Kurdên cihû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kurdên cihû
MosheBarazani.jpg Yitzhak Mordechai (cropped).jpg Yosef Shiloach.jpg
Tsvi Bar.jpg Ilana Eliya.jpg
Moşe Barazanî, Îzhak Mordexay, Yozef Shiloach
Zvi Bar (Barzani), Îlana Eliya
Gelhe (kom)
150.000 (li Îsraelê)[1]
Gelhe li gor herêman
 Îsrael 150.000
 Îran Rojhilatê Kurdistanê
Ziman û ol
Ziman Îbranîya Mizrahî, neo-aramiya bakur-rojhilat, kurdî, azerî (li Îranê)
Ol Cihûtî

Kurdên cihû yan jî Cihûyên Kurdistanê (bi îbranî יהדות כורדיסתאן; Yehûdot Kurdistan) navê cihûyên ku ji berê ve li herêma Kurdistanê ne. Cil û canda wan wek ya kurdên misilman in. Berî ku di sala 1940an de kocberiyên mezin ên hêla Îsraîlê cêbun cihûyên Kurdistanê di nav xwe de dijiyan. Kurdên cihû girêdayî Mizraxîmê ne.

Dîrok[biguherîne]

Li gorî dukarên wan, pistî ku Dewleta Bakûr a Îsraîlê di 8êmîn sedsala berî Îsa ji aliyê Emperatoriya Asûriyan ve hate vegirtin cihûyên pêsîn di herêma ku îro wek Kurdistan tê nasîn xwe bi cih kirine.[2] Di 1êmîn sedsala pistî Îsa dewleta Adiabene, ku paytaxta wê Hewlêr bû, cihûtiyê wek ola fermî sepand. [3] Li gorî raporên, ku di 12êmîn sedsalê de ji aliyê rêwiyên cihû Bunyaminê Tûdela û Petaxyah ben Jakob ha-Laban hatine nivîsandin, di wê demê de nêzî 100 warên cihû hebûn. Bunyaminê Tudela behsa serokekî bi navê Dawûdê Alroyi dike û dinivîse ku wî serhildaneke li hemberî şahê farsî cêkiriye da ku Kurdên cihû vegerîne Qûdsê. Herwiha, li gorî raporên her du rêwiyan navenda aborî û olî Musil bûye. Wekî din, pistî rêwîtiya Xrîstiyanan gelek cihû xwe li Kurdistanê û Babilê xwe bi cih kirine. Di wê demê de cihûden Musilê serbixwe bûne.[4]

Di nav salên 1590an û 1670an de serhahamê jin Asenat Barzanî jiyaye û wê perwerdeya Tewratê, Telmûdê û die Qabbalayê kiriye. Jina yekemîn a ku rêberiya Yeşiwayê kir ew bû. Wê sîfeta Tanna'îtê jî stend.[5] Asenat Barzanî wekî din ji boy nivîs û helbestên xwe yên derheqê zimanê Îbranî gelek nas e. Jina yekemîn a ku helbestên bi zimanê Îbranî nvîsand ew bû.[6]

Kurdên cihû yên nas[biguherîne]

Pêşangeh[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. An Ethnohistorical Dictionary of the Russian and Soviet Empires, James Stuart Olson, Lee Brigance Pappas, Nicholas Charles Pappas, Greenwood Publishing Group, (1994), ISBN 0313274975, p.409
  2. Encyclopedia Judaica: Roth C s. 1296-1299 (Keter: Jerusalem 1972).
  3. Encyclopaedia Judaica: Artikel "Irbil/Arbil"
  4. Ora Schwartz-Be'eri: The Jews of Kurdistan: Daily Life, Customs, Arts and Crafts, UPNE publishers, 2000, ISBN 9652782386, page 26
  5. Sally Berkovic, Straight Talk: My Dilemma As an Orthodox Jewish Woman: KTAV Publishing House, 1999, ISBN 0881256617, S. 226
  6. Shirley Kaufamn, Galit Hasan-Rokem, Tamar Hess: Hebrew Feminist Poems from Antiquity to the Present: A Bilingual Anthology, Feminist Press, 1999, ISBN 1558612246, page 7 and 9