Diane Kruger, (jdb. 15ê hezîrana1976an li Algermissen, Saksonya Jêrîn, Almanyaya Rojava) lîstikvanek alman û amerîkî û modela berê ya modeyê (stîl) ye. Diane Heidkrüger di 15 tîrmeha sala 1976an de li Algermissen, Almanyaya Rojava, li nêzîkî Hildesheimê wekî keça pisporê komputerê Hans-Heinrich Heidkrüger û hevjîna wî Maria-Theresa ku karmenda bankeyê bû hatiye dinyayê. Bi destpêka kariyera xwe re, Kruger li çar aliyê cîhanê hatiye naskirin û li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Trophée Chopard wergirtiye. Diane Kruger di kariyera xwe ya lîstikvaniyê de bi giranî di fîlmên bi zimanê îngilîzî û fransî de rol wergirtiye. Her wiha wê wekî dedektîf Sonya Cross di rêzefîlma drama sûc a FX The Bridge (2013–14) rol wergirtiye. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
Bûyer
<* 2014, 1ê Mijdarê, salroja bangewaziya hevbendiya navdewletî bi bajarê Kobanî
(Kobanê) li bakurê Sûriyê ye, ku rojeke bi navê "Roja Kobanê ya Cîhanê" tê binavkirin, ya ku tê bibîranîn şerê dîrokî yê ku li dijî dorpêçkirina Dewleta Îslamî di payiza 2014 da bu.
Di sala 2014an de, Kobanê, bajarokek bi piranî Kurd li bakurê Sûriyê, ji aliyê hêzên DAIŞê ve hatibû dorpêçkirin, û bû sedema berxwedaneke tund ji şervanên xwecihî YPG’u YPJ . Rewşa bajêr bala cîhanê kişand, gelek kes û rêxistin kir ku çalakiyan bikin.