Ebdurehmanê Axtepî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebdurehmanê Axtepî
Rûpelekî li ser stêrnasiyê a Ebdurehmanê Axtepî
Jidayikbûn1850
Çinar, Diyarbekir (Bakurê Kurdistanê)
Mirin29 adar 1910 (60 Salî)
Amed
EsilKurd
BernavRûhî
Hevwelatî Kurdistan
PerwerdeMedreseya Axtepeyê
Medreseyên Iraqê
Medreseyên Surîyê
DestûrnameMele Muhemmedê Efendî
PîşeAlim, stêrnas, felsefevan û helbestvan
SerdemSedsala 19an
BandorbarMelayê Cizîrî, Ehmedê Xanî
BandorkerZeynelabidin Zinar
DînÎslam
ZarokMuhemmedê Kerbelayî, Şêx Eskerî
Dê û bav
biguhêreBelge

Şêx Ebdurehmanê Axtepî[1](jdb. 1850 Çinar - m. 29ê adar 1910[2], Amed) felsefevan, stêrnas û alimekî kurd yê sedsala 19an e.[3][4]

Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 1850 li gundê Axtepe di şeva êvara înê de, roja 30ê meha rebî'ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1910, pêncê sibatê, yan 29ê adarê jî, li Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê[5].

Pirtûkeke wî heye bi navê Rewdneîm ku ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tîpguhaztin. Tê de qala wesfên Muhemmed pêxember û mîraca wî kiriye. Pirtûk mênzûm e, û 360 rûpel in. Pirtûk di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsan. Evdirehman texlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurmancî û kurmancan kiriye.

Kurdnas Aleksandr Jaba jî di pirtûka xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi zimanê fransî nivîsandine[çavkanî hewce ye].

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêx Ebdurehman despêka xwendina xwe, pêşî di xwendegeha bavê xwe de li gundê Axtepe û li nik bavê xwe kiriye. Pişt re çûye li Başûrê Kurdistanê di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Piştî wefata bavê wî, ew bi şûnde hatiye Axtepeyê û li şûna li xwendegeha bavê xwe dersdarî kiriye. Heta ku birayê wî Şêx Muhemmed Can li Şamê xwendina xwe kuta kiriye û bi şênde vegeriyaye hatiye Axtepeyê.

Îcar pişt re Şêx Ebdurehman dersdanê spartiye birayê xwe û wî jî xwe daye ser nivîsandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, li wî karê pîroz domadiye.

Wefata wî jî Romî 16ê adara 1326an e. Ev tarîxa bi mîladî dibe 29ê adara 1910. Dema ku Şêxê bi navûdeng wefa kiriye, gelê kurd ê wefadar çardara wî li ser dest û milên xwe ji Amedê hilgirtiye û birine gundê Axtepeyê, wî li kêleka bavê wî Şêx Hesenê Nûranî veşartine.

Berhemên Ebdurehmanê Axtepî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rewdneîm (Rawd Na'im)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev pirtûka bi navê Rewdneîm ya herî mezin e û xwerû bi zaravayê kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkî li ser jiyana Muhemmed Pêxember gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina Muhemmed Pêxember a Mî’racê beyan dike. Lê belê di nava wan helbestên olî de, Şêx hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser tirk û ereb û farisan.

Ew nusxeya orijînal a Rewdneîmê ku Şêx Ebdurehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. Nivîskarê vê pirtûkê, ew di 1965-66an de li ba Ebdurehmanê nebiyê wî dîtiye.

Dîwana Rûhî Ev pirtûka Şêx Ebdurehmanê Axtepî, bi navê Dîwana Rûhî hatiye naskirin. Çewa ku li pêş jî hatiye gotin, Rûhî bernavkê yan nasnavê Şêxê nemir e ku wî di helbestan de ji bo xwe bi kar aniye. Dîwan di sala 1293ê hicrî (1876) de hatiye nivîsandin. Bi tevayî 28 beş in û 471 malik in, tev bi kêş û qafiye ne û kiteyên wan bi jmar in. Her beşek li ser jmareke kifş bi kiteyan dikişe û hin malikên pêncok jî tê de hene.

Kitabu Keşfî'z-zelam (Kitab Kashf al-Zalam)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev pirtûk xwerûbi zimanê erebî ye û li ser fikra baweriyên cuda yên di ola Îslamê de hatiye nivîsandin. Pirtûk 35 rûpel e. Lê heta niha jî çap nebûye[çavkanî hewce ye]

Kitabu'l-Ibriz (Kitab al-'Ibriz)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêx Ebdurehmanê Axtepî, vê pirtûkê jî bi zimanê erebî nivîsiye. Li ser eyişandin û îsbata Quranê ye ku pirtûkeke esmanî ye û ku ji aliyê Xwedê ve, ji Muhemmed pêxember re hatiye hinartin. Pirtûk 81 rûpel e û heta niha çap nebûye[çavkanî hewce ye].

Minhacu'l-Usûl (Minhaj al-Wusul)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêx Ebdurehmanê Axtepî ev pitûk bi zimanê erebî li ser Fiqiha olî nivîsiye û 50 rûpel e[çavkanî hewce ye].

Stêrnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev pirtûk li ser stêrnasiyê hatiye nivîsandin û tevgera stêrk, hîv, roj û ya exteran şirove dike, herweha Şêx Ebdurehmanê Axtepî gutlek di rengê dinyayê de ji dara gûzê çêkiriye û li serê parzemînan jî daye nîşandan. Lê ev pirtûka Şêx rûpela pêşîn û ya paşîn herdû jî hate wendakirin ji ber wê yekê navê vê pirtûkê nayê zanîn.

Pirtûka Şêx Ebdurehmanê Axtepî û Gutlek ji bo stêrnasiyê

Teqwîma Romî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev salnameya ku Şêxê nemir nivîsiye, çaxê rojan xasma jî nivêjan bi roj, heftî, meh û sal daye xuyakirin. Pirtûk 18 rûpel e.

Kitabu's-Serf we'n-Nehw (Kitab al-Sarf wa'l-Nahw)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev pirtûka ku 50 rûpel e li ser rêziman û kêşana zimanê erebî û bi zimanê erebî hatiye nivîsandin.

Kitabu't-Tib (Kitab al-Tibb)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev pirtûk li ser nexweşiyan hatiye nivîsandin û Şêx Ebdurehmanê Axtepî kîjan derman ji bo kîjan nexweşiyê ye diyar kiriye.

Rîsale[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêx Ebdurehmanê Axtepî vê berhemê di 1894an de wek rîsale ango name nivîsiye.

Mentiq[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêxê nemir li ser mentiq û felsefê du cild nivîsîne û her yek 90 rûpel e.

Rabîte[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêx Ebdurehmanê Axtepî li ser rabîteyê nivîsiye, delîl û rîwayet anîne ku li gor Mewlana Xalid çewa rêçik tê meşandin.

Rîsaletu'l-Edeb we'l-Adab[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûk li ser prensîb û fezîleta kirina emel li gor rêçika neqşbendî nivîsiye. Pirtûk herwekî pirtûka destan e ku mirîdên rêçika neqşbendî bixwînin.

Têgotin ku Şêx Ebdurehmanê Axtepî çend berhemên din jî nivîsîne, lê niha ew li holê nayên xûyakirin, dibe ku ji aliyê leşkerên dewletê ve hatine şewitandin.

Sedemê nivisandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbestvan û nivîskarê nemir Şêx Ebdurehmanê Axtepî, sedemên herî girîng ku ev pirtûk nivîsîne, hin jê ev in ku li layêt welatparêzî bi hin helbestên xwe eşkera gotiye[çavkanî hewce ye]:

Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner

Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
“Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“
Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene
Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne
Binêrin li şi‘ran heçî zaniye
Çi terkîbekî serfê kurmancî ye
Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam
Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab
Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn
Çiku kes nehin bêje min “aferîn“

Gelek caran jî Axtepî li ser vexwarina bade û meyê û herweha daketina meyxaneyê û li ser evîna xwe jî gotiye[çavkanî hewce ye]:

Were ey qelem ser siyaqa ewil

Tu jî saqiya bîne cama çu gul
Ku seccade û xerqe û sebheyê
Bikim rehnê bade di meyxaneyê

Ev çend malikên li jêr, jêderkên ji Dîwana Şêx Ebdurehmanê Axtepî ne[çavkanî hewce ye]:

Da çêbitin der dil tereb

Turk û Ecem, Rom û Ereb
Guh din bi qanûnê edeb
Ser ah û kovan û keser

Axtepî li ser evîna xwe di Dîwanê de jî weha gotiye[çavkanî hewce ye]:

Ji dil daxwazê yarê

Qewî mexmûrê badê me
Murîdê saz û badê me
Bi îxlasê temennayê
...
Bi qurban bim ji bona çeşmê şehla qameta yekta
Di her wext û di her gavan di nîva sar û sermayê
...
Îd e, keyf û şahî ye nêv xas û amê xulxul e
Yek yekan aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e
...
Turk û Tacik û Qeçer ber milkê dil anîn hucûm
Pey bi pey, saet bi saet xaretê Kurdan dikin

Hezar salan di zîndan da bimînim

Di Çe'lan da, di nav mar û dipûşkan da bimînim
Li hevrazan berê aşan bikşînim
Li berwaran pezkoviyan biçêrînim
Zivistanan li ser avan bimînim
Ne ku carek yekî Ehmeq bibînim.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Zeynelabidin Zinar: Abdurrahman Adak, Mexles di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de , r. 33 Nûdem, Komara Hunerî, Edebî û Çandî, No 11, 1994, r. 82
  2. ^ https://islamansiklopedisi.org.tr/abdurrahman-aktepe
  3. ^ http://diyarname.com/article.php?Idx=94
  4. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 sibat 2020 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 sibat 2020{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ Zeynelabidin Zinar: https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/94ZG7VUYBC.pdf