Here naverokê

Zimanê almanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Almanî hat beralîkirin)
Zimanê almanî
Deutsch
Welatên lê tê axaftin  Almanya
 Awistirya
  Swîsre
 Liechtenstein
 Lûksembûrg
 Belçîka
Herêm Ewropaya Rojava û Ewropaya Navendî
Axiverên zimanê zikmakî 95 milyon
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Awayên kevn
Almaniya bilind a kevn
  • Almaniya bilind navendî
    • Almaniya bilind a zû
      • Zimanê almanî
Sîstema nivîsê Tîpên latînî
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye  Almanya
 Awistirya
  Swîsre
 Liechtenstein
 Lûksembûrg
 Belçîka
Sazkerên zimên
Kodên zimanî
ISO 639-1 de
ISO 639-2 ger (B)  deu (T)
ISO 639-3

Nexşeya zimanê almanî      Piraniya axêverên almanî, li Ewropaya Navendî      Hindikahiyên almanîaxin, li Ewropaya Navendî

Zimanê almanî (bi almanî: Deutsch), zimanekî germanî yê rojavayî ye ku ji malbata zimanî ya zimanên hind û ewropî ye ku bi giranî li Ewropaya Rojava û li Ewropaya Navendî tê axavtin. Almanî li welatên ewropî yên wekî Almanya, Awistirya, Swîsre, Liechtenstein û li parêzgeha Tîrola Başûr a Îtalyayê tê axavtin. Zimanê almanî di heman demê de zimanek fermî ya Lûksembûrg û Belçîkayê ye û zimanekî neteweyî ya naskirî yê Namîbyayê ye. Wekî din zimanê almanî li Fransa (Elsas), Komara Çek (Bohemya Bakur), Polonya (Silezya Jorîn), Slovakya (Herêma Košice, Spiš û Hauerland), Danîmarka (Bakurê Schleswigê), Romanya û Mecaristan (Sopron) civakên almanîaxiv ên girîng hene.

Zimanê almanî herî zêde bi zimanên din ên germanî yên rojavayî re têkildar e ango bi ziman ên wekî afrîkî, holendî, îngilîzî, zimanê frîzî û bi zimanê skotlendî re têkildar e. Di heman demê de zimanê almanî di warê peyvsaziyê de bi hinek zimanên din ên koma germanî ya bakur ku di nav de zimanên wekî danîmarkî, norwêcî û zimanê swêdî hene, dişibin hev. Almaniya nûjen hêdî hêdî ji almaniya bilind a kevin pêşketiye ku di serdema navîn a destpêkê de ji proto-germanîkî yê pêş ketiye. Almanî piştî zimanê îngilîzî hem wekî zimanê yekem û hem jî wekî duyem, duyem zimanê almanî û almaniya rojavayî ye ku herî zêde tê axavtin.[çavkanî hewce ye]

Di roja îro de zimanê almanî statuya yek ji zimanên sereke yên cîhanê wergirtiye ku zimanê zikmakî yê herî zêde di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de tê axaftin. Ziman bi berfirehî wekî zimanekî biyanî tê hînkirin nemaze li parzemîna Ewropayê (ku ew sêyem zimanê biyanî ye ku piştî îngilîzî û fransî tê fêrkirin) û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zimanê almanî tê hînkirin. Ziman di warên felsefe, teolojî, zanist û teknolojiyê de xwedî bandor e. Almanî yek ji zimanên zanistiyê ye ku herî zêde tê bikaranîn û di nav zimanên ku li ser malperan tê bikaranîn de yek ji zimanê herî zêde ye. Welatên almanîaxêv di warê weşandina salane ya pirtûkên nû de di rêza pêncem de ne ku ji dehyeka hemû pirtûkên cîhanê (tevî e-pirtûkan) bi almanî têne çapkirin.

Almanî zimanekî tewandî ye ku ji bo navdêran cînavan çar rewş hene ku cînav û rengdêr (navdêr, binavkirî, jenîfî, daçek), sê zayend (nêr, mê, notr) û du jimar (yekjimar, pirjimar) hene. Lêkerên almanî yên xurt û qels hene. Piraniya peyvsaziya almanî ji şaxê almanî ya kevnar a malbata zimanên hind û ewropî werdigire û di heman demê de beşek piçûktir jî beşek ji latînî û yewnanî wergirtiye û hinek peyv jî ji zimanê fransî û ji zimanê îngilîzî ya nûjen hatine wergirtin. Ji bo zimanê almanî û gelek zimanên din ên ewropî, zimanê îngilîzî çavkaniya sereke ya peyvên deyngirtî yên nûjen a îro ye.

Almanî zimanekî pirstandard e ku sê guhertoyên standardkirî ya almanî hene ku ev standard almaniya standard a Almanyayê, almaniya standard a Awistiryayê û almaniya standard a Swîsreyê ne. Almaniya standard hinek caran ji ber kokê herêmî wekî almaniya bilind hatiye binavkirin. Digel ku gelek zaravayên zimanê almanî li Ewropayê û li deverên din ên cîhanê hene di heman demê de ji ber cûrbecûr zaravayên xwe jî navdar e. Hinek ji van celebên ne-standard ji aliyê hikûmetên herêmî an neteweyî ve hatine nas kirin û hatine parastin.

Almaniya bilind a kevin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka zimanê almanî bi guheztina konsonanta almanî ya bilind di Serdema Koçê de dest pê dike ku zaravayên almaniya bilind a vevin ji saksoniya kevin veqetandiye. Vê guheztina deng di bilêvkirina hem dengdêrên rawestanê yên dengdar û hem jî yên bê deng de (bi rêzê ve, b, d, g, û p, t, k) de guherîneke berbiçav pêk dianî. Bandorên bingehîn ên veguherînê li jêr in:

  • Rawestanê bê deng li pey dengdêrekê bûne frîkatîvên bê deng ên dirêj.
  • Rawestanên bê deng di pozîsyona peyva-destpêkê de yan jî li pey hinek dengdêran bûne hevwate.
  • Rawestandina dengan di hinek mîhengên dengnasî de bê deng bûne.[1]
Rêjeya vegirtina zimanên germanî di destpêka sedsala 10an de:      Skandînaviya rojavayî ya kevin
(norsiya rojavayî ya kevin)
     Skandînaviya rojhilatî ya kevin
(norsiya rojhilatî ya kevin)
     Gûtniya kevin
(gotlendiya kevin)
     Îngilîziya kevin
(germaniya rojavayî)
     Zimanên germanî yên rojavayî ya parzemînî
(frîziya kevin, saksoniya kevin, holendiya kevin, almaniya bilind a kevin).
     Gotiya Krîmê
(germaniya rojhilatî)

Di gel ku delîlên nivîskî yên zimanê almaniya bilind a kevin di çend nivîsên Futhark ên kevin ên ji sedsala şeşan a p.z. de (wek nivîsarên Pforzen) de hene ku di serdema almaniya bilind a kevin de bi giştî bi Abrogans (ji nêzik ve 765-775) dest pê dike ku ferhengokeke latînî-almanî yê ku zêdetirî 3000 peyvên almaniya bilind a kevin tê de heye bi hevwateyên wan ên latînî peyda dinivîse. Piştî Abrogans, yekem berhemên hevgirtî yên ku bi almaniya bilind a kevin hatine nivîsandin di sedsala nehan de tê dîtin ku di nav wan de Muspilli, Merseburg charms û Hildebrandslied û nivîsên dînî yên din in (Georgslied, Ludwigslied, Evangelienbuch û beyt û dia wergerandin) hene.[2] Muspilli helbestek xiristiyanî ye ku bi zimanê bavarî hatiye nivîsandin ku piştî qiyametê behsa hesabeke giyanê dike û transkrîpsîyonên efsûn û niviştanin ku ji efsûnên Merseburg a ji kevneşopiya almanî ya pagan e. Lêbelê ji bo zanyaran eleqeyek taybetî heye ku Hildebrandslied, helbestek epîk a laîk e ku çîroka bav û kurekî ji hev dûrketî vedibêje ku bi nezanî di şer de hevdu nasdikin. Ji aliyê zimanî ve ev nivîs ji ber tevlîheviya zaravayên saksoniya kevin û almaniya bilind a kevin bi vê taybetiya xwe gelek balkêş e. Berhemên nivîskî yên vê serdemê bi giranî ji koka alamannî, bavarî ne û komên Torîngiyan ku hemî ji koma Elba Germanîk (Irminones) e, di navbera sedsalên duyem û şeşem de, di dema koçberiya mezin de, li herêma ku niha li başûrê navendî ya Almanya û Awistiryayê bi cih bibûn.[1]

Bi gelemperî nivîsarên mayî yên almaniya bilind a kevin cûrbecûr zaravayan bi yekrengiya nivîskî ya pir hindik nîşan didin. Kevneşopiya nivîskî ya destpêkê ya almaniya bilind a kevin bi piranî di nav keşîşxane û nivîsgehan de wekî wergerên herêmî yên orîjînalên latînî dimîne ku di encamê de nivîsarên mayî bi zaravayên herêmî yên pir cihêreng hatine nivîsandin û bandora latînî ya girîng nîşan didin nemaze di ferhengê de.[2] Di vê xalê de keşîşxaneyên ku piraniya berhemên nivîskî lê dihatin çêkirin, di bin serdestiya latînî de bûn û almanî tenê carinan di nivîsandina fermî û dêrî de hatiye bikar anîn.

Almaniya bilind a navîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Digel ku li ser dîrokên serdema almaniya bilind a navîn lihevkirinek bêkêmasî tineye ku ew bi gelemperî ji sala 1050an heya sala 1350an berdewam kiriye.[3] Ev serdemek berfirehbûna girîng a axa erdnîgarî ya ku ji aliyê eşîrên elmanî ve hatiye desteserkirin û di encamê de hejmara axêverên almanî zêde dibe. Dema ku di dema serdema almaniya bilind a kevin de eşîrên almanî tenê heta rojhilatê çemên Elbe û Saale berfireh bibûn, serdema almaniya bilind a navîn dibîne ku hejmarek ji van eşîran li derveyî vî sinorê rojhilatî berbi axa slavî (wekî Ostsiedlung tê zanîn) belav dibin. Bi zêdebûna dewlemendî û belavbûna erdnîgarî ya komên almanî re, di dadgehên mîran de zimanê almanî wekî zimanê standard ê dozên fermî û wêjeyê zêdetir hatiye bikar anîn. Mînakeke zelal a vê yekê mittelhochdeutsche Dichtersprache e ku li dadgeha Hohenstaufenê li Swabia wekî zimanek nivîskî ya ser-zaravayî ya standardkirî hatiye bikaranîn. Dema ku ev hewildan hêj bi herêmî ve girêdayî bûn, almanî ji bo hinek mebestên fermî li şûna latînî dest pê kir ku tê bikar anîn ku di peymanên nivîskî de hewcedarî ya bi rêkûpêkbûnê zêde bû.

Digel ku guherînên mezin ên serdema almaniya bilind a navîn sosyo-çandî bûn ku almaniya bilind hêjî di nav hevoksazî, dengnasî û morfolojiyê de guherînên zimanî yên girîng derbas dibû.

Ji serdema almaniya bilind a navîn ve heya roja îro dewlemendiyeke mezin a nivîsî maye. Pir girîng e ku di van nivîsan gelek nivîsarên sekuler ên balkêş hene ku helbestên wekî Nibelungenlied ku helbesteke epîk ku çîroka ejderkuja Siegfried e (sedsala sêzdehan) û helbesta Iwein ku helbesteke risteya Arthurî ye ku ji aliyê Hartmann von Aue (nêz. 1203) hatiye danasîn û helbestên lîrîk û romanên dîwanî yên wekî Parzival û Tristan hene. Di heman demê de balkêş e ku Sachsenspiegel pirtûka yekem a zagonan ku bi almanîya jêrîn a navîn hatiye nivîsandin (nêz. 1220). Zêdebûn û bi taybetî jî karaktera laîk a wêjeya serdema almaniya bilind a navîn destpêka formek nivîskî ya standardkirî ya almanî nîşan dide ku hem jî xwesteka helbestvan û nivîskaran ku ji hêla kesan ve li ser têgînên ser-zaravayî werin fem kirin nîşan dide.

Dema Mirina Reş a (1346–1353) ku nifûsa Ewropayê qir dike, bi gelemperî wekî bidawîbûna serdema almaniya bilind hatiye dîtin.[4]

Almaniya bilind a nû yê zû

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li dora 1900î qada zimanê almanî û beşên sereke yên zaravayî.

Almaniya bilind a nûjen bi serdema almaniya bilind a nû ya zû dest pê dike ku Wilhelm Scherer di 1350–1650an de destnîşan kiriye ku bi dawiya Şerê Sîh Salî re bi dawî dibe.[4] Di vê serdemê de li cihê latînî ku zimanê almanî ve wekî zimanê bingehîn ê dozên dadgehê û her ku diçe zêde almanî dibe zimanê wêjeyî. Dema ku ev dewlet hê jî beşek ji Împaratoriya Romaya Pîroz bûn û ji her şêweyek yekbûnê dûr bûn, daxwaza zimanek nivîskî ya hevgirtî dikir ku di nav gelek mîrîtî û padîşahiyên almanîaxiv de were fem kirin, ev daxwaz ji her demê bihêztir bû. Wekî zimanekî axaftinê almanî di vê heyamê de pir şikestî dimîne ku bi hejmareke mezin ji zaravayên herêmî yên ku pir caran ji hev nayên fêmkirin li seranserê eyaletên alman têne axaftin lêbelê îcada çapxaneyê (nêz. 1440) û weşandina wergera încîlê ya bi zimanî ya Luther a di sala 1534an de bandorek mezin li standardkirina almanî dike zimaneke nivîskî ya ser-zaravayî çêdibe.

Serdema almaniya bilind a nû yê zû şahidiya çend formên girîng ên almaniya herêmî dikin ku yek ji wan zimanê gemeine tiutsch e di dîwana Qeyserê Romaya Pîroz Maximilian I de tê bikar anîn û zimanê din jî Meißner Deutsch e ku di Hilbijartinên Saksoniyayê de li Dûka Saxe-Wittenbergê tê bikaranîn.[5]

Li gel standardên nivîskî yên dîwanxanê, îcadkirina çapxaneyê dibe sedema pêşdebirina çend zimanên çapxaneyan (Druckersprachen) ku mebesta wê ew e ku materyalên çapkirî bi qasî ku gengaz be di nav gelek zaravayên cihêreng ên almanî de were xwendin û têgihîştin.[6] Hêsaniya hilberînê û hebûna zêde ya nivîsarên nivîskî di forma nivîskî ya almanî de standardîzekirineke zêde ya zimanê almanî bi xwe re tîne.

Beşdarên civînên welatên almanîaxiv (2004).

Di sala 1901ê de konferansa ortografî ya duyemîn bi standardkirina (nêzîkî hemî ziman) temamî ya zimanê almanî ya standard di forma wê ya nivîskî de bi dawî dibe û almaniya pirtûka Duden wekî pênaseya almanî ya standard hatiye ragihandin.[7] Pêvajoya xalbendî û rastnivîsîna hevedudanî (hevgirêdanên hevgirtî an veqetandî) di vî demê de nehate standardîzekirin.

Deutsche Bühnensprache ("Zimanê sehneya almanî") ya Theodor Siebs sê sal berê ji bo bilêvkirina almanî di şanoyan de peyman çêkiribû lêbelê ev standardeke çêkirî bû ku bi tu zaravayên axavtinên kevneşopî re li hev nedihat.[8] Her çiqas piştre ev standard bi gelemperî wekî normek pêşniyarî ya gelemperî hatiye hesibandin, ev standard li ser bilêvkirina almanî ya li Almanyaya Bakur bû ku tevî kevneşopiyên bilêvkirinê yên cihêreng bi taybetî li herêmên jorî yên almanîaxiv ku îro jî devoka herêmê diyar dikin – nemaze bilêvkirina dawiya -ig wekî [ɪk] li cihê [ɪç]. Li Almanyaya Bakur, almaniya bilind ji bo piraniya niştecihan zimanek biyanî bû ku zaravayên wan ên zikmakî binkomên almaniya jêrîn bûn. Ev bi gelemperî tenê di nivîsandinê an axaftina fermî de dihat dîtin; di rastiyê de, piraniya almaniya bilind zimanek nivîskî bû ne wekî ti zaravayên axavtinê ku li seranserê devera almanîaxiv heta heya sedsala 19an dihate axavtin. Lêbelê standardîzasyona berfireh a bilêvkirinê li ser bingeha axavtina gelemperî di şano û medyayê de di sedsala 20an de hatiye damezrandin û di bilêvkirina ferhengan de hatiye belge kirin.

Guhertinên fermî yên hinek qaîdeyên ji sala 1901an nehatine derxistin heya ku reforma rastnivîsê ya almanî ya nakok a sala 1996an ji aliyê hikûmetên hemî welatên almanîaxiv ve wekî standardek fermî hatiye çêkirin.[9] Xebatên çapemenî û nivîskî niha hemî bi almaniya standard têne hilberandin û têne nivîsandin ku li hemî deverên almanî lê tê axavtin tê fem kirin.

Belavbûna erdnîgarî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li welatên ewropî rêjeya axavtin û belavbûna zimanê almanî.

Ji ber diyaspora almanî û ji ber populerbûna almanî ku wekî zimanek biyanî tê hîn kirin belavbûna erdnîgarî ya axêverên almanî (an "Germanofon") zimanê almanî li hemî parzemînan tê dîtin.[10]

Hêjmareke temamî û gerdûnî ya axêverên xwemalî yên almanî ji ber hebûna çend celebên ku statuya wan wekî "ziman" an "zaravayên" cuda ji ber sedemên siyasî û zimannasî têne nîqaş kirin tevlihev e ku di nav de cûrbecûr almaniyên bihêz ên wekî hinek formên almanê û almaniya jêrîn heye. Bi tevlêbûn an jî derxistina hinek cûrbecûran tê texmîn kirin ku bi qasî 90-95 milyon kes bi almanî wekî zimanê yekem diaxivin û 10-25 milyon wê wekî zimanê duyem diaxivin û 75–100 milyon zimanê almanî wekî zimanek biyanî diaxivin.[11][12] Li gorî van daneyan nêzîkî 175-220 milyon axêverên almanî li seranserê cîhanê hene.[13]

Li gorî daneyên sala 2012an nêzîkî 90 milyon mirov yan jî %16 ji nifûsa Yekîtiya Ewropayê zimanê almanî wekî zimanê xwe yê dayikê diaxivîn ku piştî zimanê rusî duyem zimanê herêz zêde ye ku li parzemîna Ewropayê tê axavtin. Li Ewropayê almanî piştî zimanê îngilîzî zimanê herî zêde ye ku li parzemînê tê axavtin.

Zimanê almanî li Ewropayê li welatên wekî Almanya, Awistirya, Swîsre, Liechtenstein, Lûksembûrg û li Belçîkayê bi tevahî yan jî herêmî wekî zimanê fermî hatiye diyarkirin.

Ji ber ku Namîbya ji sala 1884 heta 1915an koloniyeke Împeratoriya Alman bû nêzîkî 30.000 kes îro jî wekî zimanê zikmakî bi bi zimanê almanî diaxivin ku bi piranî neviyên niştecîhên kolonyalên alman in. Serdema kolonyalîzma alman a li Namîbyayê dibe sedema pêşketina zimanek almaniya bi navê "almaniya reş a namîbî" ku ji bo beşên nifûsa xwemalî bûye zimanake duyem a welêt.[14]

Piştî bidawîbûna desthilatdariya kolonyal a alman ligel îngilîzî û afrîkî, zimanê almanî wekî zimaneke de fakto zimanê fermî yê Namîbyayê dimîne û ev ziman ji sala 1984an heya serxwebûna welêt ji Afrîkaya Başûr ku di sala 1990an de welêt serxwebûna radigihîne ziman xwedî statûyeke hevfermî bû. Lêbelê hikûmeta Namîbyayê Afrîka û Almanyayê wekî sembolên apartheid û kolonyalîzmê dibîne û biryar dide ku îngilîzî piştî serxwebûnê bibe zimanê fermî yê yekane û diyar kiriye ku ew zimanek "bêalî" bû ji ber ku di wê demê de li Namîbyayê tu axavtvanên xwemalî yên îngilîzî tine bûn. Zimanê almanî, zimanê afrîkî û çend zimanên xwemalî bi vî awayî bi qanûnê bûne "zimanên neteweyî" ku wan wekî hêmanên mîrata çandî ya neteweyê didin nasîn û piştrast dikin ku dewlet hebûna wan li welêt qebûl dike û piştgirî dike.

Di roja îro de Namîbya ji derveyî Sprachraum li Ewropayê tenê welatê almanîaxiv tê dîtin. Zimanê almanî li çaraliyê welêt di warên cûrbecûr de tê bikar anîn nemaze di karsazî, tûrîzm û nîşaneyên gelemperî de û di heman demê de wekî zimanê perwerdehiyê, zimanê dêran (bi taybetî Dêra Evanjelîst a Lutheran a Almanî ya li Namîbyayê) û li qadên çandî yên din ên wekî muzîk û medya (wek bernameyên radyoya bi zimanê almanî ji hêla Pargîdaniya Weşana Namîbyayê) tê bikaranîn. Allgemeine Zeitung yek ji sê rojnameyên herî mezin ên Namîbyayê ye û yekane rojnameya rojaneya bi zimanê almanî ya li Afrîkayê ye.

Deverên din ên Afrîkayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nêzîkî 12.000 kes li Afrîkaya Başûr wekî zimanê yekem bi almanî yan jî cûreyeke almanî diaxivin ku bi piranî ji pêlên cûda yên koçberiyên di sedsalên 19an û 20an de derketine holê.[15] Yek ji civakên herî mezin ji axaftvanên "Nataler Deutsch" pêk tê ku cûrbecûr zimanê almaniya jêrîn ku li Wartburgê û li derdora bajarokê kom bûne.[16] Qanûna Afrîkaya Başûr almanî wekî zimanek "bi gelemperî tê bikar anîn" dide naskirin û Desteya Ziman a Pan Afrîkaya Başûr mecbûr e ku rêz û rêzê jê re peyda bike.[17]

Kamerûn ji 1884 heya sala 1916an koloniyeke Împeratoriya Alman bû. Lêbelê zimanê almanî piştî windabûna wê di Şerê Cîhanê yê Yekem de, bi zimanên fransî û îngilîzî yên bi zimanên du hêzên kolonyalên paşerojê re hate guhertin. Ji sedsala 21an vir ve almanî bûye zimanek biyanî ya populerê di nav xwendekaran de, digel ku 300.000 kes li Kamerûnê di sala 2010an de bi almanî fêr dibin an diaxivin û hêjmara xwendekar û axavtvanê zimanê almanî di sala 2020an de gihîştiye 230.000 kesan.

Amerîkaya bakûr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zimanê almanî di warê axaftvanên zimanên xwemalî piştî zimanê îngilîzî, spanî, fransî û zimanê çînî (bi hêjmarên Kantonî û Mandarin bi hev re) pêncemîn zimanê herî zêde ye ku tê axavtin ku bi tevahî zêdetirî milyonek axêverên almanî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hene.[18] Li eyaletên Dakotaya Bakur û Dakotaya Başûr zimanê almanî piştî zimanê îngilîzî zimanê herî gelemperî ye ku li di nav malan de tê axavtin. Wekî mîrasek koçberiya alman a girîng a li welêt, navên erdnîgarî yên bi zimanê alman dikarin li seranserê herêma Midwest, wekî New Ulm û Bismarck (paytexta eyaleta Dakotaya Bakur) û li gelek deverên din werin dîtin.[19]

Çend celebên zimanê almanî li welêt pêş ketine ku di roja îro de jî li Pensîlvanya Dutch û Texas German tê axavtin.

Amerîkaya Başûr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Brezîlê mezintirîn kombûna axêverên zimanê almanî li eyaletên wekî Rio Grande do Sul (ku Riograndenser Hunsrückisch pêşketiye), Santa Catarina û Espírito Santo ne.[20]

Zaravên almanî (bi taybetî li Hunsrik û Pomeraniya Rojhilat) li şaredariyên jêrîn ên Brezîlê zimanên naskirî ne:

  • Espírito Santo (wekî zimanek çandî yê li seranserê welêt): Domingos Martins, Laranja da Terra, Pancas, Santa Maria de Jetibá, Vila Pavão[21]
  • Rio Grande do Sul (zaravayên Hunsrîk a almanî wekî zimaneke çandî yê li herêmê ye): Santa Maria do Herval, Canguçu.
  • Santa Catarina: Antônio Carlos, Pomerode (almaniya standard tê naskirin).

Li Şîlî yê di sedsalên 19 û 20an de pêlek koçberiyeke mezin ê ji Almanyayê, Swîsre û Awistiryayê pêk hatiye. Ji ber vê yekê jî du zaravayên almanî yên bi navê Lagunen-Deutsch û Chiloten-Deutschderketin derketiye holê.[22] Koçberên almanî li vir bajar û bajarokên dewlemend ava kirin. Bandora koçberiya almanan a li başûrê Şîlî ya sedsala 19an tesîrek mezin li welêt dike ku Valdivia ji bo demekê bû bajarekî duzimanî yê spanî-almanî ku nîşaneyên bajêr dibe bi zimanê spanî û almanî. Di roja îro de zimanê almanî û zaravayên almanî li gelek bajar, komun û deverên gundewarî yên başûrê Şîlî têne axaftin ku bajar û komunên wekî Valdivia, Osorno, Puerto Montt, Puerto Varas, Frutillar, Nueva Braunau, Castro û Ancud, di nav de ne.

Li Arjentîn, Şîlî, Paraguay, Venezuela û Bolîvyayê jî hejmareke piçûk a almanîaxiv û neviyên wan têne dîtin.[15]

Li Awistralya û li eyaleta Awistralyaya Başûr di salên 1840an de pêleke berbiçav a koçberiya Prûsyayê (bi taybetî ji herêma Silezya) derbasî herêmê dibin. Digel îzolasyona dirêj a ji axêverên almanî yên din û têkiliya bi zimanê îngilîzî ya Awistralyayê re, zaravayek bêhempa ya ku wekî almaniya barossa tê zanîn pêş ketiye ku bi giranî li Geliyê Barossayê li nêzîkî Adelaideyê tê axaftin. Ji ber serdestiya hestên dijberî almanan ku di nav gel de çêdibe û xebatên hikûmetê ya têkildar, bikaranîna almanî bi hatina Şerê Cîhanê yê Yekem re bi tundî kêm dibe. Almanî di sedsala 20an de wekî zimanê yekem hatiye bikar anîn lê bikaranîna zimanê almanî niha bi çend axavtvanên kevnar re sinorkirî ye.[23]

Li gorî serjimêriya sala 2013an 36.642 kes li Zelandaya Nû bi zimanê almanî diaxivîn ku bi piranî neviyên pêlekê piçûk a koçberên alman ên sedsala 19an e ku ev jî zimanê almanî dike sêyem zimanê ewropî yê herî ku li welêt tê axaftin û piştî zimanê îngilîzî û fransî û bi tevahî nehemîn zimanê herî zêde ye ku li Zelandaya Nû tê axaftin.[24]

Almanî ya bi navê Unserdeutsch di dîrokê de li koloniya alman a berê ya Gîneya Nû ya alman a îro ya Papua Gîneya Nû hatiye axavtin. Ev zarava di roja îro de di bin xetereya windabûnê de ye ku tenê bi qasî 100 axaftvanên zimanê maye û ev yek bûye mijareke balkêşê di nav zimannasan de ku dixwazin eleqeya li ser ziman careke din dîsa vejînin.[25]

Almaniya standard

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bingeha almaniya standard bi Pirtûka Pîroz a Luther û zimanê şansê ye ku ji aliyê dîwana Sakson ve hatiye axavtin ku beşek ji koma herêmî ya almaniya bilind e, pêşketiye.[26] Lêbelê cih hene ku zaravayên herêmî yên kevneşopî bi zimanên nû yên li ser bingeha almaniya standard hatine guhertin ku li deverên mezin ên Bakurê Almanyayê lê di heman demê de li bajarên mezin ên li deverên din ên welêt jî wiha ye. Lêbelê girîng e ku were zanîn ku almaniya standard a hevpeyivînê ji zimanê nivîskî yê fermî cûda dibe nemaze di rêziman û hevoksaziyê de ku tê de bandora axavtina zaravayî heye.

Almaniya standard di nav welatên almanîaxiv de di warê ferhengî û hinek mînakên bilêvkirinê û tewra rêziman û rastnivîsê de jî ji hev cuda ne. Divê ev guherbar (varyasyon) bi guherbariya zaravayên herêmî re neyê tevlihevkirin. Her çiqas almaniya standard ên neteweyî bi kêmasî di bin bandora zaravayên herêmî de bin jî, li gorî welatan bandor ji hev pir cûda dibin. Ji ber vê yekê zimanê almanî wekî zimanek pir-navendî hatiye diyarkirin ku niha sê celebên standard ên neteweyî yên almanî hene ku celeb almaniya standard a Almanyayê, almaniya standard a Awistiryayê û almaniya standard a Swîsreyê ne. Li gorî zimanên din ên ewropî (mînak zimanê portugalî û zimanê îngilîzî), awa ya pir-standard a almanî hê jî bi berfirehî nehatiye pejirandin.

Zaravayên almanî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zaravên zimanê almanî cûreyên kevneşopî yên herêmî yên almanî ne ku gelek ji wan bi almaniya standard ji hev nayên famkirin û di ferheng, dengnasî û hevoksaziyê de cudahiyên wan ên mezin hene. Ger pênaseyek teng a ziman li ser bingeha têgihîştina hevdu were bikar anîn, gelek zaravayên slmanî wekî zimanên cihê têne hesibandin (mînak ISO 639-3). Lêbelê nêrînek bi vê awayê di zimannasiya almanî de ne asayî ye.

Berdewamiya zaravayê almanî bi kevneşopî bi piranî li zaravayên almaniya bilind û almaniya nizm tê dabeş kirin ku di heman demê de wekê aaksoniya nizm jî hatiye binavkirin. Digel vê yekê li Almanyaya îro Saksoniya nizm/Almaniya nizm bi gelemperî ji hêla gelek axêverên xwemalî ve jî wekî guhertoyek zaravayî ya Almaniya Standard li ser astek fonksiyonel tê hesibandin.

Cudahiyên di nav zaravayên almanî de pir girîng in ku bi gelemperî tenê zaravayên cîran ji hev têne fêm kirin. Hinek zarava ji bo kesên ku tenê Almaniya Standard dizanin nayên famkirin. Lêbelê hemî zaravayên almanî girêdayî berdewamiya zaravayên almaniya bilind û saksoniya nizm in.

  1. ^ a b Robinson, Bruce (22 hezîran 1992). "Results of the Tracer Experiment on May 18, 1992". Results of the Tracer Experiment on May 18, 1992.
  2. ^ a b Thomas-Mann-Gesellschaft, edîtor (1992). "Jahre des Unmuts. Thomas-Mann-Studien 10". Thomas-Mann-Gesellschaft. doi:10.3196/9783465025177.
  3. ^ Waterman, John T. (1976). A history of the German language : with special reference to the cultural and social forces that shaped the standard literary language. Internet Archive. Seattle : University of Washington Press. ISBN 978-0-295-73807-9.
  4. ^ a b Scherer, Wilhelm; Jankowsky, Kurt R. (1995). Zur Geschichte der deutschen Sprache. Oxford University. Amsterdam ; Philadelphia : J. Benjamins.
  5. ^ Keller, R. E. (1978). The German language. The Great languages. London ; Boston: Faber. ISBN 978-0-571-11159-6.
  6. ^ Sadie, Stanley (1965). "The English Bach Festival". The Musical Times. 106 (1470): 607. doi:10.2307/949319. ISSN 0027-4666.
  7. ^ "Nerius". Der Neue Pauly. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.
  8. ^ Schafer, Bernd; Siebs, Benno-Eide (2000). "Die Aussenpolitik der DDR 1976-1989: Strategien und Grenzen". German Studies Review. 23 (2): 407. doi:10.2307/1432736. ISSN 0149-7952.
  9. ^ &NA;, &NA; (1997). "Onward and upward". Melanoma Research. 7 (1): 3. doi:10.1097/00008390-199702000-00001. ISSN 0960-8931.{{cite journal}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  10. ^ "Foreign language learning statistics - Statistics Explained". web.archive.org. 28 hezîran 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 hezîran 2017. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "Ethnologue. Languages of Africa and Europe ed. by Gary F. Simons and Charles D. Fennig (review)". Rocky Mountain Review. 72 (1): 223–225. 2018. doi:10.1353/rmr.2018.0018. ISSN 1948-2833.
  12. ^ Shipman, Marten, edîtor (30 îlon 2005). Educational Research. Routledge. ISBN 978-1-135-38957-4.
  13. ^ "The most spoken languages worldwide 2023". Statista (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 tebax 2024.
  14. ^ Deumert, Ana; Vandenbussche, Wim, edîtor (27 çiriya pêşîn 2003). "Germanic Standardizations". IMPACT: Studies in Language and Society. doi:10.1075/impact.18. ISSN 1385-7908.
  15. ^ a b Xu, Zeming; Ge, Nannan (2023). "Pragmatic Enrichment in Processing Conjunctive Sentences by L1 Chinese L2 German Speakers". dx.doi.org. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.
  16. ^ "Natal Germans". web.archive.org. 29 kanûna paşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 kanûna paşîn 2020. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ "Constitution of the Republic of South Africa, 1996 - Chapter 1: Founding Provisions | South African Government". web.archive.org. 28 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ "Language map: What's the most popular language in your state?". web.archive.org. 13 gulan 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 gulan 2014. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  19. ^ "Germans from Russia Heritage Collection". web.archive.org. 19 hezîran 2010. Ji orîjînalê di 19 hezîran 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.
  20. ^ "IPOL realizará formação de recenseadores para o censo linguístico do município de Antônio Carlos-SC | IPOL". web.archive.org. 26 hezîran 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 hezîran 2015. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  21. ^ "Pommern in Brasilien". web.archive.org. 1 kanûna pêşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  22. ^ "El alemañol del sur de Chile – DW – 10/09/2016". web.archive.org. 29 nîsan 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 nîsan 2024. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  23. ^ Royal, Simon (25 adar 2017). "Keeping SA's Barossa Deutsch alive over kaffee und kuchen". ABC News (bi Australian English). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.{{cite news}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  24. ^ "Top 25 Languages in New Zealand | Ministry for Ethnic Communities". web.archive.org. 21 îlon 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 îlon 2022. Roja gihiştinê 19 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  25. ^ Holm, Søren; Holm, Soren (1989). "Private Hospitals in Public Health Systems". The Hastings Center Report. 19 (5): 16. doi:10.2307/3562636. ISSN 0093-0334.
  26. ^ SWADESH, FRANCES L. (1971). "Right On, Kathleen Gough!". American Anthropologist. 73 (2): 508–509. doi:10.1525/aa.1971.73.2.02a01220. ISSN 0002-7294.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]