Mizûran
Mizûran Yayıklı | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Gimgim (navend) |
Demografî | |
Gelhe (2010) | 139[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 39°14′33″Bk 41°23′27″Rh / 39.24250°Bk 41.39083°Rh |
Bilindayî | 1.715 m |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Mizûran (bi romî kirine: Yayıklı), gundekî girêdayî navçeya parêzgeha Mûşê Gimgimê ye. Niştecihên gund bi du zaraveyan diaxivin û Elewî-Sunnî bi biratî bi hev re dijîn.
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Mûziran, Mizûriyan, Minzûran jî tên bilêvkirin. Navê xwe ji êla Mizûriyan girtiye ku wextekê cihwar bûne. Bi texmînî êla Mizûriyan navê xwe dane Çemê Minzûrê ya li Dêrsimê jî. Di şerê [8Osmanî]] û Îranê de eşîrên kurd gelek cih guhertine. Êlên Elewî piştgiriya Farisan, ên Sunnî jî yên Osmanîyan dikirin. Kîjan alî biserbiketa bandora xwe li rewşa êlan jî dikir.
Temendirêjên gund îdîa dikin ku ji vir bi qasî 300 sal berê ji parêzgeha Dêrsimê hatine û mezinên wan navê Çemê Minzûrê dane gund.
Erdnîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
10 km ji navenda Gimgimê dûr dikeve. Koordînatên gund, hêlîpan: 39.2425°, hêlîlar: 41.390833°. Bilindahiya axa gund ji rûyê avê 1.715 m ye.
Avhewa[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Klîmaya gund çiyayî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan dirêj û sar in.
Aborî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Aboriya gund berê gelek baş bû. Şer aborî xirab kir. Gundiyan mecbûr man herin bajarên Tirkiye û Ewropayê bixebitin. Axa gund ji bo ajalvanî û çandiniyê bikêr e.
Gelhenasî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2010 | 139 |
2008 | 131[3] |
2000 | 118 |
1985 | 112 |
1985 | 139 |