Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Hezîran
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo hezîrana 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | |||||
3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 |
10 | 11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 |
17 | 18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 |
24 | 25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 |
Bûyer
- 1880 – Yekem telefona bi heqdest hate sazkirin.
- 1924 – Piştî hevdîtinên Lozanê dewleta Tirk dest bi paqijkirina mixalefeta hûndur kir. Kesên weke Elî Galîp, Çerkez Ethem, Refîq Xalit Karay, Refî Cevat Ulunay, Riza Tevfîk weke kesên li dijî têkoşîna neteweyî hatin îlankirin û ji hemwelatibûna Tirkiyê hatin derxistin û hatin sûrgûnkirin.
- 1941 – Înglîzan êrîşî Bexdayê kirin.
- 1948 – Îsraêlî û ereban agirbest îlan kirin.
- 1959 – Serxwebûna welatê Tûnîsê hate îlankirin.
- 1960 – Dewleta tirk 485 girêgirên kurdan sûrgûnî Sêwasê kirin û li vir di kampekê de hatin bi cîh kirin.
- 1961 – Yekem weşana stêro ya FMê hate kirin.
- 1966 – Li Bedlîsê erdhej çêbû.
- 1973 – Li Yewnanistanê rejîma monarşiyê bi dawî bû û rêvebiriya Komarê dest pê kir.
- 1975 – Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNK di bin serokatiya Celal Telabanî de li paytexta Surî Şamê hate avakirin.
- 1979 – Dev-Genç ji aliyê rêvebiriya leşkerî ve bi awayekî bê dem hate girtin.
- 1980 – Li Colemêrgê helîkopterên tirkan gundiyên ku ji bo dirutina gîha ji sînor derbas dibûn, gullebaran kirin, di encama bûyerê de 10 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.
- 1983 – Partiya Tirkiyeya Mezin bi biryara Desteya Ewlekariya Tirk MGKê hate girtin.
Jidayîkbûn
- 1850 – Sami Frashëri (Şemseddîn Samî), wêjekar û çalakvanê tevgera azadiya albanî
Mirin
- 2007 – Apê Adîk, dengbêjê navdar yê herêma Efrînê
- 1885 – Vîctor Hugo, romannivîs, nivîskarê yê fransî (wêne)
- 1986 – Rewşen Bedirxan, nivîskara jin a kurd
- 1868 – James Buchanan, hiqûqnas û siyasetmedarê amerîkî, serokê 15'em yê Amerîkayê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 662 – Bi erdhejê sê giravên yewnanan ruxiyan.
- 1328 – Li Fîlîpînê bi erdhejekê neh girav û giravik ruxiyan.
- 1851 – Qedexeya eraqê ya Amerîkayê; li eyaleta Maineê dest bi tetbîqê hat kirin.
- 1946 – Li Îtalyayê monarşî hate rakirin.
- 1966 – De Valera bû serokê Îrlendayê.
- 1984 – Artêşa Hindistanê li dijî sîkan, ku dixwestin herêmeke dînî ava bikin, êrîş da destpêkirin.
Jidayîkbûn
- 1740 – Marquis de Sade, nivîskarê fransî
- 1987 – Darîn Zanyar, stranbêjê kurd ê swêdî
Mirin
- 1991 – Ahmed Arîf, helbestvanê esilkurd
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1098 – Sefera xaçperestan a yekem: Piştî dorpêça 8 mehan kontrola Entakyayê kete destê xaçperestan.
- 1839 – Li Humen (lîmanek Çînê), Lin Tse-Hsu 1.2 milyon kg esrarê ku ji bazirganên Brîtanyayê hatibûn bi dest xistin da îmha kirin, Brîtanya jî vê sedemek (casus belli) qebûl kir û bi vî awayî di navbera wan de "Şerê Afyonê ya Yekem" dest pê kir.
- 1892 – Tîma fotbolê yê Brîtanyayê, a bi navê Liverpool FC, hate damezrandin.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Luftwaffe (hêzên hewayî yên Almanyaya Nazî) Parîsê bombebaran kirin.
- 2006 – Yekîtiya Serbistan û Montenegroyê danezana serxwebûnê yê Montenegroyê bi dawî dibe.
- 2013 – Bi kêmî 119 kes di şewata ku di zeviya mirîşkan de, yê li parêzgeha Jilin ya li bakûrê Çînê derket hatine kuştin.
Jidayîkbûn
- 1986 – Sergio Ramos, lîstikvanê goka pê yê spanî
Mirin
- 1924 – Franz Kafka, nivîskarê almanî
- 1963 – Nâzım Hikmet Ran, nivîskar, helbestvan û şoreşgerê tirk
- 1975 – Eisaku Satō, siyasetmedarê japon ê xwediyê Xelata Nobelê
- 1989 – Ayetula Xumênî, lîderekî dînî yê mezheba şiayan û siyasetmedarê îranî (wêne)
- 2001 – Anthony Quinn, şanogerê meksîkî
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- B.Z. 781 – Di dîrokê de girtina rojê (rojgirtin) cara ewil li çînê hate qeydkirin. (wêne)
- 1896 – Henry Ford, çêkirina Ford Quadricycle (otomobîla bi benzîn yê ewil ê ku Henry çêkiriye) temam kir, û ev otomobîl di testê de serkeftî bû.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Hêzên Almanan çûn Parîsê. Wê bajarê piştî 10 rojan (14'ê Hezîrana 1940'an) bikaribin hildin bin kontrolê.
- 1946 – Juan Peron, bû serokkomarê Arjentînê.
- 1961 – Serokê Amerîka John F. Kennedy û Serokê Yekîtiya Sovyetê Nîkîta Krûşçev li Viyanayê hatin cem hev.
- 1994 – Karsazên kurd Savaş Buldan, Hacı Karatay û Adnan Yıldırım hatin qetilkirin.
- 2015 – Teqînek li stasyona benzînê yê li Accra, Ganayê pêk hat, zêdetirî 200 kesan mirin.
Jidayîkbûn
- 1966 – Cecilia Bartoli, lîstikvana îtalî
- 1975 – Angelina Jolie, lîstikvana amerîkî
Mirin
- 1941 – Wilhelm II., qeyserê dawîn ê Almanya û Prûsyayê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1916 – Ereb li dijî Împeratoriya Osmanî serî hildan.
- 1917 – Şerê Cîhanê ya 1em: Xizmeta erkerî ya mecbûrî li Amerîka wek "Roja qeyda artêşê" dest pê kir.
- 1926 – Di navbera Keyaniya Yekbûyî, Tirkiye û Iraqê de Peymana Enqereyê hate îmze kirin. Tirkiye bi miqabilê ji bo 25 salan ji qezencên petrolê ji sedî 10 par hilde, qebûl kir ku dev ji heqên xwe yên ser Mûsilê berde. Paşê miqabilê 500 hezar sterlînê dev ji van heqên xwe jî berda.
- 1959 – Yekem hikûmetê dewleta Singapûrê sond xwar.
- 1962 – Cezayir, serxwebûna xwe ji Fransa bidest xist.
- 1967 – Di navbera welatên ereb û Îsraêlê de "Şerê Şeş Rojan" dest pê kir. Di vê şerê de Îsraêl erdên xwe zêde kir.
- 1975 – Kanala Suezê ji "Şerê Şeş Rojan" wirde cara yekem hate vekirin.
- 1977 – Li Komara Seyşelan derbeyek eskerî qewimî.
Jidayîkbûn
- 1723 – Adam Smith, aborînas û fîlozofê skotlendî (wêne)
- 1898 – Federico García Lorca, şaîr, şanonivîs û derhênerê spanî
- 1900 – Dennis Gabor, fizîknas, endazyarê mecar, xwediyê Xelata Nobelê ya fizîkê
Mirin
- 2004 – Ronald Reagan, lîstikvan û siyasetmedarê Amerîkî, serokdewletê 40'emîn yê Amerîkayê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1808 – Birayê Napoleon, Joseph Bonaparte, wek Şaha Spanyayê tac li xwe kir.
- 1844 – Komeleyek xrîstiyanan a global yê bêmezheb, bi navê YMCA (Young Man Christian Association) hate damezrandin.
- 1882 – Di Deryaya Erebî de bahozek derket û pêlên mezin ber bi Bombayê ve dav da, zêdetirî 100,000 niştecihên Bombayê di vê bûyerê de mirin.
- 1946 – NBA (National Basketball Association) bi yazdeh tîman hate çêkirin.
- 1971 – Şerê Viyetnamê: Di navbera hêzên komunîst yên Viyetnamê û Awistralyayê de Şerê Khanh yê Dirêj (Battle of Long Khanh) dest pê kir.
Jidayîkbûn
- 1799 – Aleksandr Pûşkîn, şair û nivîskarê rûs
- 1875 – Thomas Mann, nivîskar û rexnegirê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1926 – Erdal İnönü, siyasetmedarê tirk, serokwezîrê Tirkiyeyê
- 1933 – Heinrich Rohrer, fîzîknasê Swîsreyî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1946 – Gerhart Hauptmann, nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 2014 – Lorna Wing, psîkologek Brîtanyayî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1099 – Sefera Xaçperestan a Yekem: Artêşa Xaçperestan hat ber kela Qudsê û dorpêçkirina Qudsê dest pê kir.
- 1929 – Vatîkan bû dewleteke serbixwe.
- 1893 – Gandhi cara pêşîn dest bi bêîtaetiya sivîl û berxwedana pasîf kir.
- 1905 – Parlamena Norwêcê ji yekîtiya xwe yê bi Swêdê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir. Serxwebûn bi referandûma ku di 13'ê tebaxê de pêk hat hate tesdîqkirin.
- 1990 – Partiya Keda Gel (HEP) hat avakirin.
Jidayîkbûn
- 1837 – Alois Hitler, karmendekî awistirî, bavê Adolf Hitler
- 1862 – Philipp Lenard, nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1866– Ernest William Hornung, nivîskarê îngilîz
- 1877– Charles Glover Barkla , fîzîknasê brîtanî
- 1917 – Gwendolyn Brooks, şairek amerîkî
- 1952 – Orhan Pamuk, nivîskarê tirk, xwediyê Xelata Nobelê
- 1959 – Mike Pence, Cîgirê serokê ê 48emîn ê Dewletên Yekbûyî û 50emîn parêzgarê Indianayê.
- 1979 – Anna Torv, lîstikvana awistralî
Mirin
- 1954 – Alan Turing, matematîknas, zanyarê kombersê yê brîtanî
- 1967 – Dorothy Parker, nivîskar, şair û rexnegira amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 632 – Pêxemberê dînê Îslamê Mihemed çû ber rehma Xwedê.
- 632 – Ebûbekir bû yekem xelîfeyê dînê îslamê.
- 1866 – Parlamena Kanadayê yekem rûniştina xwe ya li Ottawa li dar xistin.
- 1941 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Hêzên Hevpeyman Sûriye û Libnanê îşgal kirin.
- 1949 – Romana George Orwell yê bi navê 1984 hate weşandin.
Jidayîkbûn
- 1916 – Francis Crick, biyolog û fizîknasek îngilîz
- 1845 – Andrew Jackson, general, dadger û siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê Amerîka'yê yê heftem
Mirin
- 1970 – Abraham Maslow, psîkologê amerîkan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 68 – Împeratorê Romayê Nero xwe kuşt.
- 1947 – Tirkiye bû endamê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO).
- 1967 – Şerê Şeş Rojan: Îsraêl, girên Golanê ji Sûriyê zeft kir.
- 1999 – Şerê Kosovayê: Komara Federal ya Yûgoslavyayê û NATO peymaneke aştiyê îmze kirin.
- 2004 – Mebûsên DEPê Hatip Dicle, Leyla Zana, Selim Sadak û Orhan Dogan hatin berdan.
Jidayîkbûn
- 1672 – Pyotrê Mezin, çarê (împerator) rûs
- 1843 – Bertha von Suttner, pasîfîst, rojnamevan û nivîskara awistirî, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê
- 1952 – Bülent Ersoy, lîstikvan û stranbêjek tirk
Mirin
- 1870 – Charles Dickens, nivîskar û rexnekarê îngilîz
- 1974 – Miguel Ángel Asturias, dîplomat û nivîskarê guatemalayî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 671 – Împeratora Japonyayê Tenji demjimêrek avê (clepsydra) yê bi navê Rokoku da nasîn. Ev aleta ku demê dipîve û saetê nîşan dide, li paytexta Ōtsu hate bicihkirin.
- 1329 – Şerê Pelekanonê yê di navbera Bîzans û Osmaniyan de bi têkçûna Împeratoriya Bîzansê bi dawî bû.
- 1916 – Serhildana ereban yê li dijî Osmaniyan ji aliyê Husên bin Elî (mîrê Mekkeyê) ve hate îlan kirin.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Norwêc radestî hêzên almanan bû.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Îtalya ji Fransa û Qraliyeta Yekbûyî re şer îlan kir.
Jidayîkbûn
- 1915 – Saul Bellow, nivîskarek amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1973 – Matthias Strolz, siyasetmedarek nemsayî
Mirin
- B.Z. 323 – Îskenderê Mezin, keyê Makedonyayê
- 1836 – André-Marie Ampère, fîzîknas û matematîsyenek fransî
- 1949 – Sigrid Undset, nivîskar û wergêra norwêcî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- BZ 1184 - Şerê Trûvayê dest pê kir. Trûva hat talankirin û şewitandin (li gorî hesabên Eratosthenes).
- 1922 – Şêx Mehmûdê Berzencî li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanî xwe wekî Melîkê Kurdistanê îlan kir.
- 1967 – "Şerê Şeş Rojan" yê di navbera Îsraîl û cîranên wî yên ereban de, bi mudaxaleya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû.
- 1973 – Li qezayê Mêrdîn ya Qoserê di navbera eşîran de şer derket. 12 kes mirin.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Hêzên Brîtanî bajarên Cenova û Turino yên Îtalyayê, bombe kirin. Hêzên Hewayî yên Îtalî yekemîn êrîşên xwe yên li ser girava Maltayê pêk anîn. Norwêc piştî berwedana ku du meh dewam da kirin ji artêşa naziyan re teslîm bû.
Jidayîkbûn
- 1899 – Kawabata Yasunari, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1910 – Jacques Yves Cousteau, zanyarê fransî
Mirin
- 2022 - Abit Gürses (Abîd Gurses), rojnamevanê kurd
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1830 – Fransa dest bi îşgalkirina Cezayirê kir: Di gava yekem de ji Sidi-Fredjê re 37,000 hezar esker şand.
- 1898 – Filîpîn ji Spanya serxwebûna xwe îlan kir.
- 1940 – Şerê cîhanî yê duyem: 54 hezar eskerên brîtanî û Fransî li ser sînorê St. Valery-en-Caux', ji hêzên almanan re teslîm bûn. Pêşveçûna hêzên almanan yê ber bi Parîsê ve dewam dike.
- 1990 – Roja Rûsyayê: Parlamena Federasyona Rûsyayê serweriya xwe bi fermî îlan kir.
- 1994 – Boeing 777 cara pêşîn ji Paine Field rabû û firra xwe ya yekem pêk anî.
Jidayîkbûn
- 1827 – Johanna Spyri, nivîskarek swîsrî
- 1924 – George H. W. Bush, siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê 41em yê Amerîkayê
- 1929 – Anne Frank, nivîskarek holendî
- 1969 – Heinz-Christian Strache, siyasetmedarek awistirî
- 1988 – Eren Derdiyok, lîstikvanê futbolê yê swîsrî ya esilkurd
Mirin
- 1912 – Frédéric Passy, parlamenter û hûmanîstê fransî
- 1943 – Sennur Sezer, helbestvana tirk
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1381 – Di pêşengiya Wat Tler de îsyankarên gundî Londonê zeft kirin, agir berdan ser avahiyên hikûmetê, zindanan vala kirin û serê hakim û dewlemendan jê kirin.
- 1859 – Li Erziromê erdhejek çêbû û di vê erdhejê de ji nîvî zêdetira bajarê zirar dîtin û 3 hezar kes mirin.
- 1934 – Adolf Hitler û Mussolini li Îtalyayê, li bajarê Venedîkê hatin cem hev.
- 1993 – Piştî ku Süleyman Demirel bû serokkomar, ji serokatiya giştî ya Partiya Rêya Rast (DYP) re Tansu Çiller hate hilbijartin.
- 2009 – Encamên hilbijartinên serokkomarîyê yên Îranê hatin ragehandin. Mehmûd Ehmedînejad di hilbijartinê de bi ser ket. Piştî ragihandina encamê xwepêşandanên li welat dest pê kirin.
Jidayîkbûn
- 1894 – Leo Kanner, psîkiyatrîstê awistirî
- 1911 – Luis W. Alvarez, fîzîknas, îcatkarê amerîkan
- 1966 – Grîgorî Perelman, matematîkzanê rûs
Mirin
- 2012 – Roger Garaudy, fîlozof, siyasetmedar û nivîskarê fransî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1900 – Hawaii tevlî Amerîkayê bû.
- 1920 – Serhildana Eşîrên Millî (Milan) dest pê kir.
- 1940 – Şerê cîhanî yê duyem: Hêzên almanan ketin Parîsê.
- 2005 – Zagros TV dest bi weşana xwe ya asmanî kir.
- 2007 – Dadgeha Dewletê ya Bilind a Tirkiyê bi sedema biryara Şaredariya Sûrê ya "Di kar û xebatên şaredariyê de pirzimanî" Şaredarê Sûrê ya Amedê birêz Abdullah Demirbaş ji wezîfê girt û meclîsa Şaredariya Sûrê felişand.
- 2015 – Li nêzîkê Willow, Alaskayê di nav qezayê Matanuska-Sunitsayê de şewatekî dijwar derket û di vê şewatê de ji 6,500 hektarê zêdetir şewitî.
Jidayîkbûn
- 1899 – Kawabata Yasunari, nivîskarê japon, xwediyê Xelata Nobelê
- 1928 – Ernesto Che Guevara, bijîşk, nivîskar, rêberê gerîlayan, şoreşgerê arjentînî-kûbayî
Mirin
- 1920 – Max Weber, civaknasê alman
- 1968 – Salvatore Quasimodo, rexnegir û lîrîkerê îtalî
- 1986 – Jorge Luis Borges, helbestvan û nivîskarê arjentînî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1381 – Di dîroka îngilistanê de serhildana gundiyan ya yekemîn, bi mirina serokê wan yê bi navê Wat Tylerê bi dawî bû.
- 1888 – Wilhelm II bû împeratorê Almanyayê.
- 1896 – Li Japonyayê tsunamî çêbû. Zêdetirî 22.000 kesî mirin.
- 1954 – UEFA li bajarê Swîsre Baselê hate damezrandin.
- 1909 – Rojnameya Peymanê dest bi weşanê kir.
Jidayîkbûn
- 1951 – Álvaro Colom Caballeros, serokwezîrê guatemalî
Mirin
- 1849 – James K. Polk, parêzer û siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê Amerîkayê yê 11em
- 1950 – Pîremêrd, helbestvanê kurd
- 2023 - Glenda Jackson, aktrîs û siyasetmedara inglîz
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1903 – Şirketa motoran yê Fordê hate damezrandin.
- 1920 – Banda birîne ji aliyê Earle E. Dickinson hate dahênandin.
- 1940 – Li Lîtvanyayê hikûmetek komûnîst hate avakirin.
- 1963 – Programa Fezayê yê Sovyetê: Mîsyona Vostok 6ê: Kozmonot Valentina Tereshkova bû yekemîn jina ku çû fezayê.
- 1964 – Rêberê mafên reşikan yê amerîkayî Martin Luther King, Xelata Nobelê ya Aştiyê qezenc kir.
Jidayîkbûn
- 1723 – Adam Smith, aborîzan û fîlozofê skotlendî
- 1961 – Can Dündar, lêgerîner, rojnamevan, derhênerê dokumanteran ê tirk
- 1971 – Tupac Shakur, raperê amerîkî
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1885 – Peykera Azadiyê gihişt bendera New Yorkê.
- 1921 – Serhildana Qoçgiriyê yê ku li Sêwas, Erzingan û Dêrsimê sê meh û nîv dewam kiribû, ji aliyê artêşa tirkan ve bi avayekî hovane hate tepisandin.
- 1944 – Îslenda ji Danîmarka veqetiya û komara xwe îlan kir.
- 1967 – Komara Gel a Çînê bombeya hîdrojenê ya yekem cerriband.
- 1992 – Di navbera serokdewletê Amerîka George H. W. Bush û serokdewletê Rûsyayê Borîs Yeltsîn de peymanek li ser kêmkirina çekan yê bi navê START II hate îmzekirin.
Jidayîkbûn
- 1579 – Ludwig I yê Anhalt-Köthenê, mîrê serdestê Anhalt-Köthen û damezrînerê Civaka berdar
- 1808 – Henrik Wergeland, rewşenbîr, nivîskar û helbestvanê norwêcî
- 1882 – Îgor Stravînskî, bestekarê amerîkî yê esilrûs
- 1942 – Mohamed ElBaradei, siyasetmedarê misrî, Cîgirê Serokê Misirê, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê
- 1942 – Doğu Perinçek, siyasetmedar û nivîskarê tirk
Mirin
- 2015 – Süleyman Demirel, siyasetmedarê tirk, Serokkomarê Tirkiyeyê ya 9em
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1815 – Napoleon Bonaparte di Şerê Waterlooyê de ji artêşên îngilîz û Prûsyayê re têk çû. Ev têk çûn bû sedama şerê ku di navbera Fransa û dewletên Ewropayê de 23 sal dewam dikir bi dawî bibe. Napoleon di 22ê hezîranê de cara duyem ji textê vekişiya.
- 1830 – Fransa Cezayirê îşgal kir.
- 1948 – Neteweyên Yekbûyî, Daxuyaniya Mafên Mirovan yê Navneteweyî qebûl kir.
- 1953 – Li Misirê serdestiya Îngîlîzan yê ku 74 sal dewam kir bi dawî bû û komar hat îlankirin.
- 1965 – Şerê Viyetnamê: Dewletên Yekbûyî li Başûrê Vîetnamê balafira bombavêj yê B-52 ji bo êrîşa şervanên gerîla yên Hereketa Rizgariya Neteweyî bi kar tîne.
Jidayîkbûn
- 1929 – Jürgen Habermas, civaknas û fîlozofê alman
- 1942 – Paul McCartney, kompozîtor, gîtarîst û vokalîstê brîtanî (The Beatles, The Quarrymen, Wings, û The Fireman)
Mirin
- 1928 – Roald Amundsen, deryavan û kaşîfê norwêcî
- 1936 – Maksîm Gorkî, nivîskarê rûs
- 2007 – Seydayê Keleş, nivîskarê kurd
- 2010 – José Saramago, nivîskar, dramatîker û helbestvanê portûgalî, xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1862 – Li Amerîkayê xulamtî (koletî) bi awayekî fermî hate rakirin.
- 1885 – Peykerê Azadiyê ji Fransa anîn New Yorkê.
- 1910 – Roja Bavan cara yekem li Amerîkayê hate pîrozkirin.
- 1961 – Kuweyt serxebûna xwe ya ji Keyaniya Yekbûyî ragihand.
- 2000 – Mezopotamya TV dest bi weşanê kir.
- 2012 – Avakarê sîteya WikiLeaksê Julian Assange ku bi weşandina wesîqeyên (dokument) Amerîkayê yên veşartî navdar bûbû ji tirsa ku hikûmeta îngilîz we îadeye Amerîkayê bike ji Balyozxaneya Ekuadorê yê li Londonê re miracaeta îltîcayê kir.
Jidayîkbûn
- 1623 – Blaise Pascal, matematîkzan, fîzîknas û bîrewerê fransî
- 1945 – Aung San Suu Kyi, siyasetmedarek bûrmayî, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê
- 1947 – Salman Rushdie, nivîskarê îngilîz yê hindistanî, nivîskarê kitêba bi navê "Ayetên Şeytanî" ku tê de ji dînê Îslamê re heqaret dikir
Mirin
- 1937 – J. M. Barrie, nivîskar û dramatîkerê brîtanî
- 1977 – Elî Şerîetî, nivîskar, fîlozof û sosyologekê faris
- 1993 – William Golding, nivîskarekî brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê
- 2017 – Otto Warmbier, xwendekarekî Amerîkanê li Korêya Bakur bû
- 2019 – Nahide Refîq Hilmî, nivîskara kurd û keça siyasetmedar û nivîskar Refîq Hilmî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1837 – Keybanû Victoria, di 18 saliya xwe de derket texta Qraliyeta Yekbûyî. 63 sal ser textê ma û bû hikûmdara ku desthilatdarî herî dirêj di dest xwe de hişt.
- 1877 – Alexander Graham Bell li cîhanê yekem xizmeta telefonê yê bazirganiyê li hêrema Ontario yê girêdayî Kanadayê da dest pê kirin.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Îtalya ji Fransayê re êrîş kir.Êrîşa we bi ser neket.
- 1960 – Malî û Senegal serxwebûna xwe îlan kir.
- 1991 – Parlamena Almanan, biryar girtin ku paytexta welat ji bajarê Bonnê bar bikin Berlînê.
- 2003 – Weqfa Wîkîmedyayê li St. Petersburg, Florîda (bajarek Amerîkayê) hate avakirin.
Jidayîkbûn
Mirin
- 1933 – Clara Zetkin, siyasetmedara alman.
- 2005 – Jack Kilby, fîzîknas û endazyarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê ya Fizîkê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1788 – Dewleta New Hampshireê - ku îro yek ji federedewletên Amerîkayê ye - qanûna bingehîn (makezagon) yê Amerîkayê tesdîq kir û bû nehemîn federedewleta li Amerîkayê.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Fransa teslîmê Almanyayê bû.
- 1941 – Almanya êvarkî dest bi îşgala Yekîtiya Sovyetan kir.
- 1942 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Bajarê lîmanê yê Lîbyayê Tobruq, ket destê hêzên îtalî û almanan.
- 1942 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Şerra Okinawayê yê di navbera Amerîka û Japonyayê de derketibû bi dawî bû.
- 1977 – Bülent Ecevit, ji CHP, hikûmetê nû yê Tirkiyeyê ava kir.
- 1990 – Li Îranê erdhejek bi şîdeta 7,3 çêbû. 50 hezar kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1905 – Jean Paul Sartre, fîlozof û nivîskarê fransî
- 1953 – Benazir Bhutto, siyasetmedara pakistanî yê esilkurd, serokwezîra Pakistanê 11em
- 1979 – Chris Pratt, muzîkjen û aktorê amerîkan
- 1983 – Edward Snowden, çalakvan û akademîsyenê amerîkî
Mirin
- 1527 – Niccolò Machiavelli, fîlozof, muzîkvan, helbestvan û şanonivîsê îtalî
- 1914 – Bertha von Suttner, pasîfîst, rojnamevan û nivîskareke awistiryayî, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê
- 1957 – Johannes Stark, fizîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 2010 – İlhan Selçuk, rojnamevan û nivîskarek tirk
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1812 – Napoleon Bonaparte li dijî Rûsyayê şer vekir.
- 1898 – Şerê Spanî–Amerîkî: Hêzên Behrê yên Amerîkayê ketin Kûbayê.
- 1906 – Alaya Swêdê hate qebûlkirin.
- 1941 – Almanya dest bi îşgala Yekîtiya Sovyetê kir.
- 1945 – Şerê Okinawayê yê di navbera amerîkî û japonan de derketibû qediya.
- 1976 – Li Kanadayê cezayê îdamê hate rakirin.
- 2002 – Li Îranê erdhejek bi şideta 6,5 çêbû. Di vê erdhêjê de zêdetirî 261 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1891 – Franz Alexander, bijîşk û psîkoanalîstê hûngarî
- 1898 – Erich Maria Remarque, nivîskarê alman
- 1987 – Lee Min-ho, lîstikvan, stranbêj û modelê korêyî
Mirin
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 656 – Hezretî Elî (Elî ibn Ebî Talib) bû xelîfe.
- 1902 – Marka Mercedesê hate tescîlkirin. Yekemîn otomobîla Mercedesê ji alî Wilhelm Maybach ve hate çêkirin.
- 1913 – Şerê Balkanan Yê Duyem: Yewnanan di Şerê Doiranê de qewetên bulgaran mexlûb kirin.
- 1942 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Ji bo odeya gazê yê di kampa Auschwitzê (kampekê civandin, bi zorî xebitandin û îmhakirinê ye) de ji Parîsê trêneke ku cihûyan tijîkiribûn dan anîn.
- 2016 – Wê li Keyaniya Yekbûyî der heqê endamtiya Yekîtiya Ewropayê de referandûm were kirin.
Jidayîkbûn
- 1910 – Jean Anouilh, şanonivîs û nîvîskarê lîstikan yê fransî
- 1912 – Alan Mathison Turing, matematîkzan û zanistê kompîturê yê îngilîz
- 1936 – Richard Bach, nivîskarê amerîkî
- 1972 – Zinedine Zidane, lîstikvanekî futbolê yê fransî
Mirin
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1645 – Artêşa Osmaniyan bi 348 keştiyên herb û neqliyeyê derket girava Krîtê.
- 1901 – Berhemên Pablo Picassoyê cara ewil hatin pêşandan.
- 1910 – Japon Koreyê îşgal kir.
- 1983 – Ketina Şamê ji Yaser Erefat re hate qedexekirin.
- 2013 – Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi bi hêzê xwe yê siyasî ji bo xirabiyê bikaranîn û bi kesên ne reşîd re gankirinê hate tawanbarkirin û bi heft sal cezayê hepsê hate mehkûmkirin.
Jidayîkbûn
- 1883 – Victor Francis Hess, fîzîknasê awistirî, xwediyê Xelata Nobelê ya Fizîkê
- 1927 – Martin Lewis Perl, fîzîknasê amerîkayî, xwediyê Xelata Nobelê ya Fizîkê
- 1987 – Lionel Messi, lîstikvanê futbol) yê arjentînî
Mirin
- 1908 – Grover Cleveland serokdewletê 22em û 24em ê DYA'yê
- 2007 – Chris Benoit, gemşvanekî gemşa profesyonel ê kanadayî
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1788 – Vîrjînya, bû wîlayeta (parêzgeh) dehemîn ê ku makezagona Amerîkayê tesdîq kir.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Fransa di saet 01:35an de bi awayekî fermî radestî Almanyay bû.
- 1950 – Artêşa Korêya Bakur bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan êrîşî Korêya Başûr kir û Şerê Koreyê dest pê kir.
- 1975 – Mozambîk serxwebûna xwe îlan kir.
- 1993 – Tansu Çiller bû yekemîn serokwezîra jin ya Tirkiyeyê.
- 1999 – Yekemîn hejmar ji rojnameya (Botan) li bajarê Duhokê hate weşandin.
Jidayîkbûn
- 1903 – George Orwell, nivîskar û rojnamevanê îngilîz
- 1907 – J. Hans D. Jensen, fîzîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê ya Fizîkê
- 1928 – Aleksey Abrîkosov, fîzîknasê rûsî-amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1954 – Daryush Shokof, hunermend, fîlozof, ressam, peykertraş, senaryonûser, derhêner û lîstikvanekî film ê îranî
Mirin
- 1984 – Michel Foucault, fîlozofekî fransî
- 1995 – Ernest Walton, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1997 – Jacques Yves Cousteau, zanyarê fransî
- 2009 – Michael Jackson, qralê muzîka popê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1819 – Patenta duçerxeyê (bisiklet) hate hildan.
- 1920 – Serhildana Eşîrên Millî dest pê kir.
- 1945 – Neteweyên Yekbûyî hate damezrandin.
- 1960 – Madagaskar serxwebûna ji Fransayê bi dest xist.
- 1964 – Koma The Beatlesê albûma xwe ya bi navê A Hard Day's Nightê belav kirin.
Jidayîkbûn
- 1892 – Pearl S. Buck, nivîskara jin yê amerîkayî, xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê
- 1937 – Robert C. Richardson, fîzîknasê amerîkayî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1943 – Klaus von Klitzing, fîzîknasekî alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1962 – Bror Abelli, lîstikvan, stranbêj, rejîsor û nivîskarekî swêdî
Mirin
- 1984 – Michel Foucault, profesorê dîroka sîstemên zanînê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1905 – Di dema şerê Rûsya-Japonyayê de, keştîvanan li ser keştiya şêr a rûsan a bi navê Potemkin serhildanek dan destpêkirin.
- 1950 – Dewletên Yekbûyî qerar dide ku leşkerên xwe bişîne ji bo Şerê Koreyê.
- 1950 – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bo alîkarîya Koreya Başûr bang li endamên Neteweyên Yekbûyî kir.
- 1954 – Li Guatemalayê bi derbeyekî ku ji alî CIA ve dihate piştgirîkirin, hikûmeta ku xelk hilbijartibû xistin.
- 1954 – Yekemîn santrala nukleer yê cîhanê li bajarê Obninsk yê nêzîkî Moskowê hate vekirin.
- 1974 – Serokê DYAyê Richard Nixon çû ziyareta Yekîtiya Sovyetan.
- 1977 – Cîbûtî bû welatekî serbixwe.
- 1979 – Muhammed Ali, berçav kir ku boksê berdaye.
- 2007 – Tony Blair wek serokwezîrê Brîtanyayê, ji pozîsyona xwe ya ku ji sala 1997an û pê ve lê bû, îstîfa kir.
Jidayîkbûn
- 1927 – Raymond Battegay, psîkiyatrîst û psîkoanalîstekî swîsreyî
- 1931 – Martinus J.G. Veltman, fîzîknasek holendî
- 1936 – Lucille Clifton, şaîr û nivîskarê amerîkî
Mirin
- 1844 – Joseph Smith, lîderê dînî yê amerîkî, damezrînera baweriya mormonîzmê
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1895 – El Salvador, Honduras û Nîkaragûa, Komara Mezin a Amerîkaya Navîn (Greater Republic of Central America) ava kirin.
- 1914 – Arşdûkê Awistriyayê Franz Ferdinand û jina wî Sophia ji aliyê nîjadperestekî sirb ê bi navê Gavrilo Princip ve hatin kuştin. Ev bûyer ji Şerê Cîhanî ya Yekem re bû sedem (casus belli).
- 1919 – Di dawiya Şerê Cîhanî ya Yekem de di navbera Dewletên Mittefîq û Almanyayê de Peymana Aştiyê ya Versayê hate îmzekirin.
- 1936 – Japonya, li bakurê Çînê bi navê Mengjiangê dewletekî kukla ava kir.
- 1942 – Şerê Cîhanê yê Duyemîn: Almanyaya Nazî li dijî Yekîtiya Sovyetan bi nasnavê Case Blue dest bi êrîşek havînê yê stratejîk kir.
- 1950 – Şerê Koreyê: Bajarê Sêûlê ku aniha li Korêya Başûr dimîne ji aliyê qewetên Korêya Bakur ve hate bidestxistin.
- 1950 – Şerê Koreyê: Tê îdiakirin ku di navbera 100,000 û 200,000 sempatîzanên komunîst yên gumanbar di Komkujiya Bodo Leagueyê de hatine qetilkirin.
- 1964 – Malcolm X, Rêxisitina Yekîtiya Afro-Amerîkiyan ava kir.
- 2000 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, qerar da ambargoya ku li dijî Kubayê danîbû û 41 sal dewam dabû kirin nerm bike.
- 2006 – Montenegro wekî endamê 192. ji Neteweyên Yekbûyî re hate qebûlkirin.
- 2011 – Google projeyê xwe ya nû yê torên civakî a bi navê Google+'ê îlan kir.
Jidayîkbûn
- 1712 – Jean-Jacques Rousseau, fîlosof, nivîskar, awazvan û têorîstek siyasî yê swîsreyî-frenseyî
- 1867 – Luigi Pirandello, helbestvan, şanonivîs, nivîskarê îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1906 – Maria Goeppert-Mayer, fîzîknasa alman-amerîkayî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1940 – Muhammad Yunus, aborîzanê bangladeşî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1943 – Klaus von Klitzing, fîzîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1836 – James Madison, siyasetmedarê amerîkî, Serokdewletê Çarem yê Amerîkayê
- 1914 – Franz Ferdinand, mîrê împaratoriya Nemsa - Macaristanê
- 1942 – Yanka Kupala, dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê neteweyî yê Belarûsê
- 2007 – Orhan Dogan, siyasetmedar, dadnas û parlamenterê kurd
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1534 – Jacques Cartier bû ewropiya yekem yê ku gihîşt Girava Prince Edwardê.
- 1880 – Fransa, girava Tahitiyê li ser erdên xwe zêde kir.
- 1925 – Rêberê gelê kurd, alima mezin Şêx Seîd û 46 hevalên wî ji aliyê Dadgehên Serxwebûnê yê Amedê ve hatin dardekirin.
- 1934 – Zaro Axa jiyana xwe ji dest da. 160 sal jiyabû.
- 1976 – Giravên Seyşelê serxwebûna xwe ji Keyaniya Yekbûyî bi dest xist.
- 1990 – Li Yûgoslavyayê herbê navxweyî dewam dike; Artêşa Federal dixebite ku daxwazên serxwebûnê yên li Slovenya û Kroatyayê serkut bike.
- 1999 – Abdullah Öcalan bi îdamê hate mehkûmkirin.
- 2007 – Apple, Inc., telefona xwe ya yekem yê bi navê IPhoneê pêşkêş kir.
- 2014 – Terorîstên DAIŞê li Sûrî û bakura Iraqê xelîfetiya xwe îlan kirin.
Jidayîkbûn
- 1900 – Antoine de Saint-Exupéry, nivîskar û balafirvanê fransî
- 1929 – Oriana Fallaci, rojnamevana îtalî
Mirin
- 1861 – Elizabeth Barrett Browning, helbestvan û wergêrê îngilîz-îtalî
- 1925 – Şêx Evdilahê Melekan, alim û pêşewayê kurd, hevalê Şêx Seîd
- 1925 – Salih Begê Hênê, alim û pêşewayê kurd, hevalê Şêx Seîd
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1882 – Charles Guiteau serokê Amerîkayê yê 20. James Garfieldê kuşt û ji ber vê yekê hate darvekirin.
- 1905 – Albert Einstein nivîsara xwe ya bi navê Elektrodînamîka Cismên Bihereket di kovara ilmî yê Annalen der Physik de çap kir û bi vî awayî jî teoriya îzafiyetê hate derpêşkirin.
- 1908 – Bûyera Tunguskayê qewimî. Di vê bûyerê de li herêma Sîbîryayê li nêzî robara (çemên biçûk) Tunguskayê teqînek esmanê pêk hat. Tê texmînkirin ku ev teqîna li hewayê ji ber parçeyek dûvstêrkek an jî astroîdek çêbû. Agirên teqînê ji 800 km dûrîtiyê jî dihate xuya.
- 1912 – Bahoza ku li wîlayeta Saskatchewan yê Kanadayê qewimî, bû sedema mirina 28 kesan.
- 1934 – Operasyona bi navê Şeva Kêrên Dirêj ê ku Adolf Hitler 85 heb endamên payebilind yên SA'yê (Sturmabteilung) yên reqîbên wî ji efserên SS'an (Schutzstaffel) re dabû qetilkirin dest pê kir.
- 1936 – Împaratorê Etiyopyayê Haile Selassie, piştî ku Mussolînî welatê wî îşgal kir li Cemiyeta Miletan (navê kevin yê Neteweyên Yekbûyî) ji bo daxwaza alîkariyê xeberdanek kir.
- 1941 – Şerê Cîhanê yê II'yem: Operasyona Barbarossayê - Almanyaya Nazî bajarê Lviv yê Ûkraynayê bi dest xist.
- 1960 – Kongoya Belçîkayê, serxwebûna xwe ji Belçîkayê bi dest xist.
- 1990 – Almanyaya Rojhilat û Almanyaya Rojava birryar girtin ku ekonomiyên xwe bigihînin hev.
- 1997 – Keyaniya Yekbûyî, rêvebiriya Hong Kongê ji Çînê re hişt.
Jidayîkbûn
- 1911 – Czesław Miłosz, nivîskar û helbestvanê polonî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1982 – Aylin Kontente, şanovan û lîstikvaneke tirk
Mirin
- 1919 – John Strutt, 3. Baron Rayleigh, fizîknasê brîtanyayî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 – Simkoyê Şikak, serhildêr û rêberê kurd
[[Kategorî:Di dîrokê de îro (roj)|]]
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn