Erzîrom

(Ji Erzirom hat beralîkirin)
Erzîrom
Erzurum
Mizgefta du minare
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Erzîrom (parêzgeh)
Serbajar Erzîrom

Gelhe (2014)
 - Gelhê bajaran
 - Gelhê gundan
763.320 kes
763.320 kes
kes
Rûerd 1.340 km2
Berbelavî 259,8 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2014) 399.683[1] kes
Koordînat 39°54′32″Bk 41°16′24″Rh / 39.90889°Bk 41.27333°Rh / 39.90889; 41.27333
Bilindayî 1.900 m
Koda postayê 25000
Koda telefonê (+90) 442
Erzîrom li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Erzîrom
Erzîrom
Erzîrom (Bakurê Kurdistanê)
Erzîrom li ser nexşeya Erzîrom nîşan dide
Erzîrom
Erzîrom
Erzîrom (Erzîrom)

Erzîrom an Erzirom (carina wekî Erzirum an Erzurim jî tê bilêvkirin, romî: Erzurum) an jî Erzêrom bajarekî bakurê Kurdistanê di tixûbên Tirkiyê de ye.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê bajêr yê kevn wek Arze di çavkaniyên asûriyan de derbas dibe. Dema romayiyan de kela herêmê wek Karin, Karama, Karnoi, Karantis derbas dibû. Dema osmaniyan de nav wek Erzê Rom û Erzen Rum û Erzen ur-Rum û Erzn-i Rum hatiye guhertin[çavkanî hewce ye] û ew tê maneya Axa Roman, "Arz" bi erebî "Ax"a Kurdî yê. Bi Kurdî navê Erzêrom ji tê wateya Sinorê Roman, erz(Binêre: Merz) + rom.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarê Erziromê li ser riya karwan û koçberan hatiye avakirin. Di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re şûnwarî kiriye û bûye hêlîn. Gelek şer û ceng li ser vê axê hatine kirin. Ji destpêka dîrokê heta niha Urartû, îskît, med, pers, Eşkanî, roman, bîzans, sasanî, ereb, selçûqî, mongol, Sefewi, osmanî û ûris (rûs) li vir bi cih û war bûne.

Li gorî çavkaniyên dîrokê yên Misrê berî zayînê di navbera 2000 û 1200 salan de li Erziromê û derdorê Erziromê horî û muşkî hatine bicihbûn. Piştre, ûrartû, berî zayînê di sedsala 7an de hatine li Erzirome bi cih bûn. Piştre asûrî hatine li derdorê çemê Arasê bi cih bûn û Erzirom dagirkirin. Ûrartuyên ku li hemberî asûriyan têkoşînek dijwar dan, li hemerî îskîtan têk çûn. Serdemekê ermenî hatine li vir bi cih bûn. Berî zayînê di sedsala 5an med hatin li vir bi cih bûn. Med demek dirêj li vir man û Erzirom dagir kir. Piştî medan li dijî îskîtan şerekî dijwar meşand û îskît li ser vê axê paqij kirin, li dijî persan têk çûn.

Paşayê persan 2emîn Kîros berî zayînê di 555an de hat herêma Erziromê û dawî li serdestiya medan anî. Piştî Kîros ermenî hatin li vir bi cih bû war bûn. Her wiha serdemekê Roma, Bîzans û piştre jî sasanî hatine vir. Sasaniyên ku ji herema Îranê hatin demekê Erzirom ji destê bîzansiyan derxistin, lê dîsa neçar man paşve vegerin. Di sala 572yan de artêşa sasaniyan dîsa êrîşî vir kir û Keleha Erziromê dagir kir. Sasaniyan piştî şerê dijwar ê 10 salan Erzirom dagir kir. Di sala 651ê de artêşa îslamê ku ji 6 hezar leşkerî pêk dihat di bin fermandariya Habîb ibn Mesleme bi ser bajar de girt, lê têk çû. Bajarê Erziromê piştî 753yan ket destê ermeniyan.

Kronolojiya bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa (zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarê Erziromê, li rojhilata Tirkiyeyê bajarê kurdan yê herî mezin e. Her wiha bajarê kurdan ê herî sar e.

Pîvana erda bajêr 25.066 km² ye. Ji vî erdî % 63,7 ji çiyan, % 4 ji deştan, % 12,2 ji zozanan û % 20,1 jî ji platoyan pêk tê. Li van erdan patatês, genim, ceh, çewdar û kixsên şekir tên çandin.

Ciyê coxrafî û hudûdên bajar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 40° 57´ û 39 10´ bakûr û merîdyenên 40° 15´ û 42° 35´ rojhilat de ye. Hûdûdên bajar li bakûr bi Artvîn û Rize ve (Tirkiye), li rojava bi Gümüşhane (Tirkiye) û Erzîngane ve, li bakur bi Bîngolê û Mûşê ve û li rojhilat jî bi Agiriyê û Qersê ve tê girêden.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Paltokan 3125 m, Çiya Gewrik 2053 m.

Aşkale Aziziye Çat Hınıs Horasan İspir Karaçoban Karayazı Köprüköy Narman Oltu Olur Palandöken Pasinler Pazaryolu Şenkaya Tekman Tortum Uzundere Yakutiye Navçeyên wan hene

Deşt, zozan û gelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşta Erziromê li cî yê ku bajêr lê ava bûye ye. Mezinbûna wî 520 km² ye. Dirêjahî nêzîkî 50 km û firehiya deshtê jî digêhîje 13 km yî. Ji behrê 1900 m bilind e.

Deşta Pasînê li Pasînê (Hesenqele) ye. Mezinbûna wî 420 km² ye. Dirêjbûna deştê 35 km û firehbûna wî ji 5 km ye. Bilindbûna vî yê ji behrê 1700 m ye.

Deşta Xinûsê li Xinûsê ye. Mezinbûna wî 400 km² ye. Direjbûna deşte 30 km û firehbûna wî ki 10 km ye. Bilindbûna vi yê hi behrê 1700 m ye.

Gelî yên herêmê li dora çemên herêmê ne. Çorix, Tortim, Oltû û Erez hinek ji wan in.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Reş milekî robarê Feratê ye. Ji çiyayê Gawir dizê. Çemê Çorix ji çiyayê Mescîdê dizê. Çemê Erez ji çiyayê Bîngolê dizê û di hundirê hudûdê Gurcistanê de bi çemê Kurus dibe yek û diherike behra Hezarê. Çemên din yê herêmê Xinûs, Tortim û Oltû ne. Gola herî mezin ya herêmê jî Gola Tortim e.

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hirç, beraz, kêvrûşk, rovî, gur û wordekên kovî heywanên pirtirin ku li herêmê peyde dibin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Madenên ku li herêmê ji bin erdê dertên ew in; sifir, pirît, hesin, krom, manganez, çîmento, alçi, manyezît, perlît, malzeme yên ji bo tuxla û kiremîdan û lînyît.

Ciyên turîstîk, tarîxî, avgerm û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji alî tabîat û tarix ve herêm pir dewlemend e. Şelala Tortimê 108 km dûrî bajêr e. Ava şelalê ji 50 m jor de dikeve xwarê. Çiyarêzên Palandoken ku nêzî bajar e ji bo aktîvîtet û sporên zivistanê musaid e.

Hesenqela, Kela Îspîr, Mizgeft û tirbên herêmê jî ji alî turîst û gel ve tên ziyaret kirin.

Hinik avahîhê yên dîrokî Mizgefta Mezin, Kela Erziromê, Medresa Yaqûtiye, Mizgefta Du Minare

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsa herêmê ji misilmanan (elewî û sunî) pêk tê. Civak ji kurd, azerî û tirkan (dadaş) pêk tê.

Xwarênên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nanê lawaş; Bi arvan xwê û hevîrtirş tê çêkirin. bi tîrê tê vekirin û di tendûrên bin erdê de tê sorkirin.

Lor dolme; Hundirê dolman ji bulxur, lorik, pîvaz û ji îsota sor tê çêkirin. Bi pelên rezan tê pêçandin û tê kelandin.

Dîzik; Goşt, xwê (sol), mast û îsot bi hevre rojekê tên terbiye kirin. Roja din di dîzikê (beroşên ji axê) de tê kelandin.

Girara Birî; Nîskên reş, kifte û şehriye (rişte) bi hevre tên kelandin. Tahîn û rûnê bi îsota sor sorkirî bi ser tê reşandin û tê xwarin.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Entariyên ku ji sê perçeyan pêk tê, li heremê jin pirtir li xwe dikin. Şalwar jî carna bi sako û êlegan li xwe dikin. Carna jî fîstanên qedîfe tên li xwe kirin. Li pishtê kemerên ji zîv tên girêdan. Di nigan de pêlavên ku jê re dibêjin "nalin" û "potîn" hene. Li serê jinan kumek gulgulî û bi serde jî şarpeyek "yemenî" tê girêdan. Jin serê xwe bi perê hesin dixemlînin.

Zilam şalwarek ku jê re dibêjin "Zikva" (jêra wî teng jora wî fireh) li xwe dikin. îşlik û êlek bi ser de tê li xwe kirin. Di niga de cîzmeyek çerm ku jê re dibêjin "cistik" heye. Gava derdikevin derva pêlavek din ku di rengê cîzmê de ye bi ser de li xwe dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]