Mîtoz an jî dabeşbûna mîtozî pêvajoya dabeşbûna xaneyê ye ku kromozom duhende dibin û bi awayekî yeksan di navbera du xaneyên keç de tên parvekirin. Di zimanê yewnanî de ji bo dezî peyva “mitos” tê bikaranîn loma dabeşbûna mîtozî wekî "dezîyedabeşbûn" jî tê navkirin. Mîtoz beşek ji çerxa xaneyê ye. Çerxa jiyana xaneyê ji du qonaxên serekî pêk tê: qonaxa înterfaz û qonaxa mîtozî. Herwisa qonaxa mîtozî jî ji du beşan pêk tê: mîtoz û sîtokînez. Di pêvajoya mîtozê de kromozom û sentrozomên makexaneyê parve dibin. Parvebûna kromozoman wekî karyokînez tê navkirin. Di dawiya karyokînezê de sîtokînez dest pê dike. Di pêvajoya sîtokînezê de sîtoplazma û endamokên makexaneyê di navbera herdu xaneyên keç de tên parvekirin. Bi dabeşbûna mîtozî her ku hejmara xaneyên zîndewer zêde dibe, zîndewer jî geşe dibe. Herwisa xaneyên ziyangirtî jî bi mîtozê tên nûkirin. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.