Stûkurana Qij

Stûkurana Qij
Üçbulak
Stûkurana Qij li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Stûkurana Qij
Stûkurana Qij
Koordînat: 39°16′22″Bk 41°16′3″Rh / 39.27278°Bk 41.26750°Rh / 39.27278; 41.26750
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeStûkuran
Bilindahî
1.670 m (5480 ft)
Nifûs
 (2010)
46[1]
Gel
 • EşîrXormekan
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Stûkurana Qij, Uskura qij, Uskura qic, Hustkura qicik (bi romî kirine: Üçbulak) gundekî navçe Gimgima Mûşê ye. Niştecihên gund Elewî ne û bi kirmanckî diaxivin.

Wateya navê gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê hin navên ku fîzîka mirovan dihewînin hene, wan bingeha xwe ji fîzîka avakarê gund girtine. Yan jî mirovan erdnîgariya gund şibandine fîzîka mirovan. Bo mînak, Koro, Keçelan, Dest/ik/an/o, Qop/ik/an/o hwd. Di salên 1970ê de komeleya mamosteyan (TÖB-DER) li Gimgimê xebatek li ser navên gundan kiribûn, di wê de dihat gotin ku rastiya navê Hustkuran, Ustûkuranê Stûkuran e. Tê wateya "gundê erdnîgariya wê dişibe stûyê mirov, gundê avakarê wê mirovekî stûkur bûye".

Di hin devokan de bo stû, hustu, hustû, ustû, isti, histi jî dibêjin. Xelk bo stûkuranê evana bikartînîn: Ustkuran, Huskuran, Ûstkura, Uskuran, Ûstikuran. Du Stûkuran hene, ji ya din re tenê Stûkuran, ji viya re Stûkurana Qij dibêjin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Dewleta Tirk bi damezrandina xwe ve destpê kir, kurd wekî tirk dan nîşandan. Îdeologên wan ên navdar ji ber xwe bi hezaran pirtûkên dîrokê nivîsandin, di wan de "tirkbûna kurdan" îdîa kir. Dema biser neket jî, hebûna kurdan pejirand. Niha êdî înkariyê nake lê bandora van pirtûk û dezînformasyonan didome.

Gelek kes hêj wan derewan bilêv dikin. Bi taybetî pirraniya malperên Gimgimiyan, dema behsa dîroka herêmê dikin ji wan pirtûkan sûdê werdigirin. Di wan de tê îdîakirin navê Vartoyê "keyê Akkoyunluyan li balindeyan nêriye ku toykusu (?) pirr in, gotiye bila navê vir bibe var+toy+kuşlari. Ew jî bûye Varto".

Di wan pirtûkan de kurmanc û zaza ji hev tên veqetandin. Herwiha Elewî û Sunnî jî. Dezînformator û pisporê şerê psîkolojîk Cemal Şener dibêje "kurdên Elewî bi eslê xwe tirk in. Kurdên zaza jî tirkên xas in". Ev derew li ser xelkê jî bandorek mezin daniye.

Gelek kesên Gimgimê dema mirov jê bipirse dibêjin "eslê me ji Xorasanê ye, em berê tirk bûne". Li TVek wekî Medya TV de jî di bernameyek xwerû li ser dîroka Gimgimê bû, heman derew dihatin gotin, digotin navê Vartoyê ji "pirrbûna toy+kuslari derketiye".

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundekî biçûk e. 22 km ji Gimgim, 82 km ji Mûşê dûr dikeve. Koordînat: 39.272778 Bakur, 41.2675 Rojhilat.

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klîmaya gund çiyayî ye. Bi zivistanan ziwa û berfî, bi havînan ziwa û tavî ye.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Axa gund ji ajalvanî û çandiniyê re bikêr e. Şer aborî xirab kiriye, gundî mecbûr mane herin bajarên mezin ên Tirkiye û Ewropayê, bixebitin.

Wargehên balkêş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navdarên Stûkurana Qijê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]