Qerekoy
Xuyakirin
Qerekoy | |
---|---|
Karaköy | |
Koordînat: 39°5′32″Bk 41°40′51″Rh / 39.09222°Bk 41.68083°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Qerekoy |
Bilindahî | 1.850 m (6070 ft) |
Nifûs (2010) | 685[1] |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Qerekoy, gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.
Wateya navê gund
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tirk dema navên erdnîgariya Kurdistanê diguherin, hin caran wan dişibînin jî. Heger navê Kurdî bişibe bêjeyeke tirkî, wê pêve dikin. Li vir jî wisa kirine. Navê Qerekoyê kirine Karaköy. Qere peyveke Îndogermanî ye, di kurdî de jî heye. Kurd qer dibêjin, ji bo mînak beranê qer. Koy (di tirkî de köy) peyveke Îranî ye, ji Farisî derbasê tirkî bûye. Kuh, kuhî, koyî, kovî ûêd, tevahî ji heman kokê ne. Tê wateya cihê bilind. Ango navê Qerekoyê tê wateya "cihê devedora wê bilind ê axa wê reş e". Em dizanin axa herêmê volkanîk e, kevirê seqî kêm tên dîtin.
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Aboriya gund li ser xwedîkirina ajalên malê, çandinî û alîkariyên koçberbûyan e. Şer aboriya gund xirab kir, berê ev gundana pirr dewlemend bûn.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2008 | 682[3] |
2000 | 785 |
1990 | 775 |
1985 | 723 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2010
- ^ Yerelnet, Karaköy, ji orîjînalê di 3 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 gulan 2011
- ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |