Şemsedînê Şehrezûrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şemsedînê Şehrezûrî
Navê rastî
شمس الدين الشهرزوري Şemsedîn Mihemed bin Mehmûd eş-Şehrezûrî
Jidayikbûn1240 ?
MirinDi dû 1288-1300 an de
?
EsilKurd
BernavŞehrezûrî
Hevwelatî Xanedana Eyûbiyan
PîşeFîlozof, Dîroknas, Bijîşk
BandorbarArîstoteles, Şihabedînê Suhrewerdî, Qutbedîn Şîrazî, Zanyarên Misilman
DînÎslam
biguhêreBelge

Şemsedînê Şehrezûrî (jdb.  ? - m. 1288î şûnde ?) dîroknas, bijîşk û fîlozofê misilman yê kurd e. Ew li ser felsefeya Şîhabedîn Suhrewerdî xebitiye û fikrê Îşraqîtiyê berdewam kiriye.[1][2]

Jiyana Şemsedînê Şehrezûrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şemsedînê Şehrezûrî yan jî Şemsedîn Mihemed bin Mehmûd eş-Şehrezûrî di sala 1250î de li Başûrê Kurdistanê li bakurê Şehrîzûrê hatiye dinyayê. Wî li ser metafizîk, dîrok û felsefeya Îslamê gelek kitêb nivîsandine, lê tenê pênc kitêbên wî gihane roja me. Gelek fîlozof di bin bandora wî de mane.[3]

Tê texmînkirin ku Şehmsedîn ji sala 1288an çend sal şûnda wefat kiriye.

Kitêbên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pênc pirtûkên wî yên ku gihane roja me ev in;

  • Resailû şeceret ûl îlahiyye fî ulmîl heqayiqî rabbaniye (Ev pirtûk li ser mentiq û metafizîkê ye).
  • Kîtab ûl Rûmûz
  • Rawzat ûl efrah we nuzhetul ervah (Ev pirtûk bi pirranî li ser jiyana pêxember û fîlozofan e).
  • Şerh ûl hîkmet
  • Et Tenkîhat fî şerhî telwîhat

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Michael Privot, « Some Notes on the Typology of the Works of al-Shahrazûrî al-Ishrâqî », Journal of Islamic Studies 12/3, 2001, p. 312-321.
  2. ^ http://www.ithacapress.co.uk/creator/ibn-al-salah-al-shahrazuri[Girêdan daimî miriye]
  3. ^ Yrd. Doç. Dr. Burhan Köroğlu Philosophy of Shahrazuri and Its Place within Islamic Philosophy