Înalî

(Ji Înalyan hat beralîkirin)
Înalî
Yılanlı
Înalî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Înalî
Înalî
Koordînat: 39°12′41″Bk 41°18′45″Rh / 39.21139°Bk 41.31250°Rh / 39.21139; 41.31250
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeGimgim (navend)
Bilindahî
1.515 m (4970 ft)
Nifûs
 (2012)
432[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Înalî, Înaliyan (bi tirkî: Yılanlı), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser dîrok û bingeha gund lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Herêm pirr ji berê ve cihwar bûye. Bermahiyên Mediyan, Urartû, Bîzans, Roma, mîrîtiyên kurd gelek hatine dîtin. Bi texmînî bingeha gund di sedsala 16. de hatiye avêtin lê carnan ji ber şerên Osmanî û Îranê, Kurd-Osmaniyan, gund vala maye. Bi navê Îno û Tato du mêrxas hebûne lu herêmê, bira bûne. Hin dibêjin ji parêzgeha Dêrsimê hatine herêma Gimgimê. Dibe ku navê xwe dabin gundên Înalî (Înaliyan) û Înaqan.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Axa gund 1.515 m ji rûyê avê bilindtir e. Hêlîpan: 39.211389°, hêîlar: 41.3125°.

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klîmaya gund çiyayî ye. Zivistan dirêj û sar in. Bi zivistanan ziwa û berfî, bi havînan ziwa û tavî ye.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Axa gund bo ajalvanî û çandiniyê bikêr e. Aborî xirab bûye. Qedexeya zozanan, şer û pêkutî bûye sedem ku gundî bar bikin, bo xebatê ji gund derbikevin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]