Kastamonu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kastamonu (navê wê yî orgînal Gastimonion e bi zimanê Grekî ye, herwekî Grekiyan jê re Kastra Kommen jî gotine)yek ji bajar û parêzgehên Tirkiyê ye. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê navê wê yî Grekî hatiye qedexekirin. Bi hinekî guhertin kirine Kastamonu.

Li herêma Behra Reş dikeve. Rûber 13.108km², gelhe 376.725 e (hejmartinên fermî yên sala 2000´î).

Bingeha bajarê Kastamonûyê di dema Hethîtan de hatiye avêtin. Lîdya, Frîgya, Pers û Romayiyan desthilatî kirine. Herêm di bin desthilatiya Bîzansiyan de bipêşketiye

19 navçe girêdayî Kastamonûyê ye: Abana, Ağlı, Araç, Azdavay, Bozkurt, Tosya, Cide, Çatalzeytin, Daday, Devrekani, Doğanyurt, Hanönü, İhsangazi, İnebolu, Küre, Pınarbaşı, Seydiler, Şenpazar û Taşköprü.