Sîstema hezmê
Sîstema hezmê (rejîma givêrdarê), ji organên ku ji bo hezmkirina (givêrandin) xwarinan û vexwarinan berpirsiyar in, pêk tê. Bi taybetî sîstema hezmê (givêrdarê) ji dev destpêdike. Di dev da ziman û diran, di gewriya me de jî qirik, parçeya wê sistemê ne. Qirik ber bi jêr diçe û digihê mîdeyê. Mîde di zikê mirovan de cih digre. Mîde derbasî rûviya zirav dibe. Avên ku li pankreas û kezeba reş çêdibin, dighejin rûviya zirav û li vir diçin sistema hezmê yên mayîn. Rûviya zirav derbasî rûviya stûr dibe. Rûviya stûr tê û digihêje zotikê (Anûs).
Diranên kursî ji bo cûtina xwarinê ne. Bi alikariya ziman, mirov dikarin xwarinê tam bigrin û xwarina ku dicûn, daqurtînin. Ji bo hezimkirinê, xwezî ango tif pewîst e. Tif li toşbiyên tifê li dor devê mirovan û li binê cênikan de tê çêkirin.
Xwarin di dev de tê cûtin û paşê tê daqurtandin. Gava daqurtandinê, li qirikê zimanê piçûk xwe didê jor û rêya ku diçê bêhvilê digre. Zimanê kirkirokê jî devika zengilorê digre û xwarin dikeve sorsorikê. Bi vî awayî xwarin nakeve zengilorê.
Bi alikariya sorsorikê xwarin digihîje mîdeyê. Sorsorik nêzikî 40 cm dirêj e. Di mîde de xwarin, bi alikariya ava mîdê, ku bi asîd(tirşî) pêkhatiye û bi alikariya enzîman (li livikên -toşbiyên- bedenê mirovan da tên çêkirin û ji bo hezmê û pir tiştên din hewce ne) tê hezimkirin. Mîde karekî wek ambar pêktînê û xwarinê perçe perçe dide rûviya dozdehgirêk, hem jî destpêka hezma(givêrîna) xwarinê dike. Dawiya wê rûviya zirav tê, ku 3 metro direjiya xwe heye. Piştî rûviya zirav xwarin tê û digiheje rûviya stûr. Rûviya stûr nezikî 1,5 metro dirêj e.
Rûviya stûr ji sê parçeyan pêk tê(Rûviya kor ,Zeblot ,Tortorîk). Ji parçeya peşîn ya zeblot bi Latînî dibêjin kolon ascendens, ango zeblota hilkişayî. Piştî wê re kolon transversum tê zeblota berwarî. Zeblota hilkişayî li aliyê zikê çepê ye û mana wi ji zeblota dakesayi ye. Piştî wê re, kolon sigmoideum, an jî zeblota s-şêweyî tê. Ji perça dawî re dibêjin rektum, bi Kurdi dibêjin tortorîk. Tortorik digihîje zotikê (anusê).
Li cihê destpêkirina rûviya stûr e hilkişayî (kolon ascendens), rûviya kor heye ku bi Latînî ji wê re dibêjin Caecum. Li dawiya rûviya kor rûviya zêde ango apandîs heye. Apandîs ji bo jiyana hin heywanan, wek hesp û mişk, gelek girîng e. Lê ji bo mirovan ne wilqasî girîng e. Apandîsa mirovan pir iltihap digre, we demê pewêst e mirov bi ameliyatê wê jê bike. Ger ameliyat nebe, mirove dibe ku bimire.
Piştî ku xwarin di rûviya mirovan de hat hezimkirin, proteîn, şekir (karbonhîdrat), rûn, av û hwd. digihêjin nav xwînê. Ew xwîna li ser sindemara rûviya jêrîn (v. mesenterica inferior) û ya jorîn (v. mesenterica superior u vena portea) re digihê kezeba reş. Kezeba reş wekî karkerekî mezin dişuxule û hemû tiştên, ku ji bo jînê pewîst in, çêdike an ji werdigerîne nav tiştên din.
Me çawa li jor got, kezeba reş wekî karxaneyekî (fabrîkayekî) mezin a kimyewî ye. Hemû tiştên ku em dixwin, di kezebê de tên paqijkirin an jî ji bo bedenê tên amadekirin. Tişten ku ji bo bedenê xeter in, kezeb wana vedigerîne û dike tiştên ne bi xeter (oveyî) û ji laş diavêje der.
Wezîfeyeke din ya kezebê ew e ku, zefran ango zerav çêbike. Zerav ji bo hezma tiştên bi rûn, tiştên bi alkol hewce ye. Bê zefran mirov nikare rûn hezm bike. Piştî ku zefran di kezebê de hat çêkirin, ew digihê rêya zefranê ango ducoya ziravê û di dawiyê de bi tevî ava pankreasê digheje rûviya dozdehgirêk. Hindek zefran di zeravdankê de tê komkirin. Erka(wezîfa) kîsikê zefranê ew e ku, zefranê depo bike û dema ku bi zêdeyî hewcedarî çêbû (dema xwarinên bi rûn bixwin, an jî alkol vexwin) bê dayîn.
Pankreas li zikê mirovan, li paş mîdeyê û paş rûviya stûr a pan de cih digre. Wezîfa wê bi du awa ye: Ji aliyekî wek giniyekî hormonan çêdike (endokrin), ji aliye din de jî ji bo hezimkirina(givêrîna) xwarinê enzîman çêdike (eksokrin). Ji bo ve yekê jî pankreasa endokrîn û pankreasa eksokrîn ji hev tên cudakirin: Hormona gelekî girîng, ku di pankreasê de çêdibe, însulîn e. Ev hormon, ji bo daxistina şekir ya di xwîna mirovan de gelek girîng e. Tenê bi alikariya însulîn şane dikarin şekir (karbonhidrat) bigrin hundirê xwe û ji bo xebata xwe bikarbînin. Gava pankreas ji ber nexweşiyan însulîn çêneke, nexweşiya şekir (Diabetes mellitus) di mirovan da peyde dibe. Ji xeynî insulîn gelek hormonên din jî di pankreasê de çêdibin. Ew jî ji bo jiyanê girîng in.
Enzîm jî wek hormonan di pankreasê de çêdibin. Mirov ji bo hezmkirina(givêrkirina) xwarinê hewceyî wan e. Enzîm bi rêya pankreasê digihin rûviya dozdehgirêk.
Çavkanî [biguherîne]
|
|||||||||||
|
|||||