Leyla Bedirxan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Leyla Bedirxan
Leyla Bedirxan
Prensesa kurd Leyla Bedirxan
Navê rastî Leyla Bedirxan
Bernavk Prensesa kurd
Zayîn 1908
Stembol (Tirkiye)
Hemwelatî Tirkiye
Esil  Kurd, cihû, awistriyayî
Pîşe Hunermenda baleyê
biguherîneBelge

Leyla Bedirxan (z. 1908 Stembol − m. 1986 Parîs)[1] yekemîn hunermenda baleyê ya kurd e û wekî prensesa kurd tê naskirin, Keça Abdurezak û Henriette Bedirxan e.

Kurtejiyan[biguherîne]

Leyla Bedirxan a ku îro weke prensesa kurd tê nasîn di sala 1908'an de li Stembolê jidayikbû. Dayika wê, Henriette Hornik, jineke cihû-awistriyayî, li Viyana jiyaye û li wir perwerdehiya xwe kiriye. Bavê Leyla, Abdulrezak jî ji malbata Bedirxaniyan e ku di nava kurdan de xwedî gotin bû. Ji ber koçkirina bi zorê malbata wê koçî Misirê kir. Li wir zarokatiya xwe derbas kir, lê piştî mirina bavê, keç û dayik bi malbarkirinê jiyana xwe li Viyanayê berdewam kirin.

Destpêka jiyana hunerî[biguherîne]

Leyla Bedirxan li Viyanayê perwerdeya xwe ya ewil a dansê dît û li Operaya Viyanayê cara yekem derkete ser dikê. Ji bo ku karibe li Fransayê xwe ji aliyê hunerî ve pêşbixe, Leyla Bedirxan bi Henri Touache re zewicî. Leyla, him ji aliyê karê xwe yê hunerî ve him jî ji aliyê jinbûyîna xwe ve, weke jineke serbilind dihate nasîn. Û wê tu car kurdbûna xwe înkar nekir. Gava wek 'ereb' hatiye bi nav kirin wê evya sererast kiriye û xwe hertim wek kurd daye nasîn.

Dengdana hunera wê[biguherîne]

Di roja 30'ê gulanê 1935'an Leyla ji bo Centre Marcelin Berthelot a li Parîsê baleyek pêşkêş kir û baleya wê rastî gelek ecibandinan hat. Piştre, Leyla pênc piyesteyên cuda yên di bin derhêneriya muzisyenê navdar Maurice Naggiar de leyst.

Dîsa di 24'ê hezîranê heman salê de li La Grande Salleê, yek ji salonên herî bi nav û deng ên Parîsê, Leyla digel orkestraya di bin derhêneriya Maurice Naggiar de û bi alîkariya pianoya Iren Aitoff derket ser dikê. Êdî Leyla Bedirxan dilê hezkiriyên hunerê yên Parîsê feth kiribû. Jina kurd di çavên hunerhezên Parîsê de jineke eksotîk û bêhempa bû, lewra wê bi hunera xwe pir bala wan kişand -  bala gelek rojnameyên mezin ên fransî jî pê re.

Nivîskarên gelek rojnameyan Leyla û hunera wê kirin sermijarên beşa hunerê: Le Figaro (bi nivîsa Georges Mussi), Echo de Paris (Carol Berardo), La Liberté (Pierre Wolf), La Semaine de Paris, Les Debats (Maurice Imberto), Guide Musical (J. Baurdy), Le Monde de Musical (L. Humbert) û çend nivîsên di rojnameyên din de.

Dengdana hunerî ya Leylayê ne tenê bi Fransayê bi sînor bû. Ew li Swîsreyê, Elmanyayê, Îtalyayê, Spanyayê, Beljîkê û DYA'yê çûye ser dikê, bi hunerhezan re bûye yek û rastî gelek ecibandina wan hatiye. Êdî afîş û panqartên çalakiyan wê wek Şehzadeya kurd, Prensesa kurd û Hunermenda baleyê ya kurd didan nasîn. Bi vî havî Leyla, rastî înkarkirina hereketa kurd (a nê) hatibe jî, bi saya hunera xwe ji wan çêtir û firehtir peyva Kurd ji raya giştî ya cîhanê re da nasîn.

Her çiqas di hunera xwe de serkeftî be jî, Leyla hertim ji çand û hunerên cîhanê re jî vekirî bû û hewl dida wan jî nas bike. Ji ber vê yekê, xwediyê agahiyeke fireh a çanda hunerê bû. Zanyariya wê ne tenê bi çand û hunera Ewropayê bi sînor bû; ew hew dida çanda hunera Hindistan û Îranê jî zanibe. Bêguman, muzîka kurdî û govendên kurdî ji bo wê bingeheke girîng bûn, ji ber ku ew digel wan mezin bû û lewra hunera kurdî ji wê re weke zimanê dayikê bû. Ev zimanê dayikê bûbû çavkaniya çend baleyên wê yên wek Dîlan, Govenda kurdî, Dansa durzî û Mar.

Hunera Leyla û tevgera kurd[biguherîne]

Leyla Bedirxan di dema jiyana xwe de bi hunera xwe re her çiqas serkeftî û bi nav û deng bûbe jî, mixabin nekarîbû ji civaka kurd a wê demê re xwe bide pejirandin. Sedemên vê rastebîniya neyînî jî avahiya feodal a gelê kurd û bêgûman jinbûna Leyla bû: hunera wê ji aliyê rewşenbîrên kurd - ên ku bi pirranî ji mêran pêk dihatin - tune hate hesibandin, ji ber ku di eqlê wan de kurdbûn û doza kurd û Kurdistanê ji karê ku Leyla Bedirxan dikir cudatir bû. Jina kurd Leyla piştî ku li Elmanya, Awistriya û Swîsreyê perwerdeya baleyê stend, ji sala 1925'an pê ve weke hunermendeke profesyonel a baleyê derdiket dikê. Ne tenê ji bo civaka kurd - ji bo hemû rojhilata navîn jî bû mînakek ewil û bêhempa: Ew bi karê xwe yê hunerî û nûjên hemû hebûnên kevneşopî xiste şoqê. Ji bo der û dorên hunera cîhanî Leyla Bedirxan her çiqas bûyereke balkêş be jî, keda wê ji aliyê civata kurd ve (meriv kare bibêje) dihat înkarkirin û navê wê tune dihat hesibandin.

Bi gotinên wê[biguherîne]

Rojnameya Paris Midi di roja 19'e berfanbara 1932'an de hevpeyvînek bi Leylayê re kir. Di vê hevpeyvînê de dotmîra kurd xwe wiha dida nasîn:

Di heman hevpeyvînê de Leyla Bedirxan qala dansê û hunera xwe dike:

Mirina prensesa kurd[biguherîne]

Prensesa kurd Leyla Bedirxan di sala 1986'an de li paytexta Fransayê Parîsê çavên xwe ji jiyanê re qurş kir.

Mîrasa wê[biguherîne]

Jiyana xwe ji dest da be jî, bi nav û hunera xwe re di cîhanê de dengda û wek yekemîn hunermenda baleyê ya kurd kete dîrokê. Wê ji gelê kurd re mîraseke giran û bedew a hunerî li pey xwe hîşt.

Cavkanî[biguherîne]