Remezan (meh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Remezan (bi erebî: رمضان‎, lat. Ramaḍân) meha nehem a salnameya koçî ye.

Remezan, bi receb û şebanê ve ji bo gorî Îslamê mehên pîroz in wek Sê Mehan tê navkirin. Herwiha, di vê mehê de misilman rojîyê digrin.

Rojîgirtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojî çiye?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojî, ji berbanga sibê ya duemîn heta dema fitarê; yanî tav diçe ava, mirov xwe paraztina ji xwarin, vewarin û tiştin cinsî re rojî tê gotin. Bi sal û nîvê piştî koçkirina Muhemmed pêxamber, ji Mekê cû Medînê, Roji girtina meha Remezan ê ferz bû. Rojî ayînek (îbadet) bedenî ye.

Rojî yek ji Ruknê Îslam ê ye û Muhemmed Pêxember bi tevayî 9 salan rojî girtîye.

Rojiya meha Remezan ê bi vê ayeta pîroz ferz bûye. Xwedê Te`ala di Quran a pîroz de waha dibêje; “ Gelî ew kesên bawerî anîne, çawa rojî ji yên beriya we re ferz bû bû her wusan ji we re ferz bûye. Tê hêvî kirin ku hûn xwe (ji gunehan) biparêzin“. Sûreya Beqere: 2/183

Şertên ferzbûna Rojiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Mirov Misilman be.
  2. Mirov balix-kamil be
  3. Mirov bi aqil be.
  4. Şiyana mirova ya girtinê hebe.

Ferzên Rojiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Divê mirov ji berbanga sibê ya duyemîn hetanî tav diçe ava.

  1. Xwe ji xwarin
  2. Vexwarin
  3. Têkliyên cinsî biparêze.
  4. Û verişandina xwe ji qestî neyîne

Xwedê Te`ala di Quran a Pîroz de waha dibêje; ( Bixwun û vexwun hetanî berbanga sibê ku bendê sipî ji yê reş diyar dibe û paşê hetanî êvarê Rojaya xwe temam bikin) Sûrêya Beqere: 2/187

Sinetên Rojiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

- Zû fitara xwe veke û paşîvê jî dereng bixwe. Pêxember silavên Xwedê lê be, di Hadîsekî xwe de waha dibêje; “ Umeta min dema fitara xwe zû vekin û paşîva xwe jî dereng bixînin, di qenciyê da ne“
- Di meha Remezan ê de, divê mirov pir bi xêr û ber be û deriyê xwe ji hejar û belengazan re veke û alîkariya kesên feqîr bike.
- Dema hinekan ji mirov re tiştên ne baş got an jî çêr û xiber da, mirov bêje; “ ez bi Rojî me“ û bersiva wan nede. Dema mirova bersiva kesên nebaş da mirov jî dibe wekî wan û xêra Rojiya mirovan namîne. Divê mirov ne tenê bi divê xwe bi Rojî be, her wusan divê mirov biçav, guh dest, ling hemû cismê xwe bi Rojî be. Divê mirov çavê xwe ji mêzekirina namûsa xelkê, guhê xwe ji guhdarî kirina xeybetê, divê xwe ji derew û çîvanokan bi parêze.
- Di dema fitarê de mirov bêje; “ Ya Rebî, min ji Te re Rojî girt û li ser rizqê Te fitara xwe vedik im, ez Te ji hemî tiştên kêm û nuqsan diparêzim û ji Te re spasdar im. Ya Rebî, Tu Rojiya min qebûl bike û bê guman Tu her tiştan dibihîze û dizane“

Tiştên Rojiyê betal dikin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Mirov ji qestî xwarin bixwe an jî tiştek vexwe.
  2. Çi ji pêş û çi jî ji paş mirovan de tiştek here hundurê mirovan. Wekî derman û tiştên din.
  3. Ji qestî verişandina xwe bîne.
  4. Ji qestî têkiliyên cinsî bike.
  5. Bêyê ku têkliyên cinsî bike, bixwe pişta xwe ( menî ) bîne.
  6. Jin bikeve edetan-kirasan (heyd)
  7. Dîtina xwînê pişi zayînê.
  8. Mirov dîn( cinû) bibe.
  9. Mirov ji ol derkeve û bibe murted

Rojên ku mirov nikara tê de Rojî bigire[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Roja Cejna Remazan ê, herem e ku mirov rojî bigire.
  2. Roja cejna Qurban ê, herem e ku mirov rojî bigire.
  3. Û sê roj piştî cejna Qurban ê ku ji wan re tê gotin rojên teşrîq.

Rewşa kesên ku nikarin Rojî bigirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kesên salmezînin an jî ne salmezinin lê nexweşin û tu hêviya saxbûna wan tune û nikarin Rojî jî bigirin, dikarin Rojî bixun û paş ji ber her rojekî de fidye (kefaret) bidin feqîrek. Mirov her roj çi dixwe wî wekî fîdye dide feqîran. Kefaretê Rojiyê di roja îro de, mirov danekî mirovek feqîr bi xwarinê têr bike. Jina bi hemle an jî zarokan dimijîne, dema Rojî li ser nefsa wan xeter bin, dikarin Rojî bixwun û paşê jî rojiya xwe qeza bikin. Her wusan mirovên rêwî jî di esna rêwîtiyê de dikarin rojî bixun û dema zivirî mala xwe, bi tenê rojên xawrî qeza dike û fîdye lê nakeve. Lê dema ew jinên ku ji jîyana zarokên xwe bi tirsin û rojî girtina wan zirarê bide zarokên wan, wê demê dikarin rojî bixwin û paşê him rojiya xwe qeza bikin û kefaret jî bidin feqîrek.

Cejna Remezanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Cejna Remezanê