Kurçik, Gimgim
Kurçik Görgü | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Gimgim (navend) |
Demografî | |
Gelhe (2010) | 402[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 39°14′40″Bk 41°35′26″Rh / 39.24444°Bk 41.59056°Rh |
Bilindayî | 1.990 m |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
![]() |
Kurçik, Qurçike, Qurçik, Qurçikê, (bi romî kirine: Görgü) gundekî girêdayî navçeya Mûşê Gimgimê ye. 15 km ji Gimgimê dûr dikeve.
Bilêvkirinên wê gelek in, lê bi texmîni ya herî rast Kurçik e, lewra "kur" di wateya cihê jor, cihê bilind, cihê li aliyê serî ye. Hin devokên kurdî de îro jî kur di wateya jor û serî de tê bikaranîn. Bo mînak kurdên Tolhildanê, kurdên Erdêxanê.
Herwiha di wateya kurçik, qûçik, tûmik de ye. Ango cihê kevirî û wekî qûça keviran ku ew jî bi xwe dîsa cihê kur e, cihê bilind û jor e.
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li cem gundê Goma Zîlê ye. Tê gotin bingeha gund êla Heyderan avêtiye. Ev êl ji aliyê Ezirganê (ji Tercanê) hatiye, li vir bicih bûye. Lê ev teb gotin in, lêkolînên zanistî nehatine kirin.
Bi texmînî di salên 1500 - 1600î de bingeha gundê niha hatiye avêtin lê pirr berê jî herêm cihwar bûye.
Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Koordînat, hêlîpan: 39.25645°, hêlîlar: 41.58857°. Bilindahiya axa gund ji rûyê avê 2.355 m ye. Di ber Çiyayê Bîngolê de ye. Nêzîkê Seferek, Banzerê ye.
Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2008 | 409[3] |
2000 | 451 |
1990 | 620 |
1985 | 649 |
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wargehên balkêş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ tuik, 2010[Girêdan daimî miriye]
- ↑ Yerelnet, Görgü, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 24 gulan 2011
- ↑ tuik, 2008[Girêdan daimî miriye]