Hekarî (parêzgeh)

(Ji Colemêrg (parêzgeh) hat beralîkirin)
Parêzgeha Hekariyê
Hakkari
Koda parêzgehê: 30
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Colemêrg
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2018) 286.470 kes
Rûerd 7.121 km2
Berbelavî 36,3 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 4 navçe
Hejmara bajarokan 8 bajarok
Hejmara gundan 130 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 438

Hekarî (bi tirkî: Hakkari) navê parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Navendê vê parêzgehê bajarê Colemêrgê ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma Hekarî bi mîrektiya meşhûr bûye û di dîrokê de gelek şaristan dîtîne. Berî ku Osmanî bikevin nav herêma Hekarî, Hekarî di bin destê mîran da bû û carna selcukiyan, aqqoyunliyan û sefewiyan hikûm li ser mîrên Hekarî dikirin. Herêma Hekarî bi dûçûna Martin Van Bruinessen, Wana niha û Bakurê Îraqê dihundirîne.[1] Mîrên Hekarî xwe wek neviyên Ebbasiyan didene nasîn û niha jî li Colemêrgê bermayiyên wan mayîn e.

Dema Tîmûrleng êrîş dibe ser herêma Hekaryan, Mîr Êzdîn Şêr berxwedaneke mezin nîşan dide. Lê ji ber bêexlaqiya şerê mongolan dijî kesên sivîl, Mîr Êzdîn Şer serê xwe li dijî Tîmurleng ditewîne. Lê piştî Tîmurleng destilatê teslîmî Êzdîn Şêr dike, vedigere. Paşî Aqqoyunî êrîşê dibin ser mîrektiya Hekaryanê. Aqqoyunliyan bi alikariya eşîreteke bi navê Dombilî ku ji eslê ji Cizîrê ne û Kurd in, Mîrê Hekaryanê kuşt û herêm teslîmî Dombiliyan kir. Herêma rojhilatê Hekaryanê dane begên Mehmudiyan. Serokê Mehmudiyan Şêx Mehmûd bû û ji eşîrên kurdan pêk dihat ev herêm.

Asaduddîn ku ji binemala mîrên Hekaryanê bû û li Misirê ji bo Memlûkan dixebitî. Asaduddîn bi rêya Asûriyên bazirgan ku di navbera her du herêman de ticaretê dikin, hate Hekaryanê û bi alikariya Asuriyan herêma Hekaryan ji Dombiliyan paqij kir. Dombilî paşî direvin û diçin bi desthilata Sefewiyan li devera Xoyê dijîn.[2]

Piştî Asaduddîn, kurê wî Zahid Beg bû desthilatê nû li herêmê. Wî jî dixebit ku herêma mayî ku di destê Mehmudiyan bistîne û bixe nav axa Hekaryanê de. Piştî Zahid Beg mirî axa herêma Hekaryanê bû du parçe. Yek parçe ji Westanê pêkdihat ya din jî ji Colemêrgê pêkdihat. Rêvebirina van her du deveran de destê her du kurên Zahid Beg; Sayd Mihemed û Melîk Beg de bû. Kurê Melîk Beg, Zeynel Beg li dijî bavê xwe serî hilda û serkeft. Lê bavê wî Melîk Beg ji Colemêrgê reviya û çû Westanê li cem brayê xwe Sayd Mihemed. Sayd Mihemed piştî vê bûyerê bi alikariya eşîra Pinyanişîyan êrîş dibe ser Zeynel Beg û ji Colemêrgê derdixîne.

Ev mîrektî wî wextî li ser kaxezê her çend girêdayî Osmaniyan bin jî, wek dewleteke serbixwe tevdigeryan. Jixwe li gel Sefewiyan hevdîtin dikirin. Jixwe Waliyê Wanê Îskender Paşa yê Osmaniyan ji vê rewşê gelek nerazî bû. Ji ber vê nerazîbûnê Îskender Paşa ji Mehmudiyan alikariyê dixwaze û Sayd Mihemed digirin û îdam dikin.[1] Piştî îdamkirina Sayd Mihemed, brazayê wî Zeynel Beg anîn Hekaryan û bû mîrê nû.

Piştî qetlîama Nastûriyan mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Sultan Ebdulmecîd li sala 1940an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku li Osmaniyan de li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê tapû dihate dayîn.

Serdema Osmaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derxistina Nastûriyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta salên 1800an jî Kurd û Nestorî li herêma Hekaryan bi hevra dijiyan. Lê piştî salên 1800an Împeratoriya Osmaniyan ber bi rûxandinê ve diçû û gelek dewletên rojavayî ketin nav herêmê da. Bi taybetî dewletên Fele/Katolîk/Ortodoks ketin nav herêma Hekaryan û feeliyetên mîsyonerî dikirin. Armanca wan ew bû ku Nastûriyan ji mezheba wan dûr bêxin û nêzî mezheba xwe bikin. Ji ber vê jî li herêma Hekaryan dibistan û dêrên nû çêkirin. Li ser çiyayekê Geliyê Tiyarê dibistaneke mezin û dêreke mezin hatibû ava kirin ku li hemû herêmê hatibûya dîtin. Ev pêkhate wekî qeleyê bûn ji ber wê jî tirs xiste nav kurdan. Ev karûbarên mîsyonera nerazîbûn di navbera kurdên herêmê çêkir. Bi zeîfbûna Osmaniyan û bihêzbûna dewletên rojavayiyan tesîrên xwe li ser herêmê hêdî hêdî dikir. Serokê Nastûriyan Mar Şîmon hêdî hêdî li herêmê dibû kesekê girîng û bihêz.

Di atmosfereke wiha de her sal Nastûriyan wek xelkê deverê bac dida Mîrê Hekaryanê Nurullah Beg, lê li sala 1843ê de dema Nurullah Beg baca xwe xwestî, Nastûriyan ev red kir. Li ser vê Nurullah Beg ji mîrê Botanê, Bedîrxan Beg re alikarî xwest. Van her du hêzan êrîş bir ser Nastûriyan û komkujiyeke mezin li deverê çêbû. Li sedsala 5ê heta niha kurd û nastûrî bi hevra dijiyan lê ev cara yekemîne ku tişteke wiha qewimî. Bi dûçûna gelek çavkaniyan armanca Bedîrxan Beg kuştina Mar Şîmon bû.[3]

Piştî ev bûyer li dinyayê belav bû. Helwesteke dijwar li Bedîrxan Beg li dinyayê çêbû û ji ber van givaşan Bedîrxan Beg li sala 1847ê de xwe teslîmî osmaniyan kir û ber bi Stembolê ve hate sirgûn kirin. Jixwe di van wextan de Padîşahê Osmaniyan Mehmûdê duyem biryar dabû ku otoriteya navendî saz bike, ji ber wê jî mîrektiyên kurdan yekûyek ji holê radikirin.

Bi dûçûna mîsyonerekê rojavayî yê bi navê Layard Şêxê Nehriyê, Şêx Seyyîd Taha li deverê dijminiya Nasturiyan dikir û dixwast Bedîrxan Beg êrîşî bibe ser Nesturiyan. Jixwe gelek tesîra Şêx li ser Mîran û xelkê deverê hebû.[4]

Piştî belavbûna mîrektiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî qetlîama Nastûriyan mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Siltan Ebdulmecîd li sala 1940an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku li Osmaniyan de li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê tapû dihate dayîn. Mîrektî ji holê rabû. Piştî jiholêrabûna mîrektiyan valahiyeke siyasî û leşkerî li deverê peyda bû. Hêza serokeşîran li deverê zêde dibû û her serokeşîr bi serê kar dikir. Ev jî dibû sedema xerabûna rewşa Kurdistanê. Jixwe gelek wext neçû Sultanê Osmaniyan bi Alayên Hemîdiye grûbeke çekdarî ji eşîrên kurd ava kir û gelek endamên eşîran bûn çekdarên vê hêzê.

Serdema Modern[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serhildana Ehya Axayê Jîrkî (1926)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Paşnavê Ehya Axa Adıyaman e
  • Eşîra Jîrkiyan ji du babkan pêk tê; Balekî û Çemheskî. Ehya Axa ji Balekiyan e.

Serhildana Smayîl Axayê Giravî (1926)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Paşnavê Smayîl Axa Özbek e
  • Kerem Axa(Zeydan), Velya Beg(Parlak), Mustafa Turan, Axayê Gûzereşiyan Ebdurehman Axa di nav refên dewletê de şer dikir.

Serhildana Graviyên Şaxê (1929)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serkêşên vê serhildanê Lezgin û Ebubekir Ertaş bûn.

Serhildana Oremarê (1930)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Serkêşên vê serhildanê Fettehê Heciyê Ertoşî, Nevwoz Axayê Ertoşî, Oxuz Begê Herkî û çend serkirdeyên eşîra Gerdiyan bûn.
  • Plana serhildanê ji aliyê Şêx Ehmed Barzanî ve tê kirin û gelek serokeşîr tevlî vê kombûnê dibin. Qasim Axa(Töre,bapîrê Hakkı Töre) jî yek ji van beşdarvanan e. Qasim Axa li ser vê kombûnê Ferhan Axayê Dostkî agahdar dike,Ferhan Axa jî ji Kerem Axa(Zeydan) re dibêje. Di dawiyê de bi alikariya van her sê serokeşîr û leşkerên wan ve serhildan têk çû.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta salên 1914ê jî nifûsa herêma Hekarî ji kurd û nastûriyan pêk dihat. Lê piştî şerê yekemîn yê cîhanê ev rewş guherî û nastûrî hemî ji herêmê hatin derxistin.

Hejmara gelheya parêzgeha Hekaryanê ya piştî avabûna Komara Tirkiyeyê li jêr e;

Sal 1965 1970 1975 1980 1985 1990 2000 2007 2008 2009 2010 2011 2012 2013 2014 2015
Hejmara bajêr 14.132 20.794 30.332 44.118 55.563 71.099 139.455 136.124 143.225 141.632 136.050 153.860 156.109 149.217 150.779 152.790
Hejmara gundan 69.805 81.518 95.704 111.345 127.082 101.380 97.126 110.345 115.365 115.129 115.252 118.305 123.873 123.824 125.508 125.985
Kom 83.937 102.312 126.036 155.46 182.645 172.479 236.581 246.469 258.590 256.761 251.302 272.165 279.982 273.041 276.287 278.775
Çavkanî: TÜİK

Navçe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siyaset[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hekarî li 27ê gulana 1933ê bi biryara dewletê dibe navçeyeke Wanê. Lê li 4ê kanûna paşîn a 1936ê dewlet dîsa biryar dide ku Hekarî bibe parêzgeh.

Zaxo û Amêdiyê di peymana Enqerê (1926)ê de ji nan navçeyên Hekariyê hate derxistin û tevlî axa Iraqê bûn.

Di hilbijartina sala 1965ê de Ali Karahan bûye parlamenter, ew yek ji kesên Doza 49an e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Bruinessen 2003, r. 221.
  2. ^ Bruinessen 2003, r. 224.
  3. ^ Bruinessen 2003, r. 276.
  4. ^ Bruinessen 2003, r. 347.

Bîblîografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bruinessen, Martin van (2003). Ağa, Şeyh, Devlet.
  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]