Cinezûr
Xuyakirin
(Ji Cinesor hat beralîkirin)
Cinezûr | |
---|---|
Çağdaş | |
Koordînat: 38°23′24″Bk 40°38′39″Rh / 38.39000°Bk 40.64417°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Navçe | Licê |
Nahiye | Xîzan |
Bilindahî | 970 m (3180 ft) |
Nifûs (2012) | 25[1] |
Koda postayê | 21700 |
Koda telefonê | (+90) 412 |
biguhêre |
Cinezûr (bi tirkî: Çağdaş), gundekî girêdayî navçeya Amedê Lîceyê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin.
Cinezûr li başûrê Licê, cîranê Dêrxustê ye û 17 km ji Licê dûr e. Gundekî bejî ye. Di efsaneya Daknanos de Cinezûr Cehenema Deqnanos e. Di nav teht û zinarên pişt gund de bi dehan nawis hene. Yek ji wan nawisan du tebeqe ye. Dibe ku ew mala mezinê wê demê be.
Rezên Cinezûrê bi nav û deng in. Tiriya Cinezûrê hata zivistanê bi mêwan ve dimîne. Behîvên Cinezûriyan pir in. Cinezûr wek birêvebiriya sîyasî bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Çağdaş lê kiriye.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2012 | 25 |
2000 | - |
1990 | 371 |
1985 | 228 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 hezîran 2014
- ^ Yerelnet, Çağdaş, ji orîjînalê di 24 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 hezîran 2014
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |