Kîndî
Kîndî - الكندي | |
---|---|
![]() Felsefevanê ereb Kîndî
| |
Navê rastî | Ebû Yûsif Yaqûb kurrê Îshaq es-Sebah el-Kîndî |
Zayîn | 801 Besre |
Mirin | 873 Bexda |
Hemwelatî | Dewleta Ebasiyan |
Esil | Ereb |
Dîn | Îslam |
Pîşe | felsefe, matematîk, fizîk, psîkolojî, farmakolojî, astronomî û mûzîk |
Bandorbar | Platon, Arîstoteles, Plotînûs |
Bandorker | Ebû Zeyd el-Belxî, Robert Grosseteste |
biguherîne![]() |
Kîndî yan jî bi navê wî temamî Abu Yūsuf Yaʻqūb ibn ʼIsḥāq aṣ-Ṣabbāḥ al-Kindī (Erebî: أبو يوسف يعقوب بن إسحاق الصبّاح الكندي, (z .801? Besre - m. 873 Bexda) yek ji felsefevan, matematîkzan, fizîknas, psokolog, farmakolog û mûzîkvanê ereb yê herî bi nav û deng e.[1][2]
Kîndî li ser astronomiyê pirs û bersivên li ser "Guhertina hewayê", "Girtina berê rojê" û "Ronahiya stêrkan" pirtûkek bi navê "Qanûna di stêrkan de" berhev kiriye ku ev pirtûka wî ji 40 beşan pêk tê.
Kîndî di Serdema Zêrîn a Îslamê de di nav misilmanan de derketiye ji fîlozofên herî mezin e.[3] Ew li rojavaya bi navê Alkindûs têye nazkirin. Bi xwe hezarfen e.
Îbnûn Nedîm û zanyarê Îtalî Gerolamo Cardano di berhemên xwe de pir besna Kîndî didin.
Berhem[biguherîne]
- Rîsale fîl Aql Manaslk
- Rîsale fî Mahiyyetin Newmî wer hayalî beser
- Rîsale fîl Cewahîrîl Hamse
- Rîsale fîl îlletîs Selcî wel Berdî
Wel Berki wes Savaiki wer Radî wez Zemherîr.
- Risale fîş Şubat
- Rîsale fî wel Elel Hesana İhtiyaratil Eyyam
- De İntellecto Secondum Aristoteles et Platonem
- Rîsale fî İhtilafil Manazır
- Fî Marifeti Kuwal Edwiyetil Murekkebe
- Rîsale fi'l-İlleti'i-Levni'l-Lazeverdi
- Rîsale fi´l-hile li-def´i´l-ahzan
- Rîsaletu Eflatun ila Furfuriyus fî hakikati nefyi´l-hem
Çavkanî[biguherîne]