km û kûrahîyekê dorê 30 m de heta 50 m bi Tengava Berîngê ji Alaskayê vediqete.
Ew li bakur bi beravên xweyên li ber Okyanûsa Arktîk tê sînor kirin. Li wir hin giravên Rûsyayê hene. Sînorên wêyê bi dewletên din ve dorê 20.017 km, beravên wê jî dorê 37.653 km.
Derve axên navendî, perçeyeka Rûsyayê dervayîyê ko pê ve girêdayî bi navê Oblast Kaliningrad di navbera Polonya û Lîtvanyayê de dimê. Sînorên wê bi Lîtvanya (227 km) û Polonya (206 Kilometer) re hene.
[biguherîne] Çem
Çemekî Rûsyayê girîngî ko li ser axên wêyê Ewropayê diherike Wolga ye. Ew çemê herî dirêjê Ewropayêye û bi dirêjahîyê xweyê dorê 3.534 km pê herikîna xweyê ser Rûsyayê bi dawî tala Deryaya Mazenderan dibe. Çemekî dinî girîng jî Dnepr e. Ew ji nêzikên Moskowayê dizê û pê herikînê ser Rûsyaya Spî Ûkraynayê re tala Deryaya Reş dibe. Ew li ser Kanala Dnepr-Bug re bi çemê Polonî Bug û Wisla û Memel ve tê girêdan.
Hin çemên girîngên ko tala Deryaya Mazenderan dibin wiha ne;Wolga, Kama (1.805 km yek ji milên Wolga), Wyatka (1.314 km), Oka (1.480 km, yek ji milên wolga), Ûral
Hin çemên tala Okyanûsa Atlantîk dibin wiha ne;Newa, Wolxow, Düna, Pregel, Memel, Don, Kuban
Hin çemên ko tala Okyanûsa Arktîk dibin;Petşora, Ob, Çulim, Irtiş, Tobol, Yenîsey, Angara, Selenga, Lena , Indîgîrka Hin çemên ko tala Okyanûsa Pasîfîk dibin; Amur, Usûrî, Seya
[biguherîne] Çiya
Hin çiyayên Rûsyayê girîng wiha ne: Altay, Baykal, Şîbînen, Qefqas, Kolîma, Putorana, Sayan, Stanowoy, Tannu-ola, Çekerskî, Ural, Werxoyansker.
Çiyayê Rûsyayê herî bilind Elbrûs (5.642 m) li ser Qafqasan dimê.
[biguherîne] Bajar
Penç bajarên mezintirê Rûsyayê:
- Moskova (10,10 mîlon)
- Sankt Petersburg (Leningrad) (4,58 Mîlon)
- Nowosibirsk – Sîbîrya (1,42 mîlon)
- Nişnî Nowgorod (Gorki) –(1,35mîlon)
- Yekaterinburg (1,26 mîlon)
| Dewletên Ewropa | ||
|---|---|---|
|
Albanya | Almanya | Andorra | Aûstriya | Belgiya | Bêlarûs | Bosniya û Herzegovîna | Brîtanyaya mezin | Bulgaristan | Çekiya | Danîmarka | Estonya | Fînland | Fransa | Holand | Îsland | Îtalya | Îrland | Makedonya | Letonya | Lîştinştayn | Lîtvanya | Lûksembûrg | Macaristan | Malta | Moldova | Monako | Montenegro | Norwêj | Poland | Portûgal | Romanya | Rûsya | San Marîno | Swêd | Swîsre | Serbistan | Slovakya | Slovenya | Spanya | Ûkrayna | Vatîkan | Kroatya | Yewnanistan |
||
| Dewletên Asya | ||
|---|---|---|
|
Azerbaycan | Banglades | Behreyn | Brûneî | Bûtan | Çîn | Efxanistan | Endonezya | Erebistana Siyûdî | Ermenistan | Fîlîpîn | Gurcistan | Hindistan | Îran | Îraq | Îsraîl | Japonya | Kembodja | Korêya Bakur | Korêya Başûr | Kuwêt | Laos | Libnan | Malezya | Maldîv | Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî | Monxoliya | Myanmar | Nepal | Oman | Pakistan | Qeter | Qezexistan | Qirgizistan | Qubris | Rûsya | Singapûr | Sûrîyê | Srî Lanka | Tacîkistan | Taywan | Tayland | Tirkiye | Tîmora rojhilat | Turkmenistan | Urdun | Ûzbêkistan | Viyetnam | Yemen |
||

