Here naverokê

Dadînan

Dadînan
Ölçekli
Dadînan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Dadînan
Dadînan
Koordînat: 39°9′30″Bk 41°16′57″Rh / 39.15833°Bk 41.28250°Rh / 39.15833; 41.28250
WelatBakurê Kurdistanê
DewletKurdistan
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeGimgim (navend)
Bilindahî
1.455 m (4774 ft)
Nifûs
 (2010)
715[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Dadînan (bi romî kirine: Ölçekli), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.

Dadînan gundekî dîrokî ye. Ji dema Mediyan, Urartû, Bîzans, Roma û mîritiyên Kurd ên serdema navîn bermahî hatine dîtin.

16 km ji Gimgim, 76 km ji Mûşê dûr dikeve.

Klîmaya gund wekî ya herêmê çiyayî ye. Bi havînan ziwa û tavî ye, kêm baran dibare. Zivistan dirêj in û gelek berf dibare. Axa gund bêhtir ji bo ajalvaniyê bikêr e.

Aboriya gund ji ber şer gelek xirab bûye. Gelekan mecbûr mane ji gund bar bikin herin bajarên Tirkiyeyê û Ewropa. Bi havînan derdikevin warên Çiyayê Şerevdînê, Warê Dadînanê. Lê ji ber bi salan qedexebûna zozanan, li herêmê pişta ajalvaniyê hat şikestin.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seyda Melle Selîm alimekî Îslamî bû ku heta wefata xwe di sala 1993’an de li vir jiya. Ew li vir medreseyek ava kir û ders da. Piştî wî, kurê wî Seyda Melle Feysel karê medresê domand û heta wefata xwe di sala 2025’an de wê birêve bir.

Nifûs li gorî salan
SalNifûs±%
2007697    
2008683−2,0%
2009704+3,1%
2010715+1,6%
2011714−0,1%
2012717+0,4%
2013739+3,1%
2014717−3,0%
2015699−2,5%
2016687−1,7%
2017658−4,2%
2018650−1,2%
2019645−0,8%
2020628−2,6%
2021608−3,2%
2022591−2,8%
2023597+1,0%
2024559−6,4%
Çavkanî: 2007,[2] 2008,[2] 2009,[2] 2010,[2] 2011,[2] 2012,[2] 2013,[2] 2014,[2] 2015,[2] 2016,[2] 2017,[2] 2018,[2] 2019,[2] 2020,[2] 2021,[2] 2022,[2] 2023,[2] 2024[2] Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  1. tuik, 2010
  2. 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 "Adrese Dayalı Nüfus Kayıt Sistemi" (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 gulan 2025.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]