Herisa proteînan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Erk û pêkhateya proteînan[biguherîne]

Di xane û şaneyên laşê mirov de, rêjeya proteînan ji nîşa û çewrî zêdetir e[1]. Bi gelemperî xurekên ji ajalan tê bi destxistin, ji xurekên riwekî hê pirtir proteîn lixwe digirin. Wekî minak; rêjeya proteîna nav goşt û hêk ji ya kartol û pîvazan zêdetir e. Xurekên ji riwekên wekî nok, nîsk û fasûlî tên bi destxistin jî gellek proteîn lixwe digirin[2]. Ji bo çêkirina xane û şaneyên nû, ji bo berhemanîna enzîm û hormonan, ji bo dabînkirina bergiriya derdanî, ji boy başkirina birînan pêdiviya mirov bi proteînan heye[3]. Her zindewer li gor kromozom û genên xwe, xwediyê proteînên taybet e. Ango cureya proteînên laşê zindeweran ne yek e. Proteîn di xaneyên zineweran de li gor rêzbendiya genên li ser kromozoman, di rîbozoman de tê berhemkirin. Asîda amînî yeke ya proteîn e, 20 cureyê asîda amînî heye[2]. Asîdên amînî bi bendên kîmyayî li hev tên girêdan, bi vî awayê proteîn çê dibe. Proteîn molekulek gewre ye an go makromolekul e. Di nav xaneyan de li gor cure, rêzbendî û hêjmara asîdên amînî curbecur proteîn tê berhemkirin. Heke ji du mirovan, a yek porreş, a dinê porsor be, an jî komeleya xwîna yekî AB a dinê B be, ev cudahiyan ji ber cudahiya proteînan e. Ango zanyariyên bomaweyî yên van kesan cuda ye, loma proteînên por û xwîna van her du mirovan ne yek e. Ji ber ku hin proteînên zîndeweran ji hev cuda ye, proteînên ji xurekan rasterast kêrê mirov nayê. Loma pêşî, proteîn bi enzîmên herisê tên hilweşandin boy asîdên amînî, paşê di nav xaneyên mirov de ji van asîdên amînî proteînên nû yên ji wî/ê mirovê re taybet, tê çêkirin.

Ji gedeyê hetanî rûviya zirav enzîm beş bi beş li ser heriskirina proteinan bandor dikin.

Heriskirina proteînan di gedeyê de[biguherîne]

Di devê mirov de ji boy heriskirina proteînan enzîm tune, di dev de tenê herisa mekanîk a proteînan rû dide. Proteîn di coga herisê de, di gedeyê de cara yekem rastê enzîma herisê tê. Enzîma pepsîn di xaneyên gedeyê de tê berhemkirin. Pepsîn proteînan hildiweşîne boy polîpeptîdên hûriktir. Gedê bi xwe jî gellek proteîn lixwe digire. Xaneyên gedeyê enzîma ji boy heriskirina proteînan bi awayekî neçalak berhem dikin û der didin nav gedeyê. Enzîma neçalak wekî pepsînojen tê bi navkirin[4]. Xaneyên gedeyê li gel pepsînojenê, asîda hîdroklorî(HCl) jî berhem dike û der dide nav gedeyê. Asîda hîdroklorî pepsînojenê çalak dike, pepsînojena çalakbûyî êdî wekî pepsîn bi nav dibe[5] Ji ber asîda hîdroklorî, pileya pH a gedeyê li derdora 2 ye[6]. Berevajiyê enzîmên din, pepsîn li dorhêla zor asîdî de hê baştir kar dike. Pepsîn proteînan hildiweşîne boy molekulên hûriktir, ev molekulan wekî polîpeptîd tê bi navkirin[3]. Polîpeptîd ji proteînan hûriktir e, lê hê jî makromolekul e û ji boy tevlê xwînê bibe, divê hê zêdetir bê hilweşandin.

Heriskirina proteînan di rûviya zirav de[biguherîne]

Herisa proteînan ji gedeyê dest pê dike,li rûviya zirav de bi dawî tê.

Beşa pêşîn a rûviya zirav, rûviya donzdetilîk e û pileya pH a wê ji ya gedeyê berztir e. Ji ber derdana zerav û şileya pankreasê, pH a rûviya donzdetilîkê li derdora 7 e[4]. Ji pankreasê li gel enzîma çalak a karboksîpeptîdazê, enzîmên trîpsînojen, kîmotrîpsînojen jî bi awayekî neçalak tên berhemkirin û derdan[6]. Ji xaneyên dîwarê rûviya donzdetilîkê de enzîmek bi navê enterokînaz (wekî enteropeptîdaz jî tê zanîn) tê derdan. Enterokînaz trîpsînojenê çalak dike[7]. Trîpsînojena çalakbûyî wekî trîpsîn tê bi navkirin. Tripsîn jî kîmotrîpsînojenê çalak dike[7].Ev herdu enzîmên çalakbûyî; trîpsîn û kîmotrîpsîn, li ser polîpeptîdan bandor dikin û polîpeptîdan hildiweşînên boy polîpeptîdên hûriktir her wiha hinek asîdên amînî jî peyda dibe. Ji xeynî pankreasê, xaneyên rûviya zirav jî enzîm berhem dike û der dide ser xurekê. Ji dîwarê rûviya zirav enzîmên karboksîpeptîdaz, dîpeptîdaz û amînopeptîdaz tê derdan[6]. Van enzîman polîpeptîdên hûrik perçe dikin boy asîdên amînî. Bi herisa gedeyê û ya rûviya zirav proteînê xurekê tên hilweşandin. Monomerên proteînê; asîdên amînî, bi têra xwe hûrûk in, memîleyên li ser dîwarê rûviya zirav asîdên amînî dimijîne û tevlê xwînê dike. Asîdîn amînî di nav xwînê de ber bi kezebê ve te guhestin, kezeb rêjeya asîdên amînî yên laş rêk dixe. Bi kurtasî; mirov gava xurekên proteînî dixwe, di coga herisê de proteinan heris dike boy asîdên amînî. Asîdên amînî bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibe. Di xaneyên laş de ji van asîdên amînî car din proteîn tê çêkirin, lê ev proteîn li gor zanyariya genên mirov tê çêkirin. Loma ji proteîna di nav xurekan de hatiye heriskirin ve cudatir e.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Protein,British Nutrition Foundation. [1]
  2. a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. a b Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  4. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  5. McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  6. a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  7. a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Proteins [2]