Düzce

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Düzce yek ji bajar û parêzgehên Tirkiyê ye.

Di sala 1999'î de ji ber erdhejê bi zagoneke bilez kirine parêzgeh. Beriya wê bi bajarê Bolu´yê ve girêdayî bû. Şêniyên Düzceyê pirranî Çerkez û Abxaz in. Ji ber wê hin caran pirsgirêkên etnîkî xwe dide der. Gelên herêmê ji dûgelê doza perwerde û weşan bi zimanê zikmakî (ango zimanên Qefqasî) dikin.

Beriya hatina Tirk - Mongolan navê bajêr Prusias Pros Hypios bûye. Di salên 1321-1323'î de mîrên Osmaniyan bi bazareke berdêlî wê ji Bîzansiyan digirin. Ji ber wê jê re dibêjin Dûzbazar. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê navê wê dikin Düzce.

Heya niha statîstîkên fermî yên Düzceyê nehatine aşkerakirin. Gel aboriya xwe bi çandiniya bindeqê dike.