Cudahiya di navbera guhertoyên "Hekarî (parêzgeh)" de

Jump to navigation Jump to search
 
===Derxistina Nastûriyan===
Heta salên 1800an jî Kurd û [[NastûrîNestorî]] li herêma Hekaryan bi hevra dijîyan. Lê piştî salên 1800an Împaratoriya Osmaniyan ber bi rûxandinê ve diçû û gelek dewletên rojavayî ketin nav herêmê da. Bi taybetî dewletên Fele/Katolîk/Ortodoks ketin nav herêma Hekaryan û feeliyetên mîsyonerî dikirin. Armanca wan ew bû ku Nastûriyan ji mezheba wan dûr bêxin û nêzî mezheba xwe bikin. Ji ber vê jî li herêma Hekaryan dibistan û dêrên nû çêkirin. Li ser çiyayekê [[Geliyê Tiyarê]] dibistaneke mezin û dêreke mezin hatibû ava kirin ku li hemû herêmê hatibûya dîtin. Ev pêkhate wekî qeleyê bûn ji ber wê jî tirs xiste nav kurdan. Ev karûbarên mîsyonera nerazîbûn di navbera kurdên herêmê çêkir. Bi zeîfbûna Osmaniyan û bihêzbûna dewletên rojavayiyan tesîrên xwe li ser herêmê hêdî hêdî dikir. Serokê Nastûriyan [[Mar Şîmon]] hêdî hêdî li herêmê dibû kesekê girîng û bihêz.
 
Di atmosfereke wiha de her sal Nastûriyan wek xelkê deverê bac dida Mîrê Hekaryanê Nurullah Beg, lê li sala 1843ê de dema Nurullah Beg baca xwe xwestî, Nastûriyan ev red kir. Li ser vê Nurullah Beg ji mîrê Botanê, Bedîrxan Beg re alikarî xwest. Van her du hêzan êrîş bir ser Nastûriyan û komkujiyeke mezin li deverê çêbû. Li sedsala 5ê heta niha kurd û nastûrî bi hevra dijiyan lê ev cara yekemîne ku tişteke wiha qewimî. Bi dûçûna gelek çavkaniyan armanca Bedîrxan Beg kuştina Mar Şîmon bû<ref group=a>r. 276</ref>.

Menûya navîgasyonê