Sîstema hezmê ya mirov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sîstema hezmê hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Sîstema dehandinê ya mirovî
Stomach colon rectum diagram-ku.svg
Sîstema dehandinê ya mirov
Latînî ''Tractus digestorius (ji devê ta zotik),

canalis alimentarius (ji sorîçik ta rûviya stûr), canalis gastrointestinales (ji aşikê ta rûviya stûr)

Sîstem Sîstema dehandinê ya mirov
Sîstema Dehandinê

Sîstema Dehandinê ya mirov an koendama givêrdarê, ji endam an organên ku ji bo dehandina (givêrandin) xwarinan û vexwarinan berpirsiyar in, pêk tê.

Şayes[biguherîne]

Bi taybetî sîstema dehandinê (givêrdarê) ji dev destpêdike. Di dev da ziman û diran, di gewriya me de jî qirik, parçeya wê sistemê ne.

Beşên Sîstema Dehandinê[biguherîne]

Qirrik ber bi jêr diçe û digihîje aşikê. Aşik an mîde di zikê mirovan de cih digre. Aşik derbasî rûviya zirav dibe. Avên ku li pankreas û kezeba reş çêdibin, dighejin rûviya zirav û li vir diçin sistema dehandinê yên mayîn. Rûviya zirav derbasî rûviya stûr dibe. Rûviya stûr tê û digihêje zotikê (Anûs).

Diranên kursî ji bo cûtina xwarinê ne. Bi alikariya ziman, mirov dikarin tehma xwarinê bigrin û xwarina ku dicûn, daqurtînin. Ji bo dehandinê, xwezî ango tif pewîst e. Tif li toşbiyên tifê li dor devê mirovan û li binê cênikan de tê çêkirin.

Çawaniya pêvajoya Dehandinê[biguherîne]

Xwarin di dev de tê cûtin û paşê tê daqurtandin. Gava daqurtandinê, li qirikê zimanê piçûk xwe didê jor û rêya ku diçê bêhvilê digre. Zimanê kirkirokê jî devika kirkirokê digre û xwarin dikeve sorsorikê. Bi vî awayî xwarin nakeve zengilorê.

Bi alikariya sorsorikê xwarin digihîje mîdeyê. Sorsorik nêzikî 20-25 cm dirêj e. Di mîde de xwarin, bi alikariya ava mîdê, ku bi asîdî(tirşî) pêkhatiye û bi alikariya enzîman (li livikên -toşbiyên- bedenê mirovan da tên çêkirin û ji bo dehandin û pir tiştên din hewce ne) tê herisîn(dehandin). Mîde karekî wek ambar pêktînê û xwarinê perçe perçe dide rûviya dozdetilik, hem jî destpêka dehandina xwarinê dike. Dawiya wê rûviya zirav tê, ku 4-6 metro direjiya xwe heye. Piştî rûviya zirav xwarin tê û digiheje rûviya stûr. Rûviya stûr nezikî 1,5 metro dirêj e.

Rûviya stûr ji sê parçeyan pêk tê(Rûviya kor ,Zeblot ,Tortorîk). Ji parçeya peşîn ya zeblot bi Latînî dibêjin kolon ascendens, ango zeblota hilkişayî. Piştî wê re kolon transversum tê zeblota berwarî. Zeblota hilkişayî li aliyê zikê çepê ye û mana wi ji zeblota dakesayi ye. Piştî wê re, kolon sigmoideum, an jî zeblota s-şêweyî tê. Ji perça dawî re dibêjin rektum, bi Kurdi dibêjin tortorîk. Tortorik digihîje zotikê (anusê).

Li cihê destpêkirina rûviya stûr e hilkişayî (kolon ascendens), rûviya kor heye ku bi Latînî ji wê re dibêjin Caecum. Li dawiya rûviya kor rûviya zêde ango apandîs heye. Apandîs ji bo jiyana hin heywanan, wek hesp û mişk, gelek girîng e. Lê ji bo mirovan ne wilqasî girîng e. Apandîsa mirovan pir iltihap digre, we demê pewêst e mirov bi ameliyatê wê jê bike. Ger ameliyat nebe, mirove dibe ku bimire.

Piştî ku xwarin di rûviya mirovan de hat hezimkirin(dehandin), proteîn, şekir (karbohîdrat), rûn, av û hwd. digihêjin nav xwînê. Ew xwîna li ser xwînhênera rûviya jêrîn (v. mesenterica inferior) û ya jorîn (v. mesenterica superior u vena portea) re digihê kezebê. Kezeb wekî karkerekî mezin dişuxule û hemû tiştên, ku ji bo jînê pewîst in, çêdike an ji werdigerîne nav tiştên din.

Me çawa li jor got, kezeb wekî karxaneyekî (fabrîkayekî) mezin a kimyewî ye. Hemû tiştên ku em dixwin, di kezebê de tên paqijkirin an jî ji bo bedenê tên amadekirin. Tişten ku ji bo bedenê xeter in, kezeb wana vedigerîne û dike tiştên ne bi xeter (oveyî) û ji laş diavêje der.

Erkek din ya kezebê ew e ku, zefran ango zerav çêbike. Zerav ji bo hezma tiştên bi rûn, tiştên bi alkol hewce ye. Bê zefran mirov nikare rûn bidehîne. Piştî ku zefran di kezebê de hat çêkirin, ew digihê rêya zefranê ango ducoya ziravê û di dawiyê de bi tevî ava pankreasê digheje rûviya dozdetilik. Hindek zefran di zeravdankê de tê komkirin. Erka(wezîfa) kîsikê zefranê ew e ku, zefranê depo bike û dema ku bi zêdeyî hewcedarî çêbû (dema xwarinên bi rûn bixwin, an jî alkol vexwin) bê dayîn.

Pankreas an şêlav li zikê mirovan, li paş aşikê(madeyê) û paş rûviya stûr a pan de cih digre. Wezîfa wê bi du awa ye: Ji aliyekî wek giniyekî hormonan çêdike (endokrin), ji aliye din de jî ji bo dehandina xwarinê enzîman çêdike (ekzokrin). Ji bo ve yekê jî pankreasa endokrîn û pankreasa ekzokrîn ji hev tên cudakirin: Hormona gelekî girîng, ku di pankreasê de çêdibe, însulîn e. Ev hormon, ji bo daxistina şekir ya di xwîna mirovan de gelek girîng e. Tenê bi alikariya însulîn xane dikarin şekir (karbohidrat) bigrin hundirê xwe û ji bo xebata xwe bikarbînin. Gava pankreas ji ber nexweşiyan însulîn çêneke, nexweşiya şekir (Diabetes mellitus) di mirovan da peyde dibe. Ji xeynî insulîn gelek hormonên din jî di pankreasê de çêdibin. Ew jî ji bo jiyanê girîng in.

Enzîmê Dehandinê[biguherîne]

Tûka mirov enzîma amîlazê li xwe digire. Amîlaz ji boy dehandina polîsakkarîtên wek nîşa û glîkojenê pêwîst e. Xaneyên li dîwarên aşikê enzîma pepsînojenê çê dikin. Pepsînojen bi asîda hîdroklorî(HCl)çalak dibe û wekî pepsîn bi nav dibe. Pepsîn li ser dehandina proteînan bi bandor e. Enzîmên wek amîlaz, lîpaz, trîpsînojen û kîmotrîpsînojen li gel hormonan di pankreasê de çêdibin û bi rêya pankreasê digihin rûviya dozdetilik. Mirov ji bo dehandina xwarinê hewceyî enzîman e.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]