18ê adarê
Xuyakirin
(Ji 18'ê adarê hat beralîkirin)
<< | Adar 2024 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | ||||
4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 |
11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 |
18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 |
25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 |
Rojên salê |
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1979 – Di ecama êrîşeke dewleta Îranê de, ya li ser bajarê Sine, bi sedan xelkê bajêr yên kurd jiyana xwe ji dest dan.
- 1993 – Serokê Giştî yê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ya bi rêyên diyalogê agirbesta ku bi yek alî di 17'ê adara sala 1993'an de îlankiribû, di 18'ê adarê de kete pratîkê. PKK'ê heta 15'ê nîsanê bi awayekî yek alî li hemberî artêşa tirk şer rawestand. Lê belê ji aliyê dewleta Tirk ve ti bersiv ji bo agirbestê nehate dayîn.
Cîhan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1871 – Li Parîsê tevgera Komûna Parîsê hat damezirandin. Rêvebirî ji bo demeke kurt kete destê Komûneran.
- 1912 – Keştiyên Îtalyan êrîşî ser Çanakkaleya Tirkiyeyê kirin.
- 1915 – Komkeştiyên (fîlo) dewletên îtîlafê, yek ji êrîşên herî berfireh yên şerê Gelîboliyê da destpêkirin. Lê belê keştiyên şer li hemberî berxwedana kurd û tirkan a li Çanakkaleyê bi ser neket.
- 1945 – Bajarê Berlînê ji aliyê DYA'yê ve hate bombebarankirin.
- 1948 – Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûr NATO hate sazkirin.
- 1953 – Li navçeyên herêma Marmarayê Gönen, Pazar, Çan û Yeniceyê erdhej çêbû. Di erdhejê de nêzî 10 hezar avahî hilweşiyan û 260 kes mirin.
- 1962 – Şerê ku 7 salan li Cezayirê domkiribû, bi dawî bû.
- 1963 – Fransayê yekem ceribandina nûkleerî ya bombeya atomê kir.
- 1965 – Kozmonotê Sovyetê yê rûsî Alexei Lenovov yekem car li ser li fezayê meşiya. Lenovov bi 2 hezar û 177 kîlometir bilindahiyê bi keştiya esmanî ya bi navê „Voskhod" yanî „Rojhilat" bi qasî 20 deqan di valatiyê de ma. Lenovov ji vî wextî tenê 12 deqe 9 saniyan bi meşê derbas kir.
- 1997 – Balafira bi tîpa Rûs AN-24 li Tirkiyeyê ket. Di encama bûyerê de 50 kes mirin.
Jidayikbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1828 – William Randall Cremer, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1837 – Grover Cleveland, serokdewletê 22em û 24em ê DYA'yê
- 1936 – Frederik Willem de Klerk, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1986 – Lykke Li, stranbêja swêdî
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1941 – Werner Sombart, profesorê aborînas
- 1980 – Erich Fromm, psîkoanalîst û lêkolîner
- 1996 – Odysseus Elytis, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1999 – Qadir Dîlan, hunermend û muzîkvanê senfoniya kurdî (li Pragê)
Cejn û salveger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre](Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)