Kemberlûya Baravan
Kemberlû | |
|---|---|
| Keberli | |
Ji aliyê Guhera Nermik | |
| Koordînat: 37°45′34″Bk 40°49′7″Rh / 37.75944°Bk 40.81861°Rh | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Diyarbekir (parêzgeh) |
| Navçe | Bismil |
| Nahiye | Bismil (navend) |
| Bilindahî | 610 m (2000 ft) |
| Nifûs (2008) | 273[1] |
| Koda postayê | 21520 |
| Koda telefonê | (+90) 412 |
![]() | |
| biguhêre | |
Kemberlû (1946: Kenberli[2], bi tirkî: Keberli), gundekî bi navçeya Bismil ya Amedê ve girêdayî ye, jê re Kemberlûya Baravan dihê gotin. Ji Bismil 18 km, ji Tepê 7 km dûr dikeve.
Li derdora wê Tepê, Sadiyê, Xirbê Hina, Mezrê (Mezra Hûto), Embarçiya, Zerê û Çamelû he ye. Rêya ku ji Bismil diçe Stewrê di vî gundî re derbas dibe.
Gund nîvî li serê qeleçan, nîvî jî li newalê ava bû ye; bi qasî bîst mal e û giş mervê hev in.
Malbatên li gund: Malbata Hecî Ehmed, Malbata Kalo, Malbata Hecî Brahîm, Malbata Hecî Ûsif û Malbata Hecî Çelebî
Herêmên gund
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Newala Korpalê, Heremê Salo, Erdê Şirîkan, Kurrêvîka, Brûskê, Guhera Şet, Guhera Nermik, Bîrika Ereban, Rezikê Kalo, Girê Tûj, Erdê Reş...
Dîroka gund
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka gund gelek kevn e. Wek dihê zanîn gund berê yê filehan bû ye û nifşek niştecihên nuha di serê sedsala 20ê de ji aliyê Mendan hatine û li vir bicîbûne.
Debara gund
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Debara gund bi granî li ser çandinî ya wek nîsk, genim, ce, pembo, tûtin, bîstan û garis e. Axa wê dewlemend e û ava wê pirr û gurr e.Ji gundiyan hinek pez, çêlek, mirîşk û şamîyan jî xwedî dikin.
Leyistokên gund
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Leystokên gund: xarmenaj, gog, çakûç û herî, xêzik, dar û pil, morik, heftok, birrê, leystina kapan û çêkirina sînemayê ya ji tenekeyê.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Ji aliyê Xirbê Hina
-
Rezikê Kalo
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
