Kûzikê nas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kûzik
Temporal range: Plêstosînê dereng–Dema niha
Kûzika Ewropayê navîn (Mustela nivalis vulgaris)
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Carnivora
Famîle: Mustelidae
Binefamîle: Mustelinae
Cins: Mustela
Cure: M. nivalis
Navê zanistî yê latînî
Mustela nivalis
Linnaeus, 1766
Belavbûna kûzikan

Kûzik (Mustela nivalis), cureyekî kûzeyan (Mustelidae) e. Kûzik xweciyê Asya, Ewropa, bakurê Afrîkayê û Amerîkayê Bakur ye. Kûzik nêçîrvanekî xurt û hov e ku dikanê kerguhekî ji wê bi 5-10 caran girsetir bikuje.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Laşê kûzik dirêj û zirav e, stuyê wê dirêj e, serê wê pan û teng û piyên wê kin in.

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarin û parêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kûzik guhandarên biçûk wekî kojer, kerguh, mişk, hamester û cirpoq dixwe. Lê demê ku kojer hindik bin, kûzik hêk û ferxên çûkan dixwe. Kûzik qirtîş û mêş û mûr jî dixwe. Di hinek herêmên ku nêçîr hindik bin, kûzik laşê mirîmişkê lêmûsê qehweyî dixwe[2]

Belavbûn û warên sirûştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kûzik li hemû welatên Ewropa û Rûsyayê dijî ye ji xeynî Îrlanda û li hemû deverên Kurdistan, Tirkiyê, Îran ,Sûrî, Ûzbekistan, Tacikistan, Mongolya, Çîn, Japon, komara Korêya Başûr û komara Korêyê Bakur li Asyayê tê dîtin. Kûzik li bakurê Amerîkayê Bakur tê dîtin. Kûzik li bakurê Afrîkayê li Cezayir û Maroko dijî ye. Kûzik li mêrg, bejî, daristan, çandingeh, çol û nîvbeybanan dikanê bijî.[3][4]

Nêçîrvan û dijminên kûzikan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevahiya ku kûzik nêçîrvanê hov û êrîşkar e, lê dijminên ji wê hêzdartir hene wekî rovî, kûzeyê semûr, bûkinkê çolê, bûkinkê daristanan, banevank, şakund, kundê kadînan, kundê spî, bazî an baz û marê cirdonê reş, maregîska serpaxir ku kûzikan dixwin.

Binecure[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nêzî 18 binecureyên kûzikan hatine danasîn ta sala 2005.

  • Kûzikê nas (Mustela n. nivalis), Linnaeus, 1766.
  • Kûzikê Ewropayê navîn (Mustela n. vulgaris), Erxleben, 1777.
  • Kûzikê Deryaya Sipiyê Navîn (Mustela n. numidica), Pucheran, 1855

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tikhonov, A., Cavallini, P., Maran, T., Kranz, A., Herrero, J., Giannatos, G., Stubbe, M., Conroy, J., Kryštufek, B., Abramov, A., Wozencraft, C., Reid, F. & McDonald, R. (2008). Mustela nivalis. In: IUCN 2008. IUCN Red List of Threatened Species. Downloaded on 21 March 2009. Database entry includes a brief justification of why this species is of least concern
  2. ^ Sheffield, J.R.; King, C.M. (2 June 1994). "Mustela nivalis." Mammalian Species. The American Society of Mammalogists, 454.
  3. ^ Honacki, J.H., ed.; Kinman, K.E., ed.; Koeppl, J.W., ed. 1982. mammal Species of the World; A Taxonomic and Geographic Reference. Association of Systematic Collections, U.S.A
  4. ^ Sheffield, J.R.; King, C.M. (2 June 1994). "Mustela nivalis." Mammalian Species. The American Society of Mammalogists, 454

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]