Mûskan

Mûskan
Beşikkaya
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mûş
Navçe Gimgim
Nahiye Stûkuran
Demografî
Gelhe (2010) 127[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 39°17′28″Bk 41°16′45″Rh / 39.29111°Bk 41.27917°Rh / 39.29111; 41.27917
Bilindayî 1.955 m
Koda postayê 49600
Koda telefonê (+90) 436
Mûskan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Mûskan
Mûskan
Mûskan (Tirkiye)

Mûskan (bi romî kirine: Beşikkaya), gundekî navçe Gimgima Mûşê ye.

Li devedorên wê Stûkuran, Harik, Çemê Şorikê, Çiyayê Bîngolê hene. Tê gotin avakarê vê gundê bi navê Mûsa mirovek bûye. Dibe ku bi navê bajarê Mûşê re jî têkildar be. Mixabin lêkolînek nehatiye kirin.

Gundî bi zaraveyê kirmanckî (zazakî, dimilkî, kirdkî) diaxivin û ji aliyê olî ve baweriya Elewî dihewînin. Malbatên bingehîn Osmanijan, Sormemedan, Cafkijan, Şerkijan, Alkijan, Ferkijan û Dewdijan in. Tê gotin wextekê ji aliyê Ezirgan û Dêrsimê hatine.

Di erdheja sala 1966 de ziyan dîtiye, li dora 20 kesan jiyana xwe jidest dane. Şer û xizaniyê li vê gundê jî bandor kiriye, gelekan bar kirine.

Mezreyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Memîş, Dewa Memîş
  • Kalî, Dewa Kalî

Bi havînan derdikevin Warê Sor, Warê Mêrga Sîran ûêd, lê van salên dawiyê rewş xirab bûye.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2008 137[3]
2000 106
1990 170
1985 244

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. tuik, 2010[Girêdan daimî miriye]
  2. Yerelnet, Beşikkaya, ji orîjînalê di 5 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 20 gulan 2011
  3. tuik, 2008[Girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]