Erdheja Xarpêtê 2020

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Erdheja Xarpêtê 2020
38°23′24″Bk 39°04′52″Rh / 38.39°Bk 39.081°Rh / 38.39; 39.081
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Hejmara miriyan
  • 41 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Erdheja Xarpêtê, erdhejekî ye ku di 24ê çileya sala 2020an de bi saeta Bakurê Kurdistanê saet di 20:50an de li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye. Erdhej li parêzgehên Meletî, Xarpêt pêk hatiye. Navenda erdhejê li navçeya Xûx a bi ser parêzgeha Xarpêtê bû û li Bakurê Kurdistanê li qadek berfireh hate hîskirin. Erdhejê bi qasî 22 çirkeyan dewam kir û li gorî Resetxaneya Qendîllî yê mezinahiya erdhejê 6,5 Mw û li gorî USGSê 6,7 Mw hatiye pîvan.[1][2]

Ji ber erdhejê hinek hatin xwarê, 1.466 kes birîndar bûn û li Xarpêtê 37 kes li Meletî yê jî 4 kes, bi temamî 41 kes jiyana xwe jidest dane.[3]

Erdhej[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdhej li ser xeta Şikesteka rojhilatê Anatolyayê, li ser sînorê di navbera lewheyên Anatolya û Ewrasyayê de pêk hatiye.

Hêza erdhejê ji hêla Rasatxaneya Kandîllî û Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhejê ve 6,5 Mw, ji hêla USGSê ve 6,7 pîle ji hêla AFADê ve 6,8 Mw, ji hêla pargîdaniya lêkolîna erdhejê ya Ewropayê EMSC ve 6,8 Mw hate ragihandin.[4][2]

Erdhej li Bakurê Kurdistanê li bajarên wekî Xarpêt, Meletî, Semsûr, Amed, Xetay, Dîlok, Gurgum, Sêrt, Şirnex, Sêwas, Riha û Dêrsimê pêk hatiye. Heman erdhej li welatên wekê Îsraîl Sûriyê, Iraq, Îran û li Libnanê hatiye hîs kirin.[5][6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Son Depremler". web.archive.org. 24 kanûna paşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 kanûna paşîn 2020. Roja gihiştinê 22 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ a b "Daneya USGSê". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 22 sibat 2023.
  3. ^ "Son dakika... Elazığ depreminden anlık son gelişmeler". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 sibat 2023.
  4. ^ "Earthquake, Magnitude 6.8 - EASTERN TURKEY - 2020 January 24, 17:55:14 UTC". EMSC-CSEM (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 sibat 2023.
  5. ^ "Powerful Quake Kills 14 People in Eastern Turkey". VOA (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 sibat 2023.
  6. ^ "Powerful earthquake jolts eastern Turkey, killing 18". Reuters (bi îngilîzî). 24 kanûna paşîn 2020. Roja gihiştinê 22 sibat 2023.