Here naverokê

Kurdên Almanyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurdên Almanyayê
Kurden in Deutschland
Gelhe tevahî
1.500.000 - 2.000,000
Ziman
Zikmakî: kurdî | Duyem: Zimanê tirkî, almanî, erebî û farsî
Baweriya dînî
Piraniya wan: Îslam
Hindekarî: Êzîdî, Xristiyanî

Kurdên Almanyayê (bi almanî: Kurden in Deutschland an jî Deutsch-Kurden) an jî wek di nav gel tên binavkirin Almancî, ji kesên kurd ên ku li Almanyayê dijîn re tê gotin. Ew koma herî mezin a diyasporaya kurdan e. Li ser hejmara van kurdên ji hemû beşên Kurdistanê tu agahî û statîstîkên fermî ê dewleta alman nîne, lê bi texmînî qase 800 hezar heya 1,2 mîlyon kurd, ku piraniya wan ji bakurê Kurdistanê ne, li Almanyayê dijîn.[1]

Dîroka civaka kurd li Almanyayê bi gelek pêlên koçberiyê derbas bûye, ku ji ber sedemên cuda yên siyasî, aborî û mirovî hatine Almanyayê. Di salên 1960î û 1970î de gelek kurd di çarçoveya koçberiya kar de hatin Almanyayê. Ew bi giranî ji deverên gundewarî yên bakurê Kurdistanê hatibûn, ku ji ber qeyranên aborî, bi taybetî di sektora çandiniyê de, berê xwe dane xerîbiyê.[2]

Darbeya leşkerî ya sala 1980 li Tirkiyê bû sedema pêleke din a koçberiyê. Gelek kurd ji ber çewisandina siyasî, zext û cudakariyê mecbûr man ku welatê xwe biterikînin. Di salên 1980î û 1990î de, penaberên ji başûr, rojava û rojhilata Kurdistanê jî ji ber şerên navxweyî û aloziyên li welatên xwe hatin.[3]

Rodî Minimarkt, Bielefeld

Îro li Almanyayê nêzîkî 1,5 heta 2 milyon kurd dijîn, û bi vî rengî diyasporaya kurdan yek ji mezintirîn komên koçber in li wî welatî. Li gel mezinbûna wê, nasnameya kurd li Almanyayê hê jî bi fermî nayê naskirin. Ev tê wê maneyê ku kurd gelek caran di bin kategoriyên wekî "tirk", "ereb" an "faris" de têne hesibandin. Ev yek dibe sedema nebûna berçav û naskirina xemên wan ên taybet ên çandî û siyasî. Dîsa jî kurd di civaka Almanyayê de kedeke girîng didin. Di warên cuda yên wekî siyaset, bazirganî, zanist, çand, werzîş û perwerdeyê de çalak in. Gelek ji wan hemwelatiya alman wergirtine û xwe wek "kurdên alman" dibînin, ku koka xwe ya çandî diparêzin û di heman demê de beşek ji civaka alman in.

Piraniya kurdên Almanyayê li vî welatî hatine dinê û mezin bûne û Kurdistanê tenê ji bîranînên dayîk û bavên xwe û ji televîzyonan nas dikin. Ev nifşên nû di dibistanên Almanyayê mezin bûne û piranî bi çend zimanan dizanin.

Denîz Undav, kurdê êzdî, ji bo Şampiyoniya Ewropayê ya 2024an di tîma neteweyî ya Almanyayê de lîst.

Kurdên Almanyayê ji bo ku berjewendiyên xwe temsîl bikin û çanda xwe biparêzin, gelek rêxistinên xweser, komeleyên sîwan û şebek ava kirine. Mînaka girîng Zentralrat der Kurden in Deutschland e (Encûmena Navendî ya Kurdên li Elmanyayê), ku di 1ê kanûna 2018an de bi 30 komeleyan hate avakirin. Navenda wê li Düsseldorfê ye û endamên ji her çar perçeyên Kurdistanê tîne cem hev. Encumena Navendî xwe daye parastina ziman, kevneşopî û çanda kurdî û di heman demê de hewl dide ku întegrasyonê di nav civaka alman de pêş bixe.[4]

Di sala 2024an de komela Kurdische Gemeinde in Deutschland (Civaka kurd li Elmanyayê) 30 saliya xwe pîroz kir. Bi boneya pîrozkirina vê salvegerê li seranserê welat çalakiyên weke semîner, panel û pêşangeh ji bo rêzgirtina dîrok û jiyana kurdên Almanyayê hatin lidarxistin.

Azad, rapvanekî kurd, bû mînakek ji bo gelek rapvan û muzîkvanên din ên kurd li Almanya.

Armanceke din a sereke ya rêxistinên kurd li Almanyayê pêşxistina diyaloga navbera dînan e. Di nav civakê de sunnî, Şîe, elewî û êzdî hene, ku bi hev re projeyan didin destpêkirin ji bo pêşxistina têgihiştin û hevgirtina di navbera komên dînî yên cuda de. Wekî din, diyasporaya kurdên Almanyayê bi civakên kurdên welatên din re jî peywendiyên xwe yên nêzîk didomîne. Bi hevkariyên bi komeleyên ji Belçîka, Fransa, Holenda, Swîsre û welatên din re, pevguhertina navneteweyî tê pêşxistin û tora cîhanî ya civaka kurd xurt dibe.

Tevî van pêşketinan jî, kurdên Almanyayê bi dijwariyan re rû bi rû dimînin. Nebûna naskirina fermî ya nasnameya wan a etnîkî, tomarkirina îstatîstîkî û dîtina civaka wan dijwar dike. Bi ser de, hewcedarî û xemên wan ên taybetî bi gelemperî di axaftinên siyasî de bi têra xwe nayin dîtin.

Düzen Tekkal, siyasetmedar û calakvana mafên mirovan a kurd-alman.
Nadiye Mûrad, calakvana mafên mirovan a kurd-êzdî

Bûyereke girîng a siyasî damezrandina koma parlamenê ya bi navê "Kurdisches Leben in Deutschland" (Jiyana kurd li Almanyayê) bû, ku li Bundestaga Almanyayê di mijdara 2023an de hate avakirin. Ev înîsiyatîf armanc dike, ku nîgeraniyên civaka kurd bi hêztir bixe nav karê parlamanê û danûstandina bi parlementerên Kurd ên welêt re bihêztir bike.[5]

Di nava dehsalan de civaka kurd li Almanyayê kesayetên girîng derxistiye holê, ku hem di warê siyasî de hem jî di warê mafên mirovan de bandorek mezin didin civat û siyaseta Almanyayê. Kesên wek Düzen Tekkal, Nadiye Mûrad, Feleknas Uca û Leyla Bilge bandorek erênî dane siyaset û civata alman.

Civaka kurd li Almanyayê ji bo piştgirîkirina pêkhateyên demokratîk û destûrî yên li herêmên Kurdistanê jî kar dikin. Ew ji bo pêşvebirina cihêrengî, parastina jîngehê û pabendbûna bi standardên kedê yên navneteweyî li van herêman pabend e.

  1. ^ "Who is the Kurdish Institute ?". Institutkurde.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 nîsan 2023.
  2. ^ Kurdweb (11 hezîran 1989). "Ein kurzer Einblick in die Kurdische Migration nach Deutschland". Kurdische Gemeinschaft Rhein-Sieg / Bonn e.V. (bi almanî). Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2025.
  3. ^ "The Kurdish Diaspora". Institutkurde.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 nîsan 2023.
  4. ^ "ÜBER UNS – Zentralrat der Kurden in Deutschland" (bi almanî). Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2025.
  5. ^ KGD (21 kanûna pêşîn 2023). "Parlamentskreis „Kurdisches Leben in Deutschland" gegründet". Kurdische Gemeinde Deutschland e.V. (bi almanî). Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2025.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]