Kevirê Hingiv

(Ji Kevirêhingiv hat beralîkirin)
Kevir hingiv
Baltaş
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mûş
Navçe Gimgim
Nahiye Gimgim (navend)
Demografî
Gelhe (2010) 77[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 39°7′18″Bk 41°31′33″Rh / 39.12167°Bk 41.52583°Rh / 39.12167; 41.52583
Bilindayî 1.660 m
Koda postayê 49600
Koda telefonê (+90) 436
Kevir hingiv li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kevir hingiv
Kevir hingiv
Kevir hingiv (Tirkiye)

Kevir hingiv, Kemera Hemgenî (bi romî kirine: Baltaş) gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.

10 km ji Gimgim, 70 km ji Mûşê dûr dikeve. Ji ber ku niştecihên Gimgimê bi du zaraveyên kurdî diaxivin, carnan Kevirê Hingiv, Carnan Kemerê Hemgenî bikartînin. Aboriya gund li ser xwedîkirina ajalên malê ye.

Di salên 1970yî de li gund nêzîkî 100 mal hebûn, lê ji ber xizanî, şer gund gelek vala bû, niha li dora 15-20 mal mane. Sedemek valabûnê jî karmendî ye. Lewra sala 1966 li Gimgimê erdhej pêk hat û dewletê ji bo pişavtina Kurdan zarok berhev kirin û şandin dibistanê starê (dibistanên hewandinê, dibistanên şevê, bi tirkî yatili okul) û dema wan dibistanên xwe bidawî kirin û bûn karmend, êdî venegeriyan.

DYA û Ewropayiyan di erdhejê de pere dabûn Tirkiyeyê ku ji xelkê Gimgimê re avahiyan çêbike. Lê dewlet li ser soza xwe nesekinî, pere xwarin û tenê bo çend gundan avahiyên erzane çêkirin. Yek ji wan jî Kemerê Hemgenî bû, di nava salên 1999 - 2003 de xanî ji gundiyan re çêkirin, ango nêzîkî 40 sal şûnde.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2010 77
2008 83[3]
2000 99
1990 176
1985 208

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. tuik, 2010
  2. Yerelnet, Baltaş, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 20 gulan 2011
  3. tuik, 2008[Girêdan daimî miriye]