2ê nîsanê
Xuyakirin
(Ji 2'ê avrêlê hat beralîkirin)
<< | Nîsan 2024 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 |
8 | 9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 |
15 | 16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 |
22 | 23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 |
29 | 30 | |||||
Rojên salê |
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1994 – Reveberê DEP'a Şemzînanê Kazim Sîgîn hatiye kuştin.
- 1995 – Li Başûrê Kurdistanê, di dema operasyona artêşa tirk ya bi navê Çelik de 7 cotkarên kurd ku li ser rê bûn û dixwestin biçin navçeya Sersingê, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin serjêkirin.
- 2001 – Gerîlayê kurd Müslüm Aslan yê bi navê kod Serkeftin ê ji Efrînê, li çiyayên Garê jiyana xwe ji dest da.
- 2002 – Damezirandina Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistan PÇDKê li bajarê Brukselê bi civîneke çapemeniyê hatiye îlankirin.
- 2016 – Li Nisêbînê di dema qedexeya derve de (roja 20.), hêzên YPSê bi vedana xefka bombeyî ya di avahiyekê de 6 leşkerên tirk kuştin. Di heman êrîşê de 4 leşker jî brîndar bûn.[1]
Cîhan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1845 – Bezm-î Alem Valîde Siltan, ji bo misilmanên feqîr yekem nexweşxaneya sîvîl a bi navê "nexweşxaneya Gureba" ji xizmêtê re vekir.
- 1970 – Serxwebûna Qeterê hatiye îlankirin.
- 1902 – Yekemîn sînema hatiye damezrandin.
- 1922 – Stalîn bû sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Yekîtiya Sovyetê.
- 1948 – Çîroknivîsê tirk, Sabahattin Ali bi komployekê hatiye kuştin.
- 1962 – Yekem filîmê derhênerê rûsî, Andrey Tarkovskî, Zarokiya Îvan li Rûsyayê hatiye nîşandan. Ji awirê hûnera sînemayê ev filîm pir girînge û filîmê mezûniyeta Tarkovskî ye jî.
- 1973 – Leşkerên Îsraêlê li ser Bêrûtê operasyon lidarxistin. Di operasyonê de 3 serokê rêxistina Rizgariya Filîstînê hatin kuştin. Li ser vê yekê li Libnanê xwepêşandanên berfireh ên piştgiriya bi Filîstînê re hatin lidarxistin.
- 1982 – Piştî ku Arjentînê giravên Falklandê dagir kir, di 2ê nîsanê û 14ê hezîranê de di navbêra brîtanî û Arjentînê de şerê Falklandê derket.
- 1985 – Îsraêlê di berdêla ku filîstîniyan 3 leşkerên Îsraêlê serbest berdan 1100 filîstînî serbest berdan.
Jidayikbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1725 – Giacomo Casanova, nivîskar, leşker, sîxûr, dîplomat û maceraperestê îtalî
- 1805 – Hans Christian Andersen, nivîskarê danîmarkî
- 1840 – Émile Zola, nivîskarê fransî
- 1862 – Nicholas Murray Butler, fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê
- 1897 – Soghomon Tehlirian, wezîrê Osmaniyan ê esilermenî
- 1899 – Peyami Safa rojnamevan, kunciknivîs û romannivîsekî tirk
- 1946 – Ebubekir Pamukçu, alîgirê MHPê û sîxûrê dewleta tirk
- 1975 – Fadime Şahindal, keçika kurd
- 1984 – Breanne Benson, pornostêrka albanî-amerîkî
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1914 – Paul Heyse, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1923 – Topal Osman, kujerê kurdên Qoçgiriyê
- 1948 – Sabahattin Ali, çîroknivîsê tirk
- 1953 – Siegfried Bernfeld, psîkoanalîstê cihû
- 1974 – Georges Pompidou, serokkomarê Fransayê
- 1995 – Hannes Alfvén, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2005 – Papa Yûhena Pawlos II, papayê polon
Cejn û salveger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre](Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)