Xirbeqûv
Xirbeqûv Taşdibek | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Gimgim (navend) |
Demografî | |
Gelhe (2010) | 264[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 39°8′12″Bk 41°26′56″Rh / 39.13667°Bk 41.44889°Rh |
Bilindayî | 1.560 m |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Dûrahî | ||
![]() |
gund | Navçe ![]() |
---|---|---|
66 km | ![]() |
6 km |
Xirbeqûv (bi romî kirine: Taşdibek), an Xirbaqûv, gundekî navçeya Gimgima Mûşê ye.
Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Lêkolîneke zanistî li ser bingeh û dîroka gund nehatiye kirin. Bi texmînî bingeha gund di sedsala 17. de hatiye avêtin. Wextekê êla Dimiliyan li vir cihwar bûne. Ji ber sedemên nayên zanîn, Dimiliyan bar kirine. Navê xwe ji navê Yakûb kesekî digire. Ango "xirabeyên Yakûb". Yakûb êla Dimilî bûye û bi birayên xwe re pevçûye, birayên wî çûne gundê Hecîbega Jêr cem xizmên xwe. Yakûb mirovekî serhişk lê merd bûye.
Li gund demekê xanek jî hebûye. Rêwiyên diçûne Mûşê yan ên berê xwe didane gundên wêyalî Ava Bîngolê (gundên li aliyê Şerevdînê ne) li vir bêhna xwe vedidane, hespên xwe nal dikirine. Hespên diketine bezê jî li vir dihatine nalkirin. Demekê di navbera Yekîneyên Hemîdiyeyê û gundiyan de pevçûneke çekdarî derketiye, gundiyan 20 siwarên Hemîdiyeyê dîl girtine, lê bi lavayên karmendên Osmanîyan dîsa serbest berdane. Dibêjin mesele ji ber dew derketiye. Siwarên Osmaniyan hatine ferman dane gotine ewçend eyaşîr dew dabigirin, ji me re bînin. Gundî jî dibêjin "hûn mêvan in werin fermo, xwarinê bixwin, lê kes nikare fermanê bide me, em bi fermanan ne qeliyê, dew jî nadin xelkê".
Erdnîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ji navenda Gimgimê 6 km dûr e. Li ser riya Mûş - Gimgimê ye. Berê gund berî bi Çiyayê Şerevdînê ve ye. Koord. hêlîpan: 39.136667°, hêlîlar: 41.448889°. Bilindahiya axa gund ji rûyê avê: 1.560 m ye.
Avhewa[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Klîmaya gund çiyayî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa berfî ye. Zivistan dirêj û sar in.
Aborî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ji ber şer aboriya gund xirab bû. Xelkê gund mecbûr man herin bajarên mezin ên Tirkiyeyê yan Ewropa, bixebitin. Ajalvanî, çandinî tê kirin. Niha li dora 80-90 malbat lê dijîn. Alîkariyên koçberbûyan jî girîng e.
Gelhenasî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2010 | 192 |
2008 | 195[3] |
2000 | 195 |
1990 | 257 |
1985 | 340 |
Wargehên balkêş[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ tuik, 2010[permanent dead link]
- ↑ Yerelnet, Taşdibek, ji orîjînalê di 2015-04-06 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2011-05-31
- ↑ tuik, 2008[permanent dead link]