Here naverokê

Mijîna xurekan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rûviya zirav qada bingehîn e ji bo mijîna xurekan

Mijîna xurekan ...

Xurekên aloz bi herisa mekanîk û kîmyayî di coga herisê de tên têkşikandin bo molekulên sakar. Xaneyên laş van molekulên sakar ji bo bidestxistina enerjiyê, berhemkirina protein, enzîm û hormonan, an jî ji bo çêkirina xane û endamokên nû bi kar tîne. Xurek ji dev hetanî tortorikê di nav coga herisê de diherike. Coga herisê di nav laşê mirov de ye, lê xurekên nav cogê ne di nav xane û şaneyên mirov de ye. Ji bo ji xurekan sûd bigire, divê xurek bikeve nav xaneyên laş. Hin ji xurekemadeyan, rasterast li dev û gedeyê tê mijandin[1], lê qada esasî ji bo mijîna xurekan rûviya zirav e.

Mijîna xurekan di rûviya zirav de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojê ji 10 lîtreyê zêdetir xurek, şilemenî û derdanên herisê dikeve nav coga herisê. Ji vana bi qasî lîtreyek derbasî rûviya stûr dibe[2], ên din di rûviya zirav de tên mijîn. Rûviya zirav hema hemû xurekên herisbûyî, %90ê avê[3], %80yê xwê û kanzayan dimijîne. Rûviya zirav bi dirêjiya 6 metre û bi qalindiya 2,5cm e[4]. Xurek, ji aliyê xaneyên rûkeş ên rûviya zirav ve tê mijîndin. Ji rûyê navî ya rûviya zirav pêkhatyên wekî mîna tilî ber bi xurekan ve dirêj dibe, ev pêkhate wekî memîle bi nav dibe[5]. Memîle rûberê rûyê navî yê rûviya zirav fireh dike. Rûyê memîle bi rûkeşexane yên mijer dapoşî ye. Xaneyên mijer jî ji bo zêdekirina rûyê rûviya zirav, ji parzûna xaneyê pêkhateyên wekî mîna kulkan, ber bi valahiya coga herisê (lumen) dirêj dikin. Ev pekhateyan wekî wirdememîle tê navkirin. Memîle û wirdememileyan rûyê rûviya zirav bi qasî 300m2 fireh dike[3], ev rûyê fireh ji bo guhestina xurekan a ji coga herisê derfet çêdike. Xurek pêşî ji valahiya cogê derbasî xaneyên mijer dibe, paşê bi navbeynkariya lûleyên xwînê û lîmfê belavê laş dibe.

Piştî mijînê, çewrî di nav şileya lîmfê de tê guhastin

Guhestina xurekan a ji coga herisê ber bi xaneyên rûkeş, bi çendan riya pêk tê. Hin xurek bi veguhastina neçalak, hinek jî bi veguhastina çalak ji parzûna xaneyên rûkeş derbasî nav xaneyan dibe. Wekî mînak fruktoz bi veguhastina neçalak(pasîf) a hêsankirî, av bi veguhestina neçalak a ozmosê[6], asîdên amînî jî bi veguhestina çalak ji coga herisê derbasî nav xaneyên rûkeş dibin.[3] Piraniya yekeyên(monomer) karbohîdrad, çewrî û proteînan di beşa rûviya birçî ya rûviya zirav de tê mîjandin.[2] Xwêyên zeravê û vîtamîna B12 di kutahiya rûviya badayî de tê mijandin.[2] Memîle, mûlûleyên xwînê û lîmfê lixwe digire.[4] Mûlûleyên memîleyan xurekê dimijîne. Asîdên çewrî û monoglîserîd di nav xaneyên rûkeş de yek dibin bo trîglîserîdê.[3] Trîglîserîd bi proteîn, fosfolîpîd û kolestrolê ve yek dibe. Ev pêkhate wekî şîlomîkron tê bi navkirin.[3] Şîlomîkron ji xaneyên rûkeş derbasî mûlûleyên lîmfê dibe û di nav şileya lîmfê de ber bi dil ve tê guhestin.[2] Herwiha, vîtamînên di lîpîd de tiwawe ; Vîtamîna A,D,E û K jî bi şileya lîmfê tê guhestin. Ji xeynî çewrî, xurekên din ji rûkeşexaneyan derbasî nav mûlûleyên xwînê dibin.[6] Xurekên di nav mûlûleyên xwînê bi navbeynkariya xwînhênera derî ya kezebê, ber bi kezebê ve tê guhestin. Ango ji bilî çewriyan, hemû xawarin û vexwarin ji coga herisê rasterast tê guhestin bo kezebê. Ji kezebê jî bi navbeynkariya xwînhêneran xurek ber bi dil ve tê guhestin, dil jî di nav xwînê de xurekê belavî tevahiya xane û şaneyên laş dike. Ji ber ku cara peşî kezeb bi xurekan ve rû bi rû dimîne, rekxistina mijera xureka laş jî di kezebê de pêk tê. Wekî mînak; asta rêjeya glukoza xwînê bi navbeynkariya hormonên însulîn û glukagonê, di kezebê de tê rêkxistin. Herwiha heke di nav xurekan de madeyên jehrî hebe, ev madeyan jî ji aliyê xaneyên kezebê ve tê bêbandorkin.[5]

Mijîna xurekan di rûviya stûr de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser rûyê rûviya stûr de ji bo mijînê, memîle û wirdemamîle tune. Her wiha rûviya stûr enzîmên herisê jî berhem nake. Jixwe rûviya zirav hema hemû xurek û şilemeniya nav coga herisê dimijîne. Hinek av, vîtamîn, kanza û hin derman ji aliyê xaneyên rûviya stûr ve tên mijandin[6]. Di rûviya stûr de gelek cor bakterî dijin, lê vana ne bakteriyên ziyanbexş in[3]. Beravajî wî, hin ji van bakteriyan ji bo mirov sûdbexş in, xurekên neherisbûyî perçe dikin, di heman demê de vîtamînên B û vîtamîna K jî berhem dikin.[4] Van vîtamînan ji aliyê xaneyên rûviya stûr ve tên mijandin û di xaneyên mirov de tên bi karanîn. Xurekên neherisbûyî û yên nehatine mijandin êdî wekî pîsayî bi nav dibe.

  1. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, human digestive system. [1]
  2. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  3. ^ a b c d e f Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  4. ^ a b c Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ a b Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  6. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.