Dirban, Gimgim
Dirban Çayönü | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Qerekoy |
Demografî | |
Gelhe (2010) | 24[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 39°7′15″Bk 41°37′9″Rh / 39.12083°Bk 41.61917°Rh |
Bilindayî | 1.830 m |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
![]() |
Dirban, Dirba, Dirbo, Gundê Dirbo (bi tirkî kirine: Çayönü) gundekî girêdayî navçeya Mûşê Gimgimê ye.
28 km ji Gimgim, 76 km ji Mûşê dûr dikeve. Axa gund 1.772 m ji rûyê avê bilind e. Gund di erdheja sala 1966ê de ziyan dîtiye, cihê gund hatiye guhertin. Gundekî stratejîk e.
Pirraniya gundiyan mecbûr mane bar bikin, herin bajarên Kurdistan,Tirkiye û Ewropayê.
Dîroka Dirbanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li ser dîrok û bingeha gund lêkolîn nehatine kirine. Li herêmê bi navê Dirbo mêrxasek hebûye. Dirbo bavê Cindî, Cindî bavê Sertîf e. Sertîf welatparêz, mêrxas û axayek bû li Gundê Anêrê. Xizmên Seîdê Nado (Bavê Dilşayê, serhildêrek navdar ê kurd) ne, ji bera Elî Axa ya êla Cibiriyan e.
Têkiliya Dirbo bavê Cindî bi vê gundê re heye yan nîne, ne kivşe ye.
Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2008 | 26[3] |
2000 | 40 |
1990 | 99 |
1985 | 177 |
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ tuik, 2010
- ↑ Yerelnet, Çayönü, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 23 gulan 2011
- ↑ tuik, 2008[Girêdan daimî miriye]
![]() | Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |