Kurdên Gurcistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurdên Gurcistanê
Gelhe tevahî
18.329[1]
Ziman
Kurdî, Gurcî, Rûsî
Baweriya dînî
Êzîdîtî, Îslam

Kurdên Gurcistanê yek ji komên diyaspora kurdan a kurdên nefî ye. Ev di serê sedsala 20an de ji bakurê Kurdistanê hatine nefîkirin.

Di 20emîn sedsalê de pirraniya wan ji ber sedemên olî (cûdakirina olî) ji Emperatoriya Osmanî koçî Emperatoriya Rûsî û xwe li erdên gurcî bi cih kirin.[2] Îro kurdên Gurcistanê bi giranî li dora Tbilîsî[3] (paytexta Gurcistanê) û Rustavi[4] dijîn. Rewşa wan li gorî rewşa kurdên Tirkiye û yên Farisê baştir e, ji ber ku ew rastî cûdabûna civakî, olî, aborî an jî siyasî nayin.[3] Lewra ew xwediyê dibistan, pirtûkên perwerdehiyê û çapemeniya serbixwe ne jî. Ji ber perwerdehiya zikmakî alfabetîzm pir zû pêşket û analfabetîzm di destpêka 1900'an de ji holê rabû.[3] Di destpêka sedsala 20'mîn de paşnavên rûsî li hemû gelên federasyona sovyet hatibûn dayîn. Hin malbatên kurd ji ber vê yekê paşnavên xwe yên berê dixwezin û tenê di vê mijarê de rastî tengasiyan dibin.[5]

Li gorî îstatîstîkên rêxistina UNHCR sedî 80 (80%) yên wan kurdên êzîdî ne.[4] Nêrîna xwe ya siyasî pir nadin xuyakirin, lê di sala 1999'an de bi meşeke mezin bala çapemeniya gurcî kişandin ser rewşa gelê xwe. Herwiha, bi heman meşê cara ewil daxwazên xwe yên siyasî eşkere kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin.[6]

Kurdên Gurcistanê di salên 1920'î de alfabeya latînî bikaranîbû bin jî[7], îro bi gelemperî alfabeya kîrîlî bikartînin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cara ewil kurd di sedsala 12'mîn de di dema desthilatdariya key George III de xwe li Gurcistanê bi cih dikin.[8] Di sedsala 16'mîn de jî cara ewil behsa êl û eşîrên kurd tê kirin û ew xwe bi giranî li bajarê Mtskheta bi cih dikin. Di sedsala 18'mîn de rêberên kurd tên Tbîlîsî û ji bo hereketa serxwebûna kurd a li Emperatoriya Osmanî piştgiriya qiralê Erekle II dixwazin, yê ku di wê demê de qiraletiya Kakheti rêvedibir.[9]

Bi peymana 'Turkmenchay'ê ya ku di nava Rûsya û Îran de di sala 1828'an de hatibû dayîn, îmkana kurdan ji bo xebitandina li Gurcistanê çêbû.[8] Lê pirraniya kurdên Gurcistanê di sala 1918'an de ji ber zordestiya siyasî û olî (bi giranî ji Wan û Qersê) koçî Gurcistanê dikin.[9] Herwiha, kurdên Gurcistanê di sala 1944'an de bûn goriya qirkirinên Stalin jî.[10][11]

Jimara kurdên Gurcistanê di nava 1979 û 1989'an de bi sedî 30 (30%) meztir bû[2], lê bi serxwebûna komara Gurcistanê jimara wan daket.[8]

Eqrebatiya gelê gurcî û kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Encamên lêkolînên zanyar David Comas û hevalên wî diyar dikin ku, di nava gelên gurcu û kurd çiqas cûdatiyên dîrokî û zimannasî hebin jî, jenetika her du gelan pir dişibe hev. Li gorî vê yekê, mtDNA yên her du gelan dikevin nava jenên Ewrasyaya rojava.[12]

Gundên kurdan li Gurcistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Serjimara Kurdên li Gurcistanê, ji orîjînalê di 23 çiriya paşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 nîsan 2012
  2. ^ a b James Minahan (1998). Miniature empires: a historical dictionary of the newly independent states. r. 320. ISBN 0-313-30610-9. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011.
  3. ^ a b c "The Unreached Peoples Prayer Profiles: The Northern Kurd of Georgia". The Unreached Peoples Prayer Profiles: The Northern Kurd of Georgia. kcm.co.kr. Ji orîjînalê di 17 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011.
  4. ^ a b United Nations High Commissioner for Refugees (1 tebax 1998). "Georgia: Treatment of the Kurds, in particular of Yezidi Kurds". Refworld: The leader in Refugee Decision Support. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)[Girêdan daimî miriye]
  5. ^ "Discrimination of Kurd-Yezids in Georgia". Human Rights in Georgia. Humanrights.ge. 15 çiriya pêşîn 2004. Roja gihiştinê 29 adar 2012.
  6. ^ Prime-News news agency (23 sibat 1999). "Georgia: Tbilisi Kurds stage protest action, demand Ocalan's release". BBC Monitoring (via News Library). Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011.
  7. ^ Manana Kock Kobaidz. "Minority identity and identity maintenance in Georgia" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 25 nîsan 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  8. ^ a b c "The Yezidi Kurds and Assyrians of Georgia The Problem of Diasporas and Integration into Contemporary Society" (PDF). Journal of the Central Asia & the Caucasus, Center for Social and Political Studies. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  9. ^ a b "Kurds in Georgia". Georgian Genealogy. Georgian Genealogy. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011.
  10. ^ Hist.ru. "ПАРТИЗАНЫ НА ПОВОДКЕ". Hist.ru (bi rûsî). Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011.
  11. ^ David McDowall (2005). A modern history of the Kurds. r. 527. ISBN 9781850434160. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011.
  12. ^ Comas D, Calafell F, Bendukidze N, Fañanás L, Bertranpetit J (gulan 2000). "Georgian and kurd mtDNA sequence analysis shows a lack of correlation between languages and female genetic lineages". American Journal of Physical Anthropology. 112 (1): 5–16. doi:10.1002/(SICI)1096-8644(200005)112:1<5::AID-AJPA2>3.0.CO;2-Z. PMID 10766939.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)