Goma Gorgol
Goma Gorgol | |
|---|---|
| Dallıöz | |
| Koordînat: 39°9′8″Bk 41°22′7″Rh / 39.15222°Bk 41.36861°Rh | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Mûş |
| Navçe | Gimgim |
| Nahiye | Gimgim (navend) |
| Bilindahî | 1.490 m (4890 ft) |
| Nifûs (2010) | 193[1] |
| Koda postayê | 49600 |
| Koda telefonê | (+90) 436 |
![]() | |
| biguhêre | |
| Dûrahî | ||
| gund | Navçe | |
|---|---|---|
| ? km | ? km | |
Goma Gorgol (bi romî kirine: Dallıöz), gundekî navçeya Gimgima Mûşê ye.
Hin ji bilêvkirinên navê Gorgolê: Goma Golgol, Goma Gorgo. 8 km ji Gimgimê dûr dikeve. Gundên nêzîk, Alingoza Jor, Alingoza Jêr, Goma Hus in.
Wateya navê wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gund di ber perê avê de ye ku yek ji şaxên Mûradê ye ev. Bi biharan av radibûye û goman dikiriye golgolî. Dibêjin berê li vir gomên gelemperiyê hebûne, ango bêxwedî. Koçerên ku birrên xwe dibirine zozanên Bîngol û Şerevdînê bo demekê ev gom bikardianîne.
Hin dibêjin ev gomên bêxwedî bi zivistan û payîzan dibûne stara guran, ji ber wê gotine "goma gur-guran".
Îdiyak jî ew e, li vir şikeftin guran hebûne, di erdheja sala 1946î de gelek ji xirab bûne, ber bi avê weşiyane.
Lêkolînek zanistî nehatiye kirin.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Koordînat: Helîpan: 39.15309°, Helîlar: 41.36696°
Bilindahiya axa wê ji rûyê avê: 1.480 metre
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Gelhe[2] |
|---|---|
| 2008 | 174[3] |
| 2000 | 194 |
| 1990 | 306 |
| 1985 | 283 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
- ^ Yerelnet, Dallıöz, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 gulan 2011
- ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]
| Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
