Lorê Biçûk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Lorê Biçûk[1], Lurî Giçke[2], Lorî Kuçug[3], Lurê Piçûk[çavkanî pêwîst e] an jî dewleta Xurşîdiyan (bi lurî û farsî: لُر کُوچَک, Lor-e Kūček an jî Ḵoršīdī[4] yek ji dewletên kurdan ên dîrokî ye. Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameyê de behsa wê dike.

Ev xanedan ji 1184'an heta 1597'an bi paytexta xwe Xuremabadê ve li Luristanê hikm kiriye. Gorê Şerefnameyê ev dewlet ji aliye Mîr Xurşîd serekê êla kurdan a cengrewî ve hatiya avakirin. Belê Mehrdad Izady bawer dike ku cengrewî şaxeke êla kurdêne çîngînî bû ye[5]. Di we demê de Luristan di navbera du dewletên kurdan ve hatibû ye belavkirin: Lurî Mezin (Fedlewî) û Lurî Piçûk.

Atabeg û Melîkên Lurî Piçûk[biguherîne]

  1. Şuca'edîn Xurşîdê kurê Ebubekrê kurê Mihamedê Xurşîd[6]
  2. Seyfedîn Rustemê kurê Nuredîn
  3. Şerefedîn Ebûbekr
  4. Îzedîn Garşasp
  5. Hisamedîn Xelîl kurê Bedirê Şuca
  6. Bediredîn Mesûd
  7. Tacdîn kurê Hisamedîn Xelîl
  8. Felekedîn Hesen
  9. Cemaledîn Xidir kurê Tacdîn
  10. Hisamedîn Emerê kurê Şemsedîn Dernekî yê Şerefedînê Tahamtanê Bedirê Şuca
  11. Şemsedîn Mehmûdê kurê Nuredînê Îzedîn Garşasp
  12. Îzedîn Mihamedê kurê Îzedîn
  13. Dewlet Xatûn
  14. Îzedîn Hisên
  15. Şuca'edîn Mihemed
  16. Melîk Îzedînê kurê Şuca'adîn
  17. Sidî Ehmed
  18. Şah Hisên Ebasî
  19. Şah Ristem
  20. Oẍûr
  21. Cîhangîr
  22. Ristemxan

Bibîne[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Cigerxwîn (1987). Tarîxa Kurdistan 2.
  2. Gîwî Mukriyanî (2010). Ferhengî Kurdistan. Înstîtuta Kurdî ya Amedê.
  3. Ismail Kamandar Fattah (2000). Les dialectes kurdes méridionaux.
  4. Iranica: Atabekan-e Lorestan
  5. Sharaf al-Dîn Bitlîsî. The Sharafnama (werger: M. R. Izady). 2005. r. 106-110
  6. (îngilîzî) The Travels of Marco Polo, Volume 1, Kurd Shodja ed-din Khurshid...


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)