Xanoserê

Xanoserê
Başhan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Navçe Bismil
Nahiye Tepê
Demografî
Gelhe (2008) 678[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°41′56″Bk 40°54′44″Rh / 37.69889°Bk 40.91222°Rh / 37.69889; 40.91222
Bilindayî 710 m
Koda postayê 21520
Koda telefonê 0412
Xanoserê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xanoserê
Xanoserê
Xanoserê (Tirkiye)
Map

Xanoserê (bi tirkî navê wê Başhan e), gundekî giradayî navçeya Bîsmila Amedê ye. Di tixubê Merdînê de ye. Li ser rêya Midyadê ya kevn e. Li derdorê vî gundî, li alî yê bakur Mezra Çêlka û Mezra Filan, li alî yê Başur Hola û Dêrbendê, li alî yê Rojava Meterê û Seledûn, li alî yê Rojhilat jî gundê Dêrsilavê, hene. Gundê Dêrsilavê gundekî girêdayî navçeya Stewrê ya Merdîne ye. Gundê Xanoserê ji du benda pêk tê; benda jor û benda jêr. Têkilîya va her du benda ev qederê deh sala li gorî berê gelek başê.

Xanoserê di nava newalekê de ye, lê ev newal ne kur e, bi tenê li aliyê Başur û li aliyê Rojava de girên piçuk hene. Dema ku dibe bihar herder dibe şînahî lê bela ku havîn bi ziwahîyê derbas dibe şînahî havînê namîne. Rêya wê ya Bismilê sala 2012an de qir kirine û pergala qanalîzasyonê jî li nava gund raxistine û sala 2013an de ji heta nava gund qîr kirine. Li wî gundî 120 mal hene û nifusa wê gilûr e; malên wê yî kevn bi kelpîça hatine ava kirin, malên ku nû tên avakirin jî bi betonê ava dibin.

Perwedehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwendakarê vî gundî dibistana serî li gund, dibistana navî û lîse (ev heft sal ku lise vebûye) ji li bajerokê Tepê ku li ser rêya Bismilê ye dixwînin. Xwendekar bi servîsê diçine Tepê û xwendîina xwe bi wî awayî didomînin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aborîya vî gundî çotkarî û xwedîkirina heywana ye. Lê ji sala 2006an de baran kêm dibare ji ber vê yekê gundî li sondaşa xistine. Niha sêzdeh sondaş li vî gundî hene. Bi xêra van sondaşa malên ku aborîya wan nebaş bû jî ji xwe re avdanî, emeletî hwd. kar dikin.

Siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev nozdeh sal muxtartîya vî gundî Medenî Göktaş dikir. Medenî ji benda jor bû û her dewr jî ji benda jêr berendamek li ber radibû. Sala 2014an Medenî emeklî bû û Şîrîn Avcı ku ji taxa jor e vê erkê bi cî tîne.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2008 678[1]
2000 608[2]
1997 630[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]