Dîroka zanistê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dîroka zanistê weke tê zanîn dîrokekî pir kevne, BZ heta serdema navîn û vê demê sedsala 20 û 21î hertim zanyaran zanistê berfireh kirine.

Ji dema gutî, hurrî û mîtaniyan ta dema Mediya Pêşketina zanînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dema gutî, hurrî û mîtaniyan de, ya ku em kifş dikin ku wan pêşketinake mazin di nava xwe de jîn kirina. Piştre jî, wan aqil bi vaca wê û ankû bi mentiqê wê bidest karhanîna. Minaq, Mîtra, wê weke destpêkak giring bê di vî warî de, pergale olî jî êzdatî ya. Piştî Mîtra re, wê Zerdeşt were û Zerdeşt wê li ser wê pêşketina Mitra re wê pêşketina xwe bi hizrên xwe yên ku nivîsandina bi navê Avesta wê bêne ser ziman de, wê bide domandin. Zerdeşt, hizrên wî, di dema wî de wê bandûra wan li hewirdora wan jî bibe. Bi teybetî li ber behra Reş li Hallesê wê ev pêşketin pirr mazin xwe bide dîyar kirin[1].

Dema Mediya û dema Avesta[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev dem, wê weke demeka giring ku dibê temenê pêşketinên hizrî û wejeyî û helbestgerî jî. Avesta, li gorî ku bi devkî tê gotin ku li ser 14 hezar çermî tê nivisandin. Hin vegotin jî dibêjin ku li ser 18 hezar û hin vegotin jî bahse 22 hezar çermî dikin. Ev nivîsarên wusa dirêj wê bale mirovan bikişênin û bike ku mirovên ku bi aqil ve mijul in werin û wan bibînin û bixwênin û jê sûd vergirin.[2].

Med û Medya, wê demeka aqil bê. Bandora wê, wê li ser hem dema wê û pêşûketinên dema wê û hem jî pêşketinên piştre ên ku dibin wê bibe. Xate ku bi Mediya tê û bi hizrên zerdeşt re pêş dikeve, wê heta dema manî, wê ser 800 salî re pêşketina xwe bijî[3]. Piştre di dema manî de jî, wê manî jî bi heman rengî ne bin 300 salî re wê pêşketina xwe li ser wê xate bijî[4].

Ber Behra Reş û çaxa Atîna[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di vê demê de, wê dema şariştaniyê ya bi aqil û bi aqilê bi rengê "felsefe" bibe. Di vê demê de, weke destpêka felsefê bi fîlozofên weke Thales re tê kirin. Piştî wî re Anaksîmanes û Anaksîmandres tên û hizrên wan jî bandûrekî û temenê diafirênê. Thales, bi salan, weke Heredot, wê li welatê Medya bimêne û hizrên xwe di serê xwe de li wir mazin bike. Di dema ku Şerê Medya û Lîdya li ber Rûbara Sor bû jî, Thales di wê demê de li wir li rexê Medya bû.

Piştî Thales û van herdû fîlozofên piştî wî re, wê fîlozofên weke Sokrat, Platon, Arîstoteles û hwd wê werin. Sokrat, weke fîlozofekî mazin tê dîtin û gelek hizrên wî bi rêya nivîsên ku Platon hildan penûsê mana roja me. Platon, Sokrat weke mamosteyê wî jî tê zanîn. Piştî Platon re, wê li wê dibistan wî, ku mazin dibe wê Aristoteles wê were û wê hizrên wê xwe bêne ser ziman. Bi felsefe, rewîst, derûnî û hwd, wê di gelek waran de serî biwastêne û wê hizrên xwe bêne ser ziman.

Ev hersê fîlozof, wê demekê bi aqail bi xwe re bidina destpêkirin. Wê dema felsefê bidina destpêkirin. Wê şariştaniya aqil bidina destpêkirn. Piştî wan re, demeka dirêj, wê dîrok ser aqilê wan re pêş bikeve. Bandûra wan, wê bi gelek awayan li ser têgihiştinên ku diafir in, wê werina ser ziman.

Serdema Navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serdema Navîn
Ibn Ruşd

Serdema navîn, piştî zayinê, di sadsale 5'an û hwd pêde dest pê dike. Heta sadsale 12'an weke deme wê ya pêşî tê zanîn. Dema wê ya sêyenin jî, ji sadsale 12'an ta sadsale 14'an û ankû 15'an, ku dema ronasansê destpê dike. Di vê demê de, weke demeka xwandin û fêrbûnê bê. Di temenê wê fêrbûnê de, wê pirtûk, nivîsar û hwd, ên ku berî zayinê û pêde hatina nivîsandin û hizrên ku afirîna, wê werina xwandin û fahm kirin, Li ser wan re jî, wê êdî derketina ronasansê were û bibe.

Di vê demê de jî, wê zaneyên weke Spinoza, û hwd wê derkevin. Kopernîk, wê li ser astonomi û dunyanên dervî me serî wastêne. Li rojhilat jî zaneyên weke Elî Herîrî, Ibn Sîna, Ibn Ruşd, wê derkevin û wê bandûra wan bi felsefe wan re mazin bibe. Her wusa îmamê Xezalî ku bi aqilê xwe li gorî hin alimna ku faris bû û ku li gorî hin alimna jî tê gotin ku kurd bûya û ji ber vê yekê jê re îmamê Xazalî hatîya gotin, kartêkirina wan mazin a.

Li rojava, wê zaneyên weke Kopernik, Galileo, Bruno û hwd wê derkevin. Hizrên ku ew dihênin ser ziman, di warê felsefê, astronomî, fizik û hwd de, wê demeka nû ku bi navê "dema aqil" wê bide vekirin. Piştî ku dema aqil ku ankû dema ronasansê destpêkir, wê êdî ji felesefê bi ber zaniyarîya felsefê ve dem herê ûbi herike.

Dema ronesansê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Galileo, yek ji destpêkerê zanista modern e[5]

Dema ronesansê, ji xwe bi navê wê kifşa. Wateya navê wê, ji nû ve bûyîn e. Di vê demê de, ji aliyê aqil ve pêşketina mezin dibe. Di jiyanî de, huner, çand, wêje û hwd jî pêş dikeve. Roman, tên nivîsandin. Cervantes, wê romana Don Kîşot dinivîsîne. Weke wî gelek mirovên din diderkevin. Huner û wêje pêşdikevin. Piştre di qada avadaniyê de demeke piştî dema ronasansê tê, ku zanist jê re dibêjin dema barok ku weke kûrbûna dema ronasansê jî tê dîtin û şîrove kirin. Di vê demê de peyker, huner û avadanî û hwd pirr zêde pêş dikevin. Nîgar û çêkirina wan, bi destê yên weke Leonardo Da Vinci, Michelangelo û hwd wê pêş dikeve. Nîgarên ku ew çêdikin, wê piştre weke nirxa hunerî ya giranbuha werina dîtin.

Piştî dema ronsansê, zanistên weke Descartes, Bacon û hwd diderkevin. Bandora wan bi teybetî di felsefê de xwe dide der. Ew felsefeyê bi jiyanê re pêş dixin. Lê felsefeya wan dibe temenê zanîsta mezin û ankû felsefeya zanîstî jî. Di vê demê de fîlozofên weke Jean Calvin, George Berkeley û hwd diderkevin û nêrînên nû di aqil de didina çêkirin. Ev filozof, xwediyê rêbaza bi navê îdealîzm bûn. Ji bilî vê rêbazê, materyalîzm (ango pêzewarî) bi pêş dikeve. Piştre jî, wê hin bi hin kutubên din jî pêş bikevin. Mînak, emprîzm û hwd ku zanistên weke John Locke, David Hume û hwd pêşengiya wê dikin pêş dikevin. Piştre jî, li ber wan gelek zanistên din jî diderkevin.

Zanîn û pêşketina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zanîn, weke beşeka giring ku divê ku mirov bi dema ronansansê de bêne ser ziman. Ev zanîna ku di vê demê re bi ronansansê re tê ser ziman, rengê wê li ser felsefe û lêkolînkirin l ser felsefê ku ser fêran û cerban re ya. Yanî, bi awayekî gin û gotinaka din, felsefeya zanistî, pêş dikeve.

Wêja, çand û weşangerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dema ronasansê de, bi pêşketinên wê yên piştî wê re weke pêşketinaka giring wê weşangerî û ankû "matbaa" pêş bikeve. Êdî wê pirtûk, werina weşandin, bi pirr minaqên wê re. Ronasans, ji vê re jî, bûya xwediyê destpêkekê. Çand, pêş dikeve. Ji xwe, gotina "netew"tiyê wê piştre li ser vê rewşa çandî û hwd re, wê rengê xwe bi pergalî û pêşketinîya xwe raxê li berçav. Ev dem, weke demeka destpêka pêşketina netewtîyê û pêşketina wê jî hatiya şîrove kirin.

Aqil, li ser temenê fêr û cerbê pêş dikeve. Mirov, ji bo ku kifş bike ji cihekî diçina cihekê din. Hertimî, mirov dixwezê ku tiştên nû bibîne. Bi wê re jî, milletên nû jî dibînin. Hevnasî û pênasî dibêt. Bi vê re, lis er aqil re, demeka serdestî û serwerîyê wê hin bi hin li gorî wê pêşketinê û asta wê pêş bikeve.

Awadanî û mîmarî û dema barokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema barokê, weke demaka ku tê gotin, herî zêde dema awadanî û mînarîyê ya. Di vê demê de, ser wê re huner pêş dikeve. Bi wê rengê, Barok, weke demeka hunerî jî tê nasîn û bi nav kirin. Li ser wê re, êdî wê hizrên nû û beşên nû ên hunerî û awadanî pêş bikeve.

Ev dema barokê, herî zêde weke dema wê sadsale 17'min û hwd tê hasibandin. Piştî wê re jî, dema aqil wê bi pirr awayên xwe pêşketina xwe bide çê kirin û pêş bikeve. Dema Barok, weke ku ji vê re jî, dibê temenekî şenber ku bi awadanî û minaritiyê hatiya çê kirin a. Aqilê demê ku fêr û cerbê ji xwe re esas digirê, vac û ankû ku bi navê wê yê din mentiqê bêhtirî li pêş û esas digirê. Ev jî, dike ku bêhtirî bi nerînê re fêr û cerb derkeve li pêş bi qiymettir bibe.

Di sadsale 20'an de zanîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sadsale me û ya berî me, tevkiriyaka pirr girigin li zanistê kiriya. Gelek beşên wê pêşxistina. Beşên zanistê bi perwerde jî pêşxistin. Îro, em dikarin bêjin ku zanebûneka me ya pirr giring heya ku em li berçav bigrin. Ev zanebûn, tenê hewceyî pê heya ku mirov li ser lêkolîn bike. Rojeva, piştî dema ronasansê re pêşketina wê mazin bû. Bi wê re jî, weke pêşengîyek ji bi zanistî kir. Îro jî, bi pêşketina wê zanistitiyê re ew didomê. Beşên zanistê û çînîkirina wan û pêşketina wan mazin bûya. Zanist, bi teybetî, temenê serdestîya mirov a li jyanî diafirêne. Bo bê yekê jî, ji ber ku rojava di zanistitiyê û pêşketina wê de pêşket û ket rewşa pêşengiyê de î ro ew weke hêze mazin ya serdest û serwer a li cihanê[6].

Di sadsale 20'an de, zanîn, ji her demê zêdetir pêşket. Zanin li ser temen û esasê lêkolîn, ceribandin û fêrê pêşket. Dîrokeka ku buhurî, weke ku bû temenê şoreşan di qada zanîn û têgihiştinê de. Teybetmendiya sadsale 20an a bi zaninê û pêşketina wê re ew a ku beşên zanînê pêşdikevin. Zanist êdî bi awayekî sazûmanî tê kirin. Êdî enstûtiyên zanistiyê ava dikin. Enstûtiyên ku hizir diafirênin ava dibin. Bi wê re, ev dibê temenekî mazin ku zanin pêşke bikeve. Her wusa, sazûman pêş dikeve bi sazîtî. ev jî, aliyekî nû ê ku divê ku mirov wê bi teybetî bêne ser ziman a. Sazîtî, ew a ku êdî ne weke berê li ser milê filosof û ankû zanyaran pêş ve diçê. Her wusa sazî bi sazûmana wê tên ava kirin û pêş dikevin. Di sadsale 20'an de, zanyarin weke Einstein, Freud û hwd, wê temenekî baş û mazin biafirênin. Fîzîk, bîyolojî, teknolojî û hwd, wê şoreşekê bidina kirin bi heyîn û hebûna xwe re di nava jîyane civatê de. Leze pêşketinê û bûyîna wê zûtir dibê. Ev jî, dibê. Zanîn, êdî tê we astê ku herkes dikarê wê biafirêne.

Sadsale 20'an, pêşketinên wê ên weke şoreşa zanyariyê ku em dikarin bênina ser ziman, bi zawaca matamatik û fizîkê re ku zanyarin weke Einstein dane kirin re wê mirov êdî herîna ser heyvê. Wê li gêrvêrk û ankû dunyayên din ên dervî me, wê xwe bigihênina li wan û wê tirhikên jîyanê bigirihin. Li Emerika NASA, weke navenda lêkolînên vê, pêşket û hat nasîn. Her wusa, pêşketina dîn jî, bi biolojiyê re kifşkirina kodên genetîkê bû. Genetik, di dema ku ji sadsale 20an buhurîna li sadsale 21'ê, weke pêşketina hezar salê hat şîrove kirin. Ji ber ku buhurîna li sale 2000'an, weke "mîlanyum" bûn. Yanî buhurîna ji hezarsalekê buhurîna li hezarsale din bû. Kifşkirina milanyumê bûna genetik û çûyîna serheyvê bûn. Ev herdû pêşketin, bi serê xwe jî dîrok in û di zanistê de şoreş dan çê kirin. Gelek teorî, di vê sadsalê de pêşketin, weke ên temen. Hinek ji wan bi sereke ev bûn, ku hemû pêşketin ji binî didan kifşkirin:

Teorîya dîtbar û ankû teorîya rolatîvt[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teorîya dîtbar, avakerê weke Albert Einstein bû. Ji du beşan pêk dihat. "Teorîya rolativt a teybet" û "teorîya rolativt ya gelemper" û ankû giştî bû. Ev teorî, di wê de, matamatîk, gaomatrik û û hwd bi hevdû te bia wayekî sereke tên bikarhanîn. Formula teorîya Rolativt jî E=mc² a.

Kuantûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kûantûm, avakerê wê, bi çend navan em dikarin bênina ser ziman. Max Planck, Albert Einstein, Niels Bohr, Werner Heisenberg, Erwin Schrödinger, Max Born, John von Neumann, Paul Dirac, Wolfgang Pauli û hwd mirov dikarê bêne ser ziman. Lê gelek navên din jî ku mirov bi rûmet bêne ser ziman û ku di pêşketina mirovatiyê re rol leyistina hena. Di avakirina vê teorîyê de, teorîya van mirovan li pêş bûya. Ev teorî danîna ser temenê wê û destûrên wê kifşkirina.

Wolfgang Ernst Pauli, Bi Riya Zanista Fîzîkê, Teoriyeke Grîng Ya Felsefevanan, îsbat Kir û Xelata Nobelê Wergirt

Wolfgang jiber keşfa qanûna, Esla İnhisariya Pauli ku kêfa Albert Einstin jî pir jêra hatibû, di sala 1945’an da, xelata Nobela Fîzîkê, wergirt. Pauli, dibêje: Her tiştekê, irtiaş û hejheja wê, taybet bi wê bixwe ye û hejheja tu maddeyekê naşibe irtiaşa tu maddeyeke din.

Her Elekteronek, xwedî 3 taybetmendiyên jêrê ye:

Level yan rûxara(seth) Enerjiyê

Zivirîn(Çerx)

Vedor yan heman Medar

Fîzîkzanan jî ligor wan her 3 taybetmendiyên jorê, Jimareya Kuwantoma her Elektronekê, hesav dikin. Pauli, dibêje: Kes nikare li cîhanê, 2 Elektronên ku Jimareya Kuwantoma wan wek hev bin, peyda bike, ev yek mumkin nîne. Paulî jibo şirovekirina qanûna xwe, mînaka jêrê tîne: Em sêvekê hildidin û ji nav zêdetir ji milyardek Elektrona hindir wê, tenê em yek jê hildibijêrin.... Werin em navê wê Elektronê, daynin Erîk. Jimareya Kuwantomiya Erîk, jimareyeke pir pir dirêj e, lê jibo ku karê me hêsan bibe, em wisa bizanin ku ew jimareya mezin, 23 ye. Pauli, îsbat kir ku li tu dera dinyayê û li stêrkên nava gerdûnê da jî, ne ku tu sêveke din, belku tu tişteke din jî peyda nabe ku Elektrona wê xwedî jimareya Kuwantomiya 23 be. Niha, eger em perçe yan pîneyek hildin û pê pîneyê, sêva han paqij bikin, ji mizdan û istikaka ku pêktê, enerjiyek berhem tê û ev enerjî, dibe sedema zêdebûna jimareya Kuwantomiya Erîk û wek mînak ew dibe 26. Û tam di wê demê da, elektrona ku jimareya kuwantoma wê 26 e, destbi guherînê dike û ya ecêb ew e ku di cîhanê da tenê elektronek heye ku xwedî jimareya kuwantoma 26 e. Cîhana me, jibo ragirtina hevkêşe û balansa xwe, gav bi gav û di her demekê da, xeml, pêkhate û pergala xwe diguherîne. Pauli, bi îsbatkirina vê mijarê, xelata Nobelê ya warê Fîzîkê wergirt û got: Eger her elektronek, xwedî hejhej yan irtiaşa taybet bi xwe be, hingî her tişt û zerreyeke dinyayê, xwedî hejheja taybet bi xwe ye. Lê encama vê qanûna balkêş û pir grîng, çî ye: Dema ku sêvek dikare bi mizdanek biçûk, were guhertin, ev yek tê vê wateyê, dema ku em zarokên xwe didin hembêza xwe û wan radimûsin yan dema ku em hevsera xwe dibaxşînin(Lêborîn)....... yan dema ku em cîrana xwe ra didin xeberan û dema ku em destê xwe dixurînin, ya rast ew e ku em fermana zincîreyî û pevgirêdayî ya guhertinan, didin cîhana derdora xwe. Her raman û dîtinek ku ji mejiyê me derbas dibe, hin elektronên nava gerdûnê, dihejhejîne, murteiş dike û dibe sedema guhertina wan. Ne ku, raman, tenê li ser maddeyê bandorê daydide belke raman, madde bixwe ye jî. Xem û xeyal, min xemgîn dike û ev, mezintirîn şaşî ye ku diqewime. Xem û fikar, divê me hişyartir bike çimku dema ku em birîndar dibin, em hişyartir û baldartir dibin. Xem û xeyal, nabe ku bibe sebeba zêdetirbûna belengaziyan. Loma jî, êşê tehemmul nekin belke wê fehm bikin.... Çimku êşkişandin firseteke jibo hişyartirbûnê.(felsefeya Bûda) Eger we qenciyek li kesek kir û we xirabî jê dît, ji qencîkirin û dilrehmiyê, bêhêvî nebin û dev jê bernedin, çimku hûnê dewsa wê, ji keseke din, di pêwendiyeke din û di mijareke din da, bersiva qenciya xwe bibînin. Loma dibêjin ku Zanist, mijarên felsefî yên ceribandî, erê dike. Çimku bi baweriya fîlozof û felsefevanan, li dinyayê her tişt girêdayî hev in………

Hemû enerjiyên ku ji we difûre û dipeke derve, ewê li we vegerin.

Esla Terda Pauli

Qayîdeya Pauli yan Qayîdeya nemumkin yan Esla Berdana Pauli, esleke Mekanîka Kuwantomê ye ku Wolfgang Ernst Pauli, fîzîkzanê Otrîşî / Sûwîsrayî di sala 1925’an da, wê weşand. Ev qayîdeya pir pir grîng, dibêje: di sîstemeke kuwantomî da 2 yan çend Fermion’ên wekhev(wek mînak: 2 Elektron) nikarin di demekê da xwedî haleta kuwantomî ya wekhev bibin. Jibo elektronên etomekê, ev esl dibêje ku 4 jimareya kuwantomî, ya tu 2 elektronekê, wekhev nîne, ev jî tê vê wateyê ku wek mînak eger l, n û ml’a 2 elektronan, wek hev bin, hingî divê ms jibo wan herd elektronan, cihê û newekhev bibe(Ev jî tê vê wateyê ku 2 elektron, dê xwedî Spin’ên muxalif bibin). Ev esl dibêje ku Fonksiyona Pêlê ya gîştî, jibo 2 Fermion’an, divê sedîsed dijmuteqarin be. Yek ji encamên pir grîng ya esla Paulî, ew e ku jibo Fermion’an tu çigaliyekê tune ye(bi çigaliya Bos- Einstein ra bidin ber hev). Qayîdeya Pauli, yek ji grîngtirîn eslên fîzîkê ye, çimku her 3 cureya zerreyên ku maddeya normal jê pêktê – Elektron, Proton û Notron’an jî ligor wê eslê tevdigerin. Loma jî zerreyên maddî, fezayê dadigirin û wê îşqal dikin. Esla Paulî, gelek taybetmendiyên maddeyê, ji xweragirî yan seqamgîriya maddeyan di pîvana mezin bigire hetta hebûna Cedvela Tenavubiya Unsuran, şirove dike(Periodic Table of elements). Vedor yan Spina hemû fermion’an, nîvdurust e, yanê Liva Goşeyî ya taybet bi wan heye: Zerreyên ku vedora wan jimareya durust yan sehîh e, Boson tên bilêvkirin û Fonksiyona Pêlê wan, muteqarin in. Esla Pauli, jibo Boson’an, nagunce loma jî haleta kuwantomiya çend Boson’an, dikare wek hev be. Foton, Bosonên W û Z, û cotên Cooper, mînakên Boson’ê ne. Esla Pauli, gelek fenomenên Fîzîkî, şirove dike. Yek jê jî, hebûna layeyên elektronî di etoman û qayîdeya parvekirina elektronan e. Her etomeke bêbar û xunsa, xwedî çend elektronan e û jiber ku elektron jî fermion in, loma jî esla Pauli, nahêle ku hemû elektron di cihekê da berav bibin, loma dê elektron yek li pey ya din, cih bigirin. Jiber vê yekê ye ku unsur yan elementên kîmyewî yên cihê, pêktên û grêdan û pêwendiyên navbera wan, evqas cihêreng dibin. Wek mînak, di etoma Helium’ê da ku xwedî 2 elektronan e, herd elektron jî dikarin jêrtirîn haleta enerjiyê(1s) dagîr bikin, lê divê ku vedorên wan muxalif bin. Jiber ku vedor jî parek ji haleta kuwantomiya etomê ye, loma jî hebûna van elektronan di nizmtirîn haleta enerjiyê da, li dijî esla Pauli’yê nîne. Lê vedor yan spina elektronekê, tenê dikare xwedî 2 rewş û haletan be, loma jî di etoma Lithiumê da ku xwedî 3 elektronan e, elektrona sisyan nikare di rewşa paye da cih bigire û divê ku yek ji haletên pirenerjîtir(2s) dagîr bike. Her wisa elektronên elementên din jî neçarin ku level yan rûxarên jortir yên enerjiyê dagîr bikin. Taybetmendiyên kîmyewî yên etoman, zêdetir, girêdayî hejmara elektronên layeyên lap jorê ne. Ev yek bû sedema pêkhatina Cedvela Tenavubiya Unsuran.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Yek-xwûdayîtî û êzdatî, http://www.rojevakurdistan.com/index.php/kurdi/8597-yek-xwudayiti-u-ezdati Girêdana arşîvê 2020-08-06 li ser Wayback Machine
  2. ^ Yek-xwûdayîtî û êzdatî, http://www.rojevakurdistan.com/index.php/kurdi/8597-yek-xwudayiti-u-ezdati Girêdana arşîvê 2020-08-06 li ser Wayback Machine
  3. ^ Abdusamet Yigit; Qiyakser, Dîrok, adara 2013, Han, Berlîn, ISBN 978-3-942735-35-3
  4. ^ Yek-xwûdayîtî û êzdatî, http://www.rojevakurdistan.com/index.php/kurdi/8597-yek-xwudayiti-u-ezdati Girêdana arşîvê 2020-08-06 li ser Wayback Machine
  5. ^ "Galileo and the Birth of Modern Science, by Stephen Hawking, American Heritage's Invention & Technology, Spring 2009, Vol. 24, No. 1, p. 36
  6. ^ Immanuel Kant "Kritikk av den praktiske fornuft"