Here naverokê

Gabriel García Márquez

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gabriel García Márquez
Márquez di sala 1982an de
Jidayikbûn6ê adara 1927an
Aracataca, Magdalena (Kolombiya)
Mirin17ê nîsana 2014an (87 salî)
Bajarê Meksîko (Meksîk)
BernavGabo
PîşeRomannivîs, rojnamenivîs
Zimanê nivîsinêSpanî
NeteweKolombiyayî
Şêweyê wejêyîRoman, çîrok
XelatXelata Nobelê, 1982
Şanenav
biguhêreBelge

Gabriel José García Márquez (jdb. 6 adar 1927 li Aracataca, Magdalena, Kolombiya - m. 14 nîsan 2014, li bajarê Meksîko, Meksîk) nivîskar û rojnamevanekî kolombiyayî yê navdar e. Wî di sala 1982'an de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtiye.

Perwerdeya dadnasiyê dibîne, lê bidawî nake. Dest bi nivîskariya birêkûpêk û pisporî dike. Ji aliyekî ve jî di nava refên pêlên çepgiriya Amerîkaya Latînî de cihdigire. Di bin bandora nivîskarên wekî Ernest Hemingway, James Joyce, Virginia Woolf, William Faulkner û Franz Kafka de maye. Di sala 1954'an de bi pisporî dest bi xebata rojnamegeriyê dike. Helbest û çirokên xwe di rojnameyan de diweşîne. Derdikeve gerên mezin û cîhana xwe berfireh dike. Romanên wî ji çar aliyên cîhanê, bala ciwanên kedkar û bindestan dikişîne. Sala 1997'an ji bo xatirê 70 saliya wî, "Sala Gabriel José García Márquez" hat binavkirin.

Gabriel García Márquez di 17'ê nîsana 2014'an de li bajarê Meksîko çû ber dilovaniya xwedê.

Marquez di sala 1927'an de li Kolombîyayê ji dayîk bûye. Zarokatiya wî di nav malekê xilbe de derbas bûye û gelek nasê wî jî jiyana xwe nêzîkî wî berdewam kirinê.

Marquez gava ku li bajarê Barabquilla staja xwe dike bi dest nivîsa helbest û wêne çîrokê pêkenî dike û bi xera van tişta ji hinekî li hawirdorê tê nasîn. Gelek helbestên wî û helbestê wî yê pêşî di kovara lîseya ku di xwînê  de hatine weşandin.

Piştî perwerdeya lîse ye Marquez biryara xwe di dê û diçe zanîngehê bi dest beşa hiqûqê dike lê piştî demekê hindik dev ji zanîngehê berdê. Piştî ku dev ji zanîngehê di berde di salan 1948'an de dest bi rojnamegerîye dike û di gelek rojnaman de nûçegihanîye dike. Va salan bi dest nivîsa kurteçîrokan jî dike û gelek kurteçîrokan dinivîse. Di nivîskarîya xwe de bêtir kurteçîrok nivîsandine û pirtûkê wî jî ji kombûna van çîroka hatine holê.

Marquez ji ciwaniyê xwe pêve û bi destpêka nivîskarîya xwe pêve herdem polîtîkayên Kolombîyayê rexne kirîye  û herdem alîyê gelê xwe girtîye. Marquez ji malbata ke hejar hatîye û tesîrên vî tiştî jî di berhemên wî de xuya ne . Xisletên di berhemên wî de herdem bi devê hejaran peyivîne û derdê hejaran anîne ser zimanan.

Di salan 1955'an  de pirtûka Marquez Bahoza Pelan tê weşandin. Ev pirtûk pêşîya berhemên Marquez e. Berî vê jî nivîsê Marquez hene lê ya herî girîng ev pirtûkê. Marquez di vê pirtûkê de bi Rastîya Efsûnî kar anîye û tesîra vê rêbazê di vê pirtûkê de bêtir eşkere ye.

Marquez di vê pirtûkê de bajarokekî xeyalî bi navê Macondo ava dike.Macondo di hemû berhemên Marquez de cih digire,herî gelek jî di Tenêtiya Sedsalî de.

Tenêtiya Sedsalî berhema Marquez herî girînge. Hem terza wî hem jî hêja bûna nivîskarîya wî bi vê pirtûkê derdikeve holê. Marquez li ser vê pirtûkê halo di peyvê.

"Gava ku min dest bi nivîsa vê pirtûkê kir.

Daxwaza min ew bû go ji zarokatiya min pêve tesîra çi li ser min ma bê ez binivîsim. Armanca min ew bû go ez malekê mezin û dilgeveş de xwişkeke go axê di xwe, dapîre ke go pêşerojê dibîne û nasne go ferka dînîtî û şahî bûnê ji wan re nebe bi zimanekî hunerî bi nivîsim.Min pirtûk di nêzîka du salan de nivîsand lê fikra ve pirtûkê 15 salê min birin. Dapîra min tiştê ku dîtibûn herî dijwar jî weke tiştên gelekî normal jî min re digotin. Min jî pirtûka xwe bi metoda dapîra xwe nivîsand. Çîrokê ku ji min re digotin bi qîmet bûn lewra hest di nav wan de nebûn lê nigaşên wan gelekî dewlemend bûn. Va tişta çîrokên dapîra min bi qîmet kirin Min gelek mirovên ku ev pirtûk bi halekî baldar û kêfxweş di xwend dîtin lê min tu kesî go jê şaş ma nedît. Şaş nebûn lewra tiştekî ku ji nû di bihîstin min ji wan re ne digot, di pirtûka min de hûn nikarin tiştekî ne rast bibînin.

Weke va gotinê Marquez jî ew nivîskarekî di nav civakê de bû. Tu caran ji civakê qut nebû. Di çîrokên xwe de di gotinê xwe de herdem bi civaka xwe re bû. Fikrên di nav serê wî de li ser zimanê xisletên wî di bûne xwedî deng. Marquez carna di bû cotkar carna jî şagirt. Carna di bû mirî û carna jî sax. Di nav civaka wî de cî hebe di nav fikrê Marquez de şîn di hat, fikir di bûn xislet û bi wan xisletan jî çîrok di hatine holê.

Berhemên wî yên wergerandî bo zimanê kurdî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

"Bi Marquez re hevpeyvîn", Plino A. Mendoza (wergêr: Firat Cewerî), di kovara Werger a Nûdemê, 1 (1996), r. 214-225.