Ernest Hemingway

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ernest Hemingway
Hemingway di sala 1923an de
Jidayikbûn21ê tîrmeha 1899an
Oak Park, Illinois (DYA)
Mirin2ê tîrmeha 1961ê (61 salî)
Ketchum, Idaho (DYA)
PîşeNivîskar û rojnamevan
XelatXelata Nobelê ya Wêjeyê, 1954
biguhêreBelge

Ernest Miller Hemingway (jdb. 21ê tîrmeha 1899an – m. 2ê tîrmeha 1961ê) roman- û çîroknivîsek amerîkî û wergirê Nobela Wêjeyê ya sala 1954ê ye.

Nivîskarê nemir di 21ê tîrmeha sala 1899an li Oak Pak/Illinoisê hatiye dinê. Ernest kurê Clarence Edmond û Grace Hallê bû. Bavê wî bijîşk û diya wî stranbêja operayê bû.

Dibistana bilind hêj pêşiya neqedandinê berda, li ba rojnameyeke niştecih li bajarê Kansan City wek hevpeyvînwanekî dst bi xebatê kir. Di sala 1918an bi refek kesên Xaça Sor re çû Îtalya yê û di eniya şer de cih girt. Birîndar bû û şûn de jî di sala 1919an de vegeriya welatê xwe.

Hemingway li ser serboriyên xwe yên şerê yekemîn ya cihanê pirtûka bi navê orîjînal "A Farwell to Arms" (Bi Xatirê Çekan) nivîsand û di sala 1929an de jî ji hêla Charles Scribner ve li New Yorkê hate çapkirin.

Çend sal şûn de li bajarê Şîkago helbestvan û pisporê wêjeyê Sherwood Andersonê nas dike. Di nav bîst salan de Hemingway wextekê xwe li Parîsê di nav derûdora hunermend û wêjevanan de, bi yên wekî Ezra Pound, Gertrude Stein, James Joyce û F. Scott Fitzgerald re derbas kir. Nivîskar di heman demê de xebata xwe wek şîrovwan domand. Ji Çînê û li ser şerê Gel a Spanyayê daxûyaniyên şîroveyî da. Piştre Şerê Gel a Spanyayê romana xwe ya "Zengil Ji Bo Kî TÊn Lêxistin" di sala 1940an de diweşîne. Ev Romana ji bo sînemayê tê adaptekirin. Gava ku di 1952an de romana xwe ya "The Old Man and the Sea" (Kalemêr û Behr) dinivîse navdariya wî radigehe qada herî bilind. Piştê vê serkeftina xwe yê mezin di sala 1954an de Xelata Wêje ya Nobelê distîne.

Di 2ê tîrmeha sala 1961an de bi awayekî xwekuj dawiya jiyana xwe tîne.

Bi kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ta niha romanên wî yên Bi xatirê sîlehan (Farewell to arms) û Kalemêr û Behr (The Old Man and the Sea) li kurdî hatiye wergerandin

Ji bilî van romanan, hin kurteçîrrokên wî jî bi kurdî derketine.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wikiquote-Logoq:
Wikiquote-Logo
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Ernest Hemingway heye.