Zimanê gîlekî
Xuyakirin
(Ji Zimanê Gilekî hat beralîkirin)
Gîlekî | ||
---|---|---|
گیلکی Giləki | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran | |
Herêm | Gîlan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 2-4 milyon | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên erebî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | glk |
Zimanê gîlekî (bi farisî: گیلکی، گیلی, lat. gîlanî, gîlî) zimanek e, yê ku li herêma Gîlanî ya Îranê tê axaftin. Ew yek ji şaxên Hind û Ewropî û dikeve beşa zimanên îranî yên bakurê rojava.
Mirov dikare gîlekî bi sê paran bike: gîlekiya rojava, Gîlekiya rojhilat û galeşî (li çiyayên Gîlanê tê axaftin). Di navbera gîlekî û mazenderanî de, zimanekî dinî ji îraniya bakurê rojava ye, gorî wuşeyên xwe pir hevşibî he ye. Gorî hin çavkaniyan hejmara gîlekîaxêvan di 1993'an de dorî 3 milyon kes bû.
Gîlekî bi zimanê zazakî ve jî, ji hin hêlan de pir li hev tên. Bi zimanê farisî ve jî, ji hêla rêzimanî jî gelek cidatî peyda bûne. Di zimanê gîlekî de hembera farisî (û gelemperî hembera kurdî) rengdar û tûnîkerli ber tûnîbûyîn xwe tên.
- Nola ku di gîlekiya rojava de mêhin zakan (zarokê mêhîn) (farisî, beçayî mêhîn); gîlekiyê rojhilat de xirsî kutî (çêla hirç) (farisî, beçî xers).
- Mînakî bo rêngdaran: gilekiya roava pîlla-yî zakan (zarokê mezin), sûrx gul (gola sor); gîlekiya rojava: sard aw (ava sar) (farisî, abî sard ), kul çaqû (kêra tûj) (farisî, çaqû-yî tîz).
Berhevdana gîlekî û kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gîlekî | Kurmancî | Kirmanckî/Zazakî | |
---|---|---|---|
zay/zak | zarok | doman, qîj | |
ĵor | jor | cor | |
kîĵa/kilka | keç, kîj | kêna,çêna | |
daar | dar | dar | |
bûşû | biçe (here), biço | so, şo | |
purd | pir, pird | pird | |
zama | zava, zama | zama | |
çê gûdin | çêkirin | pêrotene, viraştene | |
xûr | ewr, hewr | ||
kîlîk (gîlekiya kevnar) | kûleke | ||
rîka | role (xortê/a biçûk) | xortî, gencî | |
jeqele | çikole | ||
rûja (stêrk) | roj | roz/roc, tîj | |
dîm | demûçew, devûçev, dirûv | rêçe |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wîkîpediya bi Gîlekî
- Zimanê GÎlekî ji Îranîca de Girêdana arşîvê 2007-12-14 li ser Wayback Machine
- A weblog on Gilaki language Girêdana arşîvê 2008-05-30 li ser Wayback Machine
- Helbest û Helbestvanên Gîlekî Girêdana arşîvê 2011-06-04 li ser Wayback Machine
- Ferhenga serhêl Gîlakî-Farisî Girêdana arşîvê 2006-10-19 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |