Mestûre Erdelanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Mestûre Erdelanî
Mesture Erdelan.jpg
Peykere Mestûre Erdelan, Li Sineyê
Navê rastî
Mah Şeref Xanim
Jidayikbûn 1805
Mirin 1848
Iraq - Silêmanî
Esil Kurd
Bernav Mestûre
Hevwelatî Erdelan
Pîşe Helbestvan, Dîroknas
Serdem Sedsala 18'an
Bandorker Mewlewiyê Kurd, Mîrza Şukrullah Sineyî, Reza Qulîzanî
biguherîneBelge

Mestûre Erdelanî an Mah Şeref Xanim an jî Mestûre Kurdistanî (z. 1805 Sine - m. 1848 Silêmanî) helbestvan, nivîskar û dîroknasa kurd e.[1]

Ew li bajarê Sineyê ji dayîk dibe û li Silêmaniyê mezin dibe. Ji malbateke desthilatdar bû. Bi zimanê erebî û farsî jî dizanî. Ew wekî yekemîn dîroknasa rojhilatê navîn jî tê zanîn. Li ser binemala Erdelan, bûyerên demê tomarkirinên girîng ên dîrokî kiriye.

Di sala 2005an de bo pîrozkirina rojbûyîna wê ya 200î li Hewlêrê statûyeka wê hatiye danîn. Pirtûkên wê li zimanên farsî, almanî û îngilîzî hatine wergerandin.

Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im,
Le hemû xêlê jinan de niye kes hawşan im:

Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,
Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im.

Mestûre Erdelanî[2]

Pirtûkên wê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Bawerîya îslamê û Rîsaleya 'Îbadetê. (Bi Farskî)
  • Dîwan (Dîwan-î Masturah Kurdistanî) - Farskî û Kurdî
  • Mêjûy Erdelan (Khronika Doma Ardalan: Ta'rikh-i Ardalan/ Dîroka Erdelanê

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]