Mihelemî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Herêma Mihellemîyan hat beralîkirin)
Mihelemî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mihellemî yan jî erebên mihellemî yan jî erebên mardellî (bi sûryanî ܡܚܠܡܝ̈ܐ‎, Mḥallamāye, bi zimanê erebî: المحَلَّمِيّة, al-mhallamiya bi maneya "gelê mihellemî"), gelekî erebî ye Ji Erebên Banû Hilal û erebên Banû Şeybanin[çavkanî hewce ye].

Esasê xwe ji herêma Tur Abdînê ne li welatê Mezopotamyayê a ku bi navê Herêma Mihellemîyan tê naskerîn.

Gelê Mihellemî ji eşîrên wekî qertmînî û Saîedî û Salaxî û omerî û zînî û raşdî û mîxaşnî û Xatûnî û Jarudî û kosê û sûrkî û perîxanî û ramanlî pêk tên.

Hejmara Mihellemîyan a herî kêm li cîhanê 2,8 - 3,5 milyon e[çavkanî hewce ye].

Mihelemî li Tirkiyeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mêrdîn, Mehserte, Stewrê, Midyat, Nisêbîn, Qoser, Diyarbekir, Silîva, Bismil, Riha, Sêrt, Batman, Xetay, Stembol û Enqere.

Mihelemî li Sûriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qamişlo û bi taybetî li taxa Qedûr Bek, taxa mehmeqiya, taxa Xerbî, taxa Hileliye, taxa Başîriye, taxa Korniş, taxa Westa û her weha li hemû Gund û bajarên parêzgeha Hesîçe, Dêrik, Rimêlan, Tirbespî, Girkê Legê, Til Koçer, Amûde, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Helebê, şêx maqsûd, Eşrafiye û Şamê.

Mihelemî li Iraqê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi taybetî li bajarê Mûsil dijîn. Lê belê Mihelemî yên ku li Başiqa û Bahzanî dijîn bi eslê xwe Mihelemî yen ku li ser dînê êzidî ne.

Mihellemî li Libnanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Beyrut û Trablus û Eddahiya û Elbikaa û Burc Hamûd dijîn.

Mihellemî li Almanyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Berlîn, Bremen, Essen, Hamburg, Düsseldorf û gelek bajarên din dijîn.

Her weha li hemî welatên erebî û Holenda û Belçîka û Fransa û Swêd û Norwêc û Fînlenda û Danîmark û Awisturya mehelmî hene[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

(kurdî) https://www.youtube.com/watch?v=RIgyddxiPQA