Zimanê inglîzî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zimanê înglîzî hat beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Inglîzî
English
Welatên lê tê axaftin Li Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Keneda, Awistralya, Zelandaya Nû û 94 welatên din tê axiftin
Herêm Brîtanya, DYA û gelek welatên cihanê
Axiverên zimanê zikmakî Derdora 340 milyon (zikmakî)
350 milyon - 1 milyar (zimanê duyem)
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
  • Zimanên germanî yên rojava
    • Zimanên anglo-frîzî
      • Inglîzî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Tîpên latînî
Kodên zimanî
ISO 639-1 en
ISO 639-2 eng
ISO 639-3 eng
Percentage of English speakers by country and dependency as of 2014.svg

ji sedî yên îngilîzîaxêv      80-100%      60-80%      40-60%      20-40%       0.1-20%      jimare tune (Antarktîka û Korêya Bakur)

Zimanê inglîzî yan zimanê îngilîzî (bi înglîzî: English) zimanê serekî yê li welatên Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Keneda, Awistralya, Zelandaya Nû û hin welatên din e. Inglîzî zimanek ji binemala zimanên hindo-ewropî ye. Li gelek welat ên din jî wek zimanê fermî û herwisa li piraniya welatên dinyayê wek zimanê duhem tê bikarhînan. Ew niha bûye zimanê serekî yên têkiliyên navneteweyî.

Înglîzî zimanek Germanî ya Rojavayî ye ku yekem car li Îngilistan a destpêka Serdema Navîn hate axaftin. Ew di sedsala 21-an de bûye zimanê sereke yê nîqaşa navneteweyî. Navê ziman ji Anglî (bi înglîzî: Angles) e, yek ji gelên kevnar Germenî ye ku koçî beşa Brîtanya Mezin a ku piştre li ser navê wan hate kirin: Îngilistan (bi înglîzî: England). Navê vî gelî bi eslê xwe ji Anglia, nîvgiravek li Deryaya Baltîk e. (Di hin zimanan de, Anglia niha navek din ê Îngilistanê ye.)

Zimanê inglîzî xizmekî nêzîk yên bi zimanê Frisian û ji zimanê Saksonî yê Jêrîn. Vokabûla wê ji hêla zimanên din ên Germanî ve, bi taybetî zimanê Vîkînga (bi înglîzî: Old Norse: zimanek Germenî ya Bakur), û her weha Latînî û Fransî bi bandor bûye.

Înglîzî di nav zêdetirî 1400 salan de pêş ket. Formên herî pêşîn ên înglîzî komek zaravayên Germanî ya Rojavayî bûn ku di sedsala 5-an de ji hêla koçberên Anglo-Saksonî (Anglî û Saksonî: bi înglîzî: Anglo-Saxons) ve hatin anîn Brîtanya Mezin. Ji van formên destpêkê re bi komelî Înglîzi Kevnar (bi înglîzî: Old English an Anglo-Saxon; bi inglîziya kevn: Ænglisc) tê gotin. Zimanê Înglîzî Navîn di dawiya sedsala 11-an, de bi Normanî dagirkirina Îngilistan a re dest pê kir ji 1066-an. Ev serdemek bû ku înglîzî di bin bandora Fransî Kevn (bi înglîzî: Old French; bi fransî: ancien français) de bû, nemaze bi devoka xwe ya Normanî Kevn (bi înglîzî: Old Norman).

Destpêka Înglîzî Nûjen (bi înglîzî: Early Modern English) ya di dawiya sedsala 15-an de dest pê kir. Di vê demê de Guhestina Dengdêr a Mezin hebû. Di Destpêka Dema Nûjen, de çapxaneyên çapkirinê cara yekem hatin Londonê û de King James Bible (bi kurdî: Încîl Qiral James) hate çap kirin. Ev zimanê William Shakespeare e.

Înglîzî Nûjen (bi înglîzî: Modern English) ji sedsala 17-an de ji hêla bandora cîhanê ya Împeratoriya Brîtanî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve li cîhanê belav dibe. Bi saya hemû cureyên medyaya nivîskî û elektronîk yên van welatan, înglîzî bûye zimanê sereke yên vegotina navnetewî. Înglîzî li gelek herêman û warên pîşeyî yên wekî zanist, navîgasyon, û hiqûq lingua franca ye. Inglîzî yek ji zimanên fermî di Neteweyên Yekbûyî de û yek ji zimanên fermî yên Yekîtiya Ewropayê ye.

Berfirehbûna zimanê inglîzî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Zimanê inglîzî îro li seranderê cihanê ji aliyê 340 milyon kesî weke [zimanê zikmakî] tê axaftin, ango 340 milyon kes inglîzîaxêv in. Eger kesên ku inglîzî weke zimanê duyemîn diaxivin jî werin jimartin, wê demê hejmara inglîzîaxêvan digihijê 510 milyon kesan.

Li Yekîtiya Ewropayê inglîzî zimanekî fermî ye. (Tiqandina ser herêman derbasî gotarên li ser wan herêman dikê)

Axa ku beşek ji Împeratoriya Brîtanî (bi înglîzî: British Empire) li hin dem bûn
Yekîtiya EwropayêKanadaQuébecKanadaAlaskaFalklandinselnJamaikaBelîzeÎrlandNordirlandYekîtiya Keyaniyê ya Brîtanya Mezin û Bakurê ÎrlandêLesothoAfrîkaya BaşûrSwazilandMadagaskarSierra LeoneElfenbeinküsteGhanaNamibiaBotswanaZîmbabweZambiyaMalawiTanzanyaRwandaEndonezyaKenyaSudanNigeriaKamerûnPakistanHindistanBhutanAûstralyaTasmanienZelandaya NûPapûa Gîneya NûFîjîMaledivenFilîpînMauritiusBahamasDewletên Yekbûyî yên AmerîkayêSt. HelenaGuyanaPuerto RicoInseln über dem Winde (Antillen)BermudaDie englische Welt

     Welatên ku inglîzî zimanê fermî anjî de-facto-fermî ye.      Welatên ku inglîzî zimanek fermî ye lê ji hêla pirraniyê ve nayê axaftin

Zimanê fermî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Inglîzî zimanê fermî yê van dewletan e. Hejmarên li paş dewletan hejmara kesên ku inglîzî zimanê wan ê zikmakî ye:

Wekî din zimanê inglîzî yek ji 23 zimanê fermî yê Yekîtiya Ewropayê, zimanê fermî yê Yekîtiya Efrîqayê, yê Rêxistina Dewletên Amerîkayê û yek ji şeş zimanên fermî yê Neteweyên Yekbûyî ye.

Li welatên yên Yekîtiya Ewropayê rêjaya axaftina zimanê inglîzî

Bikaranînên din[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Inglîzî weke zimanê danûstandinê li van dewlet û herêman tê bikaranîn:

Binêre[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ferheng[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]