Anna Montgomery Campbell (jdb. 1991, Lewes, Îngilistan - m. 15 adar 2018, Efrîn, Rojavayê Kurdistanê) şervaneke enteryonalîst bû ku bi navê xwe yê bi kurdî Hêlîn Qereçox dihate naskirin. Hêlîn femînîst, anarşîst û çalakvana rakirina zindanan a brîtanî bû ku di nav hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de li Rojavayê Kurdistanê di dema şerê navxweyî ya Sûriyê de şer kiriye. Hêlîn Qereçox di sala 2017an de di dema şerê li DAÎŞê li Rojavayê Kurdistanê, ji Brîtanyayê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Piştî perwerdeyeke leşkerî ya kurt di gulana 2017an de tevlî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bûye. Piştî beşdarbûna YPJê, Hêlîn Qereçox li Rojavayê Kurdistanê beşdarî gelek şer û pevçûnan dibe ku yek ji van Operasyona Dêrazorê ye ku li dijî keleheke girîng a DAÎŞê hatiye lidarxistin. Piştî şerê dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve ku di 20ê kanûna paşîn a 2018an li dijî kurdan pêk hatiye, Hêlîn Qereçox ji bo veguhaztina sivîlan derbasî Efrînê bûye. Hêlîn Qereçox di 15ê adara sala 2018an de di dema ku sivîlên ji Efrînê dihatin derxistin, di encama bombebarana dewlata tirk de jiyana xwe ji dest daye. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1934 – Bi mirina Ernst Röhmê [avakar û rêvebira SA'yan (Sturmabteilung) bû, Hitler we ji ber mixalefeta wî, bi xwe dabû kuştin] Şeva Kêrên Dirêj qediya.
1964 – Serokê AmerîkayêLyndon B. JohnsonPeymana Mafên Sîvîlan ya 1964'an îmze kir. Ev peyman dihat vê maneyê ku li cihên giştî (ji xelkê re vekirî) nijadperistî hatibû qedexikirin.
1976 – Ketina Komara Viyetnamê (Viyetnama Başûr, Amerîka piştevaniya wan dikir); Viyetnama Bakur yê Komunîst ragihand ku bi navê Komara Sosyalîst yê Viyetnamê yekîtiyek ava kirine.
1993 – Li Sêwas ê 36 rewşenbîr bi rengê şewitandinê hatne qetil kirin.
2004 – Li Bazîd, Agiriyê erdhêjek bi şîdeta 5,1-5,2 çêbû. Di vê erdhejê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.